Wikileaks û Newşîrwan Mistefa

05-10-2013
A+ A-

Dibû ku ew belgenameyên veşartî yên dîplomatîk yên amerîkî, ku li ser malpera Wikileaks belav bûne, bi hêsanî di dema bangeşeyên hilbijartinan de li Kurdistanê bihatana bikaranîn. Ev belgename dijîtiya hev ya serkirdeyên Kurdan didin xuyakirin û wê yekê jî ku gendelî di çi astê de ye.

Niha ku bangeşeyên hilbijartinê bi dawî bûn, cihê balkêşiyê ye ku em li nivîsekê binêrin ku dîplomateke amerîkî bi navê Patricia Butenîs li ser Newşîrwan Mistefa di sala 2009ê de nivîsiye. Ji vê belgenameyê diyar dibe ku Newşîrwan Mistefa cidî ye di hewlên xwe de ji bo pêkanîna reform û baştirkirina xizmetguzariyan de. Lê amade jî bû ku ji bo Kurdên Kerkûkê û cihên din çareseriyeke taybet qebûl bike. Balyoz Hill, ku balyozê Amerîkayê ye li Bexdayê, weke têbînî li ser vê belgenameyê nivîsandiye ku eger ev belav bibe, wek "xwekujiyeke siyasî" ye ji bo rêveberê giştî yê Tevgera Goran.

Roja 15ê Adara 2009ê dîplomata amerîkî Butenîs nivîsek ji bo Newşîrwan Mistefa nivîsandiye, ev jî piştî wê yekê hat ku Newşîrwan Mistefa alîkarekî hişk bû li ser guhertina nav YNKê, lê têbîniya vê yekê jî kiriye ku dibe ev rêyek be ji bo serketina bi ser Talebanî de û bûna wî wek rêberê YNKê. Herwiha behsa wê yekê jî kiriye ku bingeha cemawerî ya Newşîrwan li Silêmaniyê ye. Bêguman min ev di goşeyên berê de zelal kiriye.

Di van belgenameyan de derdikeve ku Amerîka Newşîrwan Mistefa wek serkirdeyekî xwedî prensîp dibîne: "Eger tenê ji ber desthilat û pereyan ev kar kiriba, ne neçar bû dev ji pêgeha xwe weke kesê duyem yê nav YNKê berde." Lewma ev yek ji bo sîstemeke dadwerî ya serbixwe, pêşveçûna demokrasî li ser binemaya piştgirêdanê bi beşê taybet û cudakirina serdestiya partiyên siyasî bi ser hikûmetê ve kiriye.

Herwiha jî, tevî ku Kurdên Iraqê dilxweş in bi wê yekê ku ew li dijî gendeliyê ye û doza demokrasiya bêhtir û wekheviyê dike, lê naxwazin ev tevgera Bexdayê ji ya Hewlêrê baştir be. Dirust, weke ku Talebanî jî gotibû, Kurdistaneke serbixwe xewna helbestvanan e. Newşîrwan Mistefa ji Amerîkiyan re gotibû "serdema nîvdewletê bi serî bû", herwiha doz kiriye ku Kurd bi tevayî herin nav Îraqeke demokratîk.

Dibe ku Newşîrwan Mistefa piştgiriya vê bangeşeyê kiribe, ku li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên biyanî yên petrolê bû, herwiha piştgiriya Şehristanî bike: "Di nêrîna wî de, eger hikûmeta Iraqê serperiştiya tevaya dahatên petrolê bike, celebek ji zelaliyê pêk tê ji bo wan pereyên ku digihijine Kurdistanê." Ev jî dide xuyakirin ku ji bo çi hikûmeta Amerîkayê û serokwezîr Nûrî Malikî jî kêfxweş bûn bi peydabûna Tevgera Goran, ji ber ku hersê alî li dijî wê yekê ne ku Kurd di warê enerjiyê de serbixwe bin.

Tevî ku zelal e ku mebesta Newşîrwan Mistefa ji vê ne ew bû ku Kurd di warê petrolê de wiha bi Bexdayê ve girêdayî bin, lê belê xwestiye wiha bike ku pereyên dahata petrolê xirab bi kar neyên.

Belgenameyeke din, ku encama civîneke di navbera balyozê wê demê li Iraqê Christopher Hill û Newşîrwan Mistefa de ye, di roja 26.01.2010ê de, dide xuyakirin ku Newşîrwan piştgiriya wê kiriye ku hikûmeteke navendî ya xurt hebe. Ev jî bi berevajî PDKê û YNKê ye, ku gumana wan ji xurtbûna Bexdayê heye û doza hikûmeteke nenavendî dikin. Amerîka jî di vê navê de dixwaze ku Kurd bi Bexdayê ve girêdayî bin.

Ev helwestên Newşîrwan ji aliyê wezîra derve ya wê demê ya Amerîkayê Hillary Clinton ve bi erênî pêşwazî li wan hatiye kirin: “Bi matmayî pêşwaziya nêrînên Mistefa kir ji bo guncandina Kurdistanê di çarçoveya Iraqeke yekbûyî de."

Herwiha rêveberê giştî yê Goran di wê baweriyê de bû ku pêwîst e ji bo Kerkûkê biryar li ser rewşeke teybet bê dan: "Ev jî bi heman awayî ye ligel nêrînên me. Tevî ku alîkarên me dibêjin eger Newşîrwan Mistefa vê gotinê eşkere bike, ev tê wateya xwekujiya siyasî." Ev gotina balyoz e.

Niha ku dibe Goran bikeve nav hikûmetê, em dikarin bibînin ka gelo Goran dixwaze Herêma Kurdistanê bêhtir bi Bexdayê ve girêdayî be. Herwiha gelo Lîsteya Goran dikare şerê li dijî gendeliyê bike, eger di nav hikûmetê de be. Ev jî bêguman giran e, eger PDK bi awayekî berçav di hikûmetê de lawaz nebe.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst