Em çawa berê medyaya civakî bidin xizmeta giştî
Bilind Newres
Her guhertineke ku di jiyanê de çêdibe û mirovatiyê ji qonaxekê derbasî qonaxeke din dike, bê guman dem û têgihiştin jê re lazim in, piştre jî pêrewkirin, cîbicîkirin û bikaranîn jê re pêwîst in.
Li welatên pêşkeftî, qadên teknolojî, medyaya dîjîtal û medyaya civakî ji xwe re wek derfet bikar anîne û bi çend warên din ên girîng ên jiyanê ve girê dane, wek warên pîşesazî, bazirganî, îdarî û tew warên çavkaniyên mirovatî jî û wek pêwîstiyeke jiyanê jî pê re tev digerin.
Di serdema koronayê de jî, berevajî hemî warên din, meydana înternetê bi hemî aliyên xwe ve bi awayekî darîçav geş bû û ber bi pêş ve çû. Welat, şirket û saziyên ku xwe di teknolojî û medyaya dîjîtal de dîtibûn û bi pergal û berhemên xwe ve girêdabûn, karîn zêdetir pêş bikevin û destkeftên zêdetir bi dest bixin. Qadên geşepêdana mirovî, semîner, civîn, kurs û ders jî ketin qonaxeke nû û karîn bandora xwe zêdetir bikin û peyamên xwe berfirehtir belav bikin.
Berê, ger di sînorekî diyarkirî de liv û tevger kiribin, di serdema koronayê de berfireh bûn û sînor derbas kirin û belav bûn, lewra gelek bingeh û navendên lêkolînan û navendên çandî û kultûrî, di serdema korona û kerentîneyê de bêtir hatin naskirin û berhemên wan bêtir belav bûn, ev jî bi rêya bikaranîna rast a xizmetguzariya li ber destê wan.
Sektora berhemanîna hunerî jî, nemaze şirketên çêkirin û belavkirina sînemayî, dahatên zêdetir peyda kirin li gor holên sînemayê, ku pişka şêr bû para Netflixê di dema kerentîneyê de li ser asta cihanê. Di warê firotina pêdiviyên rojane yên xelkê de jî, şirketên wek Amazon û Elîbaba rekor şikandin.
Hinek saziyên sektora giştî jî li welatan xizmetguzariyên xwe ji mameleyên klasîk derbasî mameleyên elektronîkî kirin û heta niha jî berdewam dikin, ji ber ku mesref ji wan re kêm kirin û lezgînî jî dan wan ji bo wan û hemwelatiyên wan jî.
Li ser asta takekes jî, hejmarek ji kesayetiyên giştî (public figure) û kesayetiyên naskirî peyda bûn ku bi naverokên curbicur karîn platformên medyaya dîjîtal û medyaya civakî bi kar bînin û kontrol bikin û wan ji xwe re bikin çavkaniya nasîn û qezenca darayî, ku hinekan ji wan dev ji karê xwe yê asayî berdan, heta niha jî di cîhana medyaya dîjîtal û civakî de dixebitin.
Gelo em di van guhertinan de li ku ne? Me nekarî di warê teknolojiyê de gavên girîng bavêjin, ji xeynî hinek sektorên giştî û taybet, yên din li ser heman rêça klasîk, berbelav û kevn berdewam in. Di warê medyaya dîjîtal de jî, em di warê agahî û bikarînanê de xizan in û heta niha me nekariye hemû platforman nas bikin û wan bi awayekî rêk û pêk bi kar bînin da ku sûdê jê werbigirin. Lê di warê medyaya civakî de, me bi lez û bez û bi nezaniyeke xofdar êrîş kir û her yekê ji hêla xwe ve ji bo armancên xwe yên şexsî serî lê da, bêyî ku em wê bi pîşe, kar û armancên xwe ve girê bidin, ango em di qalikê de mişt û tijî bûn, lêbelê ji hêla naverokê ve pûç û vala bûn!
Ger em mînakekê werbigirin ku derfeteke me ya herî mezin hebû ji bo ku em bi rêya wê derbasî qonaxeke mezin bibin, qada rewşenbîrî û kultûrî bû. Me heta niha jî nekariye xwe ji girêka kesane ya bikaranînê xelas bikin û ber bi fersenda vebûna ji gel re biçin. Heta niha jî li hemû navend û saziyên hikûmet, partî û sektora taybet, di her warî de em hêj xwe dispêrin civîn, konferans, nîqaş, kurs û çalakiyên wiha ku di rewşa herî baş de 100 kesan derbas nake, di demekê de ku posteke asayî li ser platformên medyaya civakî 10 qatan zêdetir tê dîtin!
Ev jî wiha dike ku ew çalakî di aliyê belavkirina zanyarî û detay û berfirehî û beşdariyê de sînordar bin. Eger heman çalakî bi awayekî sîstematîk were organîzekirin û berê di warê beşdarbûn û berfirehiya di medyaya civakî de rê jê re hatibe xweşkirin, em dikarin pir bi hêsanî ji 10 heta 100 qatî zêdetir hejmara mirovan li dora wê kom bikin. Lê ev ji hêla gel û bikarhêneran ve têgihîştin û pêgihîştînê hewce dike.
Heke em qadên bêkêr û bêsûd wek mînakeke din werbigirin ku hin kes bi rêya weşanên zindî yên platforman û vîdyoyên tomarkirî yên platforman diweşînin, em ê bigihin wê armancê ku mijarên bê naverok ji mijarên klasîk 100 qatî zêdetir temaşevan û beşdarên wan hene û bandorê jî li civakê dikin, çi erênî û çi neyînî bin.
Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku meriv bifikire ku medyaya civakî û paşê jî medyaya dîjîtal ji bo mijar, babet û bûyerên girîng bi kar bîne û em erdnîgariya wan a bejayî ber bi erdnîgariya esmanî ve veguhêzin û bi vî rengî çalakiyan pêş bixin, ku hem berfirehiya wan zêdetir e, hem bandora wan berbiçavtir e, hem mana wan dirêjtir e û hem jî xerciya wan kêmtir e.
Alav, amûr û pêdivî li ber dest in, ji bo destpêkirina wan tenê planek ji me re lazim e.