Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din
Berhemeke Rizgar Elegez
-Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din-
Rohat Alakom
Rizgar Elegez nivîskar, helbestvan û wergêrekî kurd e ku di sala 1984an de li gundê Bazirganê li bajarokê Giyadînê (Dîyadîn) li devera Agiriyê hatiye dinyayê. Ew niha jî karên xwe li wir dimeşîne. Pirtûka wî ya bi navê “Hikayeta Terzîyekî û Çend Tiştên Din” îsal hate weşandin (Avesta, 2024). Mirov ji navê pirtûkê û serhatiya (hikyat) yekem ya bi heman navî fehm dike ku ev berhema ji çend serhatiyan pêk hatiye, hejmara wan hikayetan 6 heb in. Bûyerên ku di van serhatiyan de derbas dibin mirov dikare bêje ku li bajarê nivîskar li Giyadînê û li dorberê wê pêk hatine. Bi dehan kar û pîşeyên (meslek) ku li bajêr hebûne tên nasandin wek canbaz, çerçî, fotrafkêş, loqintecî, nehlbend, terzî, x/qumarbaz... Ziman, stîl, awayê vegotinê yê nivîskar Rizgar Elegez bedewî û xemleke mezin dide serhatiyên wî.
Di vê pirtûka Rizgar Elegez de serhatiya pêşîn: “Hikayeta Terzîyekî û Çend Tiştên Din” e. Di despêkê de nivîskar bi çend rûpelan qala jiyana vebêjê xwe Feyzilayê Bekirê Fato dike. Ew bi qasî 3-4 rûpelan cîh dide wî: “Ew kalemêr hafizeya wî mîna kitêbxaneyeke qedîm bû”. Pêşiyê di îdareya nifûsê ya bajêr de dibe memûr, paşê dibe dikandar: “...di nav bajêr de kes nemaye ku ew nas neke.” di cîhekî serhatiyê de nivîskar vî lehengê xwe, Apê Feyzî wiha dide nasîn:
“Ew bi xwe kesekî kal bû, lê tê da genc û ciwantiyeke seyr, mîna çîk û çirûskê xwe dida fehm û feraseta wî. Erê, pişta wî, wekî barê zeman lê giran bûbe, wisa tewiyabû; erê, rûyê wî, wekî wan sal û zemanên çûyî jê ra yadgar mabû, lê di çavên wî da kûrme agirê xunik hebû ku zûva bû li navê dixist, bayê felekê hê jî pê nikaribû û hê jî pifî çiraya jîna wî nedikir.”
Vebêjê serhatiyê rojekê diçe li bal vî dikandarî bo ew qala wî terziyê ermen bike ku carekê bala wî kişandibû. Di vê serhatiya dirêj de nivîskar cîhekî fireh dide ermenekî bi navê Hovanês. Ew terziyekî navdar bûye, kincên kesên dewlemend û memûr gelek caran wî didirût. Dema xortaniyê de dilê wî dikeve keçeke musluman, lê nadinê. Navê wê Nadiya bûye. Gelek jê hez kiriye, bûye maşoqê wê. Ew tu car wê ji bîr nake, dema paşê bi yeke din re dizewice û jê re keçek çêdibe, navê wî jî datîne Nadiya.
Nivîskar bi çend gotinan qala kesekî bi navê Çerkezê Abo jî dike ku dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem de salên rev û bezê de gelek kurdên êzdî û ermen xelas kirine, derbasî aliyê Ermenistanê kiriye.
Em di serhatiyên Rizgar Elegez de gelek caran rastî, peyv û îfadeyên wek zemam, zemanê çûyî, sal û zeman tên. Îfadeya “sal û zeman” dema bi hevra tên bi kar anîn bêhtir bêhna biwêjeke edebî û folklorîk jê tê. Ev îfade wek hevwateya demên bihûrî, dîrok, hikyat, bîranîn, yadîgar, nifş û xweşiya nostaljiyê tîne bîra me, me dibin dewran û serdemên din. Em di hin kilamên kurdî de jî rastî van demên windabûyî yan jî ber weindabûnê ne, tên: “...ser min û te re derbas dibin sal û zeman.” Kurd di wê baweriyê de ne ku “salên çûyî êdî nayên”!
Berî her tiştî divê em diyar bikin ku hin berhemên hemwelatiyê Rizgar Elegez, nivîskar û helbestvan Ahmedê Mirazî (1899-1961) jî bo wî bûne çavkaniyên îlhamê. Jixwe nivîskar di destpêka pirtûkê de diyar dike ku wî ev berhema xwe pêşkêşî vî hemwelatiyê xwe kiriye: “bo Ahmedê Mîrazî ewî ku pêşiyê hibr paşê mey vexwar“ (rûp.11). Cazîbe û rengîniya van demên bihûrî bi rêya vî hemwelatiyê wî niqutiye dilê Rizgar Elegez jî. Ligel vebêj, hikyatbêjên xwe, nivîskar ji xwe re înformatorekî dîrokî ku niha ne li jîyanê ye jî peyda kiriye: Ahmedê Mirazî. Yek ji van berhemên Mirazî şanoya bi navê Zemanê Çûyî (1935), ya din jî Bîranînêd Min (1966) e. Bi taybetî dema mirov pirtûka Rizgar Elegez dixwîne, dibîne ku navê şanoya Zemanê Çûyî hin tiştan ji bo Rizgar Elegez îfade dike. Xwendevan dikare vî navî wek “sal û zeman” jî bixwîne ku wek îfade di pirtûkê de gelek caran derbas dibe.
