Referandûma ku Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de lidar xist, karvedanên cudacuda ji aliyê gelek Ereban ve lipey xwe anîn, bi ferzkirina dorpêçeke asmanî destpê kirin û heta asta gefxwarin bi bikaranîna hêza leşkerî ji bo rêgirtin li serxwebûna Başûrê Kurdistanê ku ji her demî nêzîktir bûye û kengî be dê pêk were.
Lê ev bi min tişteke çaverêkirî bû, ji hikûmeta Iraqî ya ku berpirsa yekem ji cudabûna kurdan e, li gorî gotina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji ber ku rêz li destûra Iraqî nagire û madeya 140ê ya çareserkirina pirsa navçeyên Kurdistanî yên derveyî. Ev xwevedizîna ji destûrê weke diyariyekê ji Kurdan re hat daku li ser rêya serxwebûna xwe bimeşin.
Lê tişta ez jê matmayî bûm, dijderketina tund ji aliyê hin rewşenbîrên Ereb ve bo serxwebûna Kurdistanê bû, ev rewşenbîrên ku hertim behsa mafên gelan di biryardanê li ser çarenivîsa xwe de dikin. Gelo çima ev rewşenbîr du pîvanên cuda bikar tînin?
Bilindkirina ala Îsraîlê
Hinek ji wan acizbûna xwe nîşan didin ji ber bilindkirina ala Îsraîlê ji aliyê hin kurdan ve di festîvalên piştgiriya serxwebûnê de, û daxwaz dikin ku rêz ji hestên gelê Filestînî re were girtin, ew gelê xwediyê doza navendî li ba Ereban, ku serkirdeyên Ereban bi xwe firotine?
Gelo çima Ereb behsa peykerê Seddam Husên nakin ê ku li bajarê Qelqîliya yê Filestînî hatiye avakirin? An jî çima behsa wî xortê Filestînî yê bi navê Xelab Ebû Hemad li bajarokê Exwar nakin ku xwe weke Aşiqê Seddam dide nasîn û hevalên wî jêre dibêjin “Dînê Seddam”? Çima ji Ereban re helal e ku “Dînê Seddam” li ba wan hebe, lê ji me re heram e ku “Dînekî Şaron” li bam e hebe?
Gelo ma Ereb nizanin ku Seddam bi hezarên Kurdan kîmyabaran kirin û bi hezarên gundên wan wêran kirin? Yan istifzazkirina Ereban heram e û ya Kurdan helal e?
Piştre ka em werin û derbarê rewşa li ser erdê biaxivin, gelo Îsraîl heta niha çi daye Kurdan ji bilî çend daxuyaniyên medyayî?
Li dijî dagîrkeran in lê bi Sykes-Picot re ne!
Tevî ku wan rewşenbîrên Ereb bi bi sedên gotaran nivîsandine derbarê giringiya dijderketina dagîrkeran û îptalkirina rêkeftina Sykes-Picot, lê xuya ye ku êdî ev rêkeftin bi dilê wan e piştî ku Kurdan biryar dan ku bi xwînê vê rêkeftinê hilbiweşînin? Gelo ma ev ne daxwaza Ereban bû, û vaye Kurd ji wan re bicih dikin. Gelo çi hat guhertin?
Gendelî ne hinceteke ji bo rêgirtinê li azadiya gelan
Hinek ji rewşenbîrên Ereb dibêjin ku Bexda baş dike ku cezayan li ser Kurdan bisepîne û ku ew ceza li dijî berpirsên Kurd in nek li dijî gelê Kurd in! Hûn bi Xwedê kin, hûn vê yekê bawer dikin? Seddam jî berê gotibû ku ewê tenê berpirsên Herêma Kurdistanê ceza bike lê bi hezarên Kurdan kuştin.
Hincetên ku hinek berpirs li Başûrê Kurdistanê gendel in nabine rêgir li pêş azadiya gelê Kurd. Ev pirsine navxweyî ne û ev gelê ku îro li azadiya xwe digere dê van pirsan piştre çareser bikin.
Ya we çi ye?
Em dizanin ku Amerîka niha dibêje ku ew li dijî serxwebûna Kurdan e, daku dinya nebêje ku demokratiya ku qaşo Amerîka li Iraqê ava kiriye biserneket. Em dizanin jî ku sedema dijderketina Tirkiye, Îran û Sûriye ew e ku li ser xwe ditirsin daku kurdên beşên Kurdistanî yên din jî gavên wisa neavêjin. Lê tişta ku me fêm nekir eqliyeta rewşenbîrên Ereb e, gelo çawa daxwaza jinavbirina Îsraîl dikin ji bo avakirina dewletekê ji Filestîniyan re, tevî ku Sîsiyê cîranê Filestînî dê yekem kes be ku li dijî vê yekê derkeve û dibe ku Erdoganê şêrê Ereban jî li dij be!
Çima kêfa Ereban ji Erdogan re tê?
Çima kêfa rewşenbîrên Ereb ji serkeftinên Erdogan re tê ku rojekê ji rojan bira û dostê Beşar Esed bû, Erdoganê ku dev ji hevrêyê xwe Davutoglu yê xwediyê siyaseta ”Sifir Pirsgirêk“ berdayî, tevî ku pêwendiyên wî yên aborî bi Îsraîlê re herî baş in. Çima rewşenbîrên Ereb ji Erdogan re nabêjin ku bila dev ji kuştina Kurdan û girtina rojnamevanan û çalakvanên mafên mirovan berde? Yan jî nikarin ji ber ku ti kes ji bilî Sultanê wan nikare wan biparêze? Yan jî mesele bi berîkê ve girêdayî ye?
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse