Kovar an Govar?

Ev her du peyv bi wateya "magazine – مجلة" tên xebitandin û her du jî di nav nivîskar û zimanzanên Kurmancîaxêv de bûne cihê gengeşe û gotebêjê.  Her hindek ji wan piştgirî û berevaniya bêjesaziya peyvekê ji wan dike.

Derbarê dariştin û dahûrîna van her du gotinan (kovar û govar), hin nêrînên balkêş derketine holê. Wek:

a- Ferhenga wîkîferhengê: Di vê ferhengê de nivîserê wê dibêje: "kom" + "ar" = "komar", bi wateya komkirinê hatiye çêkirin. Sedema ku "komar" nebûye "kovar" ew e ku "komar" ji bo "cemhûriyet"ê hatiye veqetandin yan jî meyleke Kurmancî heye ku li şûna "m"yê "v" bê bikaranîn. Yan jî belku ji "gov" + "ar" hatiye çêkirin. Gov koka jêdera "gotin"ê ye: go(v)t = got, go(v)tin = gotin.

Berî her gotinê dixwazim bibêjim ku "gov" ne koka "go(v)tin"ê ye û ne ya "gotin"ê ye jî. "Gov" navekî serbixwe ye, ne koka çi karan (lêker) e jî.

b- Hin zimanzan jî dibêjin ku peyva "govar" ji "go" + "war" pêk hatiye. "Go" ji "gotin"ê ye û "gowar" bi wateya "warê gotinê" (cihê gotinê) ye. Paşê bi egera harmoniyeke dengsaziyê, tîpa "w"yê bûye "v" û "gowar" bûye "govar".

Bi baweriya min, "go" bi şêweyekî gelêrî ji "gotin"ê sivik bûye û wekî kîtekê ji morfema "gotin"ê hatiye sivikkirin. Ev kît jî ne pêşgirek e ku bikeve ser bêjeyekê da bi hev re bêjeyeke nû saz bikin û ne binyata (bi Soranî "qed") dema borî ji "gotin"ê ye ku paşgira "ar" bigihêjê û bi hev re gotineke nû saz bikin, wek:

- Gotin = got ... (got + ar = gotar).

Li gor dîtina min, rêzik û rêzanên dariştin û dahûrîna peyva mijara me, bi vî şêweyê jêrîn saz dibin:

1. Paşgira "ar" digihêje binyata dema borî ya hin karan, ew û binyat bi hev re navekî dariştî saz dikin. Binyata dema borî jî bi avêtina nîşandekên jêderî pêk tê: (kuştin = kuşt... çandin = çand) nimûne:

- Kuştin: kuşt + ar = kuştar (komkujî)

- Mirin: mir + ar = mirar

- Kirin: kir + ar = kirar (Li nik C. Bedirxan, "kirar" kara/kirde ye.)

- Gotin: got + ar = gotar

- Kirdin: kird + ar = kirdar

- ...

2. Paşgira "ar"ê digihêje hin navan, ew û nav bi hev re navine dariştî saz dikin, wek:

- Guh + ar = guhar

- Kom + ar = komar

- Zeng (zing) + ar = zingar

- Xew + ar = xewar (pirxew)

- Kevn + ar = kevnar

- ...

Bi vê pîvanê jî:

- Gov + ar = govar

Lê ew kesên ku vê darêjê rexne dikin, dibêjin ku gotina "gov" cihê ajelan (pez) e, ne durist e ku bibe navê "magazine – مجلة". Ya rast ew e ku "go" + "war" = gowar (govar), ev jî warê gotinan e (ne warê heywanan e).

Em vê rexneyê ji du hêlan ve ne rast dibînin:

a. Gotina "gov" li hin herêmên Kurmancan ên cûrecûr bi gelek wateyan tê xebitandin, wek:

1. Gova pezî: Cihê ku pez lê dihêwire (axur).

2. Gova berxan: Koçeran li rexekî konê xwe, goveke ji çîtan ji berxên virnî re çêdikirin. Piştî bêriyê digotin: Wan berxan ji govê berdin ber makan.

3. Gova masiyan: Cihê ku masî lê kom dibin, wek: perav, goncal û berqefan ...

4. Gova dobelanan: Ew cihê ku gelek dobelan lê çêdibin jê re digotin "gov".

5. Gova bûk û zavê: Dema ku li koçeriyê mirovekî jinek dianî (dizewicî) jê re govek nêzî konê malê amade dikirin bi navê "gova bûk û zavê".

6. Paşgira "end" digihêje "gov"ê û pê re navekî dariştî saz dike: gov + end = govend.

7. Bi wê pîvanê jî paşgira "ar" digihêje "gov"ê: gov + ar = govar.

Li vê dûmahiyê dixwazim bipirsim:

Eger "go" + "war" = "gowar" be û gowar (govar) jî warê gotinan be, ma gelo gotar jî ("got" + "ar" = "gotar")  dê ne tara (tax) gotinan be?!!

Amûdê

01.08.2024

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)