Ji siyaseta gav bi gav ber bi şerê gav bi gav ve

3 demjimêr berê
Azad Ehmed Elî
A+ A-

Dîplomasiya Amerîkî bi serokatiya Henry Kissinger (1923 - 2023) di salên hefteyî yên sedsala bîstan de bi realîzm û siyaseta gav bi gav ji bo bidestxistina armancên Amerîkî û Îsraîlî dihat nasîn. Îsraîlê bi saya vê siyasetê di warên leşkerî, niştecihbûn, zanistî û aborî de destkeftên girîng bi dest xistin.

Rêbaza Kissinger di çarçoveya danûstandinên bidawîkirina şerê Vîetnamê û vekişîna hêzên Amerîkî ji wir de derket holê û zelal bû û rê li ber serweriya Rojava li hemberî kampa sosyalîst di salên heşteyî yên sedsala bîstan de vekir. Dûv re, dîplomasiya Amerîkî bi serokatiya Kissinger, di danûstandinên agirbesta li Rojhilata Navîn di navbera Misir û Sûriyeyê ji aliyekî ve û Îsraîlê ji aliyekî din ve piştî Şerê Çiriya Pêşîna 1973yan, veguherîneke bikalîte pêk anî.

Tevî serdanên wî yên zêde û çanda wî ya rojhilatnasî ya girêdayî dîroka herêmê û xwezaya civakên wê lê belê ew bi ser neket ku aştiya mayînde di navbera Îsraîl û cîranên wê de pêk bîne, tevî ku wî hîm û bingehên wê danîn jî. Heta di lihevkirina dualî ya Misirî-Îsraîlî de teşe girt. Tevî ku Peymana Osloyê di navbera Rêxistina Rizgariya Filistînê û Îsraîlê de paşê hat îmzekirin jî lê aştiya li Rojhilata Navîn dijwar ma wekî berdewamiya geşepêdana hevrikiyê û xelekên wê ji Şerê Cîhanê yê Yekem ve.

Ji dema îmzekirina Peymana Aştiyê li taxa Parîsê ya Sevrê di sala 1920 de ku di pratîkê de Şerê Cîhanê yê Yekem bi dawî kir û mafê gelên navçeyê ku çarenivîsa xwe ya siyasî diyar bikin, rewa kir; şer nesekinîne. Li gel van hemûyan jî, wekî ku David Fronkomin di pirtûka xwe ya bi navê (Aştiyek ji bo Bidawîkirina Hemî Aştiyê) de gotiye, pêkanîna aştiyê êdî zehmet bûye.

Di salên dawî de, piştî ku Anthony Blinken di rêveberiya nû ya Amerîkî de, di sala 2021ê de Wezareta Karên Derve bir, hin lêkolînvan fikirîn ku lêkolîneke berawirdî di navbera wî û Kissinger de pêk bînin ji bo têgihîştina siyaseta Amerîkî ya nû. Her du jî (Blinken û Kissinger) bi eslê xwe cihû ne, malbatên wan qurbaniyên Naziyan bûn û rojekê jî dilîniya xwe ya bi Îsraîlê re veneşartine.

Hin kesan bawer dikir ku Blinken dê bigihîje asta bandorkeriya Kissinger, li gel ku Blinken ne xwediyê paşxaneya rojhilatnasî û çanda ansîklopedî bû ku bingeha zanîna Kissinger bû, tewra dibe ku Blinken ne xwediyê felsefeya siyasî û ramaneke taybet be jî li radeya ku li derveyî çarçoveya hizirvan û siyasetkarên Partiya Demokrat a desthilatdar li Amerîkayê bifikire û bixebite.

Çawa dibe bila bibe, Blinken bi xurtî tev li danûstandinên berdewam ên piştî 7ê Cotmeha 2023yan di navbera Hemas û Îsraîlê de bû û ew çalak kirin bêyî ku piştgiriya xwe bi Îsraîlê re veşêre. Ji roja yekem piştî êrîşa (Hemasî) ya li ser derdora Xezeyê, ragihand ku ew hatiye Îsraîlê ji bo ku piştgiriya wê bike pêşî wek kesekî Cihû û paşê wek wezîrê derve yê Amerîkayê. Lê belê di hewldanên xwe yên dîplomatîk û siyasî de ji bo çareseriyeke aştiyane ya hevrikiya di navbera Hemas û eniya berxwedanê ya Îranê li aliyekî û Îsraîlê li aliyê din de bi ser neket. Nikarîbû dîlên Îsraîlî li nik Hemasê azad bike.

Her wiha ji 8ê cotmeha sala 2023yan ve bersiva tund a Îsraîlê li dijî êrişa Hemasê berdewam kir, vê êrişa ku piştî salekê bobelateke mezin anî serê civakên Xezeyê. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Nêzî ji sedî 95ê şêniyên devera Xezeyê koçber bûn, ji destpêka şer heta niha hejmara qurbaniyan gihîşt 41 hezar û 788 kesan û 96 hezar û 794 kes jî birîndar bûn.