Di serhatiya “Êşa Şuhretê û Bayê Dîn” de nivîskar qala jinekê dike ku navê wê Şuhret bûye. Gelek tişt li serê wê re derbas dibin. Hertim pêxas, serqot havîn, zivistan direve derve, diqîre, tê û diçe. Ew di dinyake din de dijî, wek keseke hişê xwe winda kiriye û bi çolê ketiye. Nivîskar di cîhekî de dibêje ku ew êşa lingên Şuhretê yên tezî derbasî canê însanên din jî dibe: “Wekî lingên Şuhretê yên sar pêlî bedena wan dikir, wisa li wê dinihêrîn. Min hew zanibû berf û bûz dibine kêr û dirrî di binê lingên min ra jî diçin, êşa canê wê dihate canê min jî”. Nivîskar ji vê êş û jana Şuhretê ya derûnî re dixwaze îzah û bersivekê bibîne. Dema ba û bager radibe, êşa Şuhretê jî pê digire: “Meriva qey digot êşa wê û ba bi hev ra di nava pêwendiyeke ecêb da nin; li taxê kînga ba rabûya xelq li bendê bû ku Şuhret yê mîna bayê birûskê biteqe, ji malê bipeke û dêreyê wê yê spî û çîl bi bayê ra pêlên dînane bide”.
Di serhatiya bi navê “Tahirê Loqentecî û Hiskê Havî” de keçeke Tahir heye, navê wê Sebahat e, bav tîne wê bêdil dide kesekî bi navê Hiskê Havî ku ji bajarê Eleşgirê hatiye Giyadînê bona li bal wî kar bike. Piştî ku Tahirê Loqentecî dimire, hemû mal û erdê wî ji Hiskê Havî re dimîne.
Serhatiya here dirêj di dawiya pirtûkê de cîh girtiye, 36 rûpelan pêk tîne: “Bajarname: deng û behsên xamûş” (Peyva xamûş tê wateya temirî, bêdeng...). Bi rastî ev teksta dirêj ji nêzîkî 100 serhatiyên kurt, pearçe-serhatiyan pêk tê. Her perçek sernavekî wê heye û qala mijar, kes û bûyerekê dike ku jîiyana çandî ya vî bajarê qedîm de şopek hîştine. Kesê bixwaze di derbarê Giyadînê û derdorê wê de hînî bêhtir agahiyan bibe dikarê vê beşa here dirêj bixwîne. Di Derbarê dîroka kurdên li herêmê jî notên balkêş di vê beşê de hene. Ev beşa dawîn “Serhatiya serhatiyan” wek serhatiyeke dîrokî jî dikare bê navandin. Nivîskar vebêjê vê serhatiyê jî wiha dide nasîn:
“Ew meriv wan çaxan, bi gotina wî, qulek nemaye ku destê xwe nekiribê, çaxa zar bûye hevalên wî jê ra gotine Cinê Bajêr. Evî te jî paşê wexta ku bi fanîtiya xwe dihese, ji xwe ra ew qeyd û qûyd wekî hikayetan, ew tiştên dîtine yan bihîstine di bîra xwe da xweyî kirine û paşê hinek jê nivîsîne. Lê belkî qismek ji wan bona li hev bîne, aniye xeyal kiriye û tiştinên din jî nivîsîne. Di deftera xwe ya peritî da, ku ew wekî rojnameya wî bû, wekî sernav tê da nivîsîbû; Bajarname: deng û behsên xamûş.
Di nava keleha kevn da, ku niha di bin xanmanên bajêr”
Mirov dikare peyva “bajarname” ku di navê vê serhatiyê de derbas dibe wek dîroka bajaran jî bixwîne. Her bajarek wek her mirovekî xweyê jiyanekê ye ku tê rûbarê dinyayê û demek tê umrê xwe tijî dike. Êdî di nexçşeyên sîiyasî de cîh nagirin, dibin milkê nexşeyên dîrokî. Her yek ji van 6 serhatiyên bandorhîşt yên Rizgar Elegez dikare bibe mijara lêkolîn, şiroveyên nû, nirxandin û danasînên edebî. Peyvên kaxiz, xet, destxet, hikyat, defter, hubr.....gelek tiştan tînin bîra me. Berî her tiştî çand û dîrokeke heyî ya nivîskî ku li ber wendabûyînê ye. Bi kurtî ev beşa dawîn ya pirtûkê ji bo min vediguhire, dibe derseke dîrokî.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)