Berî kutabûna sala yekem a şerê bi Hemasê re, Îsraîlê gelek sûprîzên leşkerî li eniya Lubnanê pêk anîn. Pêşî serkirdeyên herî mezin ên Hizbulahê kuştin û roja 27ê Îlona 2024an Hesen Nasralah bi xwe jî kuşt. Berî wê jî alavên pêwendiyê yên taybet bi Hizbulahê (pager) teqandin loma hêza wê qels bû û sazûmanên wê yên têkilîkirinê wêran bûn, ango Îsraîlê zûzûka movika piştê ya hêz û hevgirtina Hizbulanê şikand.

Beşeke girîng a hêza wê ya agirîn xopan kir û hêla ku Hizbulah bêyî serokatî di labîrentekê de wer bibe. Şêniyên başûrê Lubnanê û taxa başûr a Beyrûtê hatin bizdandin. Nêzî 500 hezar kesî koçber bûn. Hejmara qurbaniyên aliyê Lubnanê heta destpêka vê mehê gihîşt nêzîkî 2000 hezar kesî.

Di demekê de ku medya û şîrovekaran têgeha 'şerê seranserî' li Rojhilata Navîn ronî dikir û ji derketina wê ditirsiyan, di pratîkê de şerekî birêxistinkirî û arastekirî pêk hat ku bi awayekî sîstematîk dorfireh dibe û taybetmendiyên wî yên stratejîk û gavên wî yên li pey hev meh bi meh zelaltir dibin. Berê ewilî hewldan li ser cezakirina Hemasê û paşê têkbirina hêza wê bûn. Binesazî û jêrxaneya bajar û bajarokên Xezeyê hat têkbirin heta jihevxistin û xopankirina civakên Xezeyê bi kit û kom.

Li kêleka vê yekê jî, hewldanên dîplomatîk ên Amerîkî û hevkariya welatên Ereb ên nerm hebû ji bo dorpêçkirina şer û sînordarkirina wî di nav dîwarên Xezeyê de. Ji bo vê armancê, Blinkenê wezîr di kêmtirî salekê de 20 caran serdana deverê kir. Ji bilî vê jî bi sedan telefon bi hevtayên xwe yên li herêm û cîhanê re kir. Ev yek di dîroka dîplomasiya Amerîkayê de qet çênebûye.

Rêzbûna van bûyeran û geşbûna şer bi biryareke taybetî ya Îsraîl û hevalbendên wê, plana şerên demdirêj eşkere dike ku di sala xwe ya duyemîn de dê li ser dorpêçkirina Hizbulahê li başûrê Lubnanê û Beqayê bisekine û dibe ku hêza wê ya leşkerî ji holê rake. Kuştina serkirdeyên Hizbulahê û koma wê ya nû di 4ê Çiriya Pêşinê de surprîzeke leşkerî û siyasî bû û faktereke nû di çarçoveya plana şer de bû ku dibe ku valahiyeke meydanî ya mezin li dûv xwe bihêle ku îhtîmala têkelbûna Îranê di şer de zêde dike û di encamê de planên xêzkirî dikarin were guhertin.

Şerê bixwîn ê mehên borî û ziyanên wî yên madî û mirovî tenê dikarin wekî wergera planeke leşkerî, siyasî û hizirî werin fêmkirin ku bi rêkûpêkî û bi gavên zanistî û teknolojîk ên başlêkolînkirî ji bo bidestxistina armancên herî mezin tê cîbicîkirin.

Wer dixuye ku ev plan ne bi tevahî girêdayî Netanyahu û wezîrê berevaniya wî ye, ne girêdayî Sinwar û ne jî Hizbulahê ye tewra ne girêdayî rêveberiya Amerîkî ye jî, lê belê têkildarî tiştê ku tê ye wekî encama dijwarbûna krîza tevlihev a serdemê ku di du xalan de derket holê, yek li Ewropaya Rojhilat e û ya din jî li Rojhilatê Deryaya Spî.

Her wisa şerê Îsraîlê dikare ji perspektîfa guhertina dîplomasiya Amerîkî ve were xwendin ku ji beriya nîv sedsalê ve ji siyaseta gav bi gav a kontrolkirin û îstismarkirina Şerê Sar veguherî şerê gav bi gav ê demdirêj û wêranker li hemberî dijberên xwe yên nû.

Ango bûyerên vî şerê dîsplînkirî û geşedanên wî dikarin bên çerxandin da ku ew bi xwe Şerê Cîhanî yê Sêyem bi forma xwe ya kodkirî bin ku bi vê yekê ve tê diyarkirin ku dê di çend qonaxan de û li ser rêyên paralel pêk were û ne bi yek carê. Bi taybetî eger bûyer piştrast bikin ku Îsraîlê biryara xopankirina dijminên xwe girtiye ku ji bo vê yekê demeke dirêj û hewldanên awarte pêwîst in.

Di wî şerî de teknolojiya super leşkerî û cûreyên herî dawî yên çekan dê bên bikaranîm qene Îsraîl îtibara xwe vegerîne çimkî tavilê piştî êrişa Hemasê di 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de wer hat xuyakirin wek dewleta sêwî be ku serdestî û serweriya xwe ya leşkerî li deverê ji dest daye, da ku bi rêya rêbaza vî şerî vegere û piştrast bike ku ew hîn jî hêza leşkerî, îstixbaratî û teknolojîk a bêhempa ye li navçeyê.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst