Ber bi Ewropayeke rastgir ve!
Tenê 2 roj ji bo hilbijartinên Yekîtiya Ewropayê (YE) mane lê yekîtiyeke Ewropayê ya çito? YE di navbera her du şerên Rûsya û Ukrayna, Îsraîl û Hemasê de asê maye, teqiniye. Hilbijartin dê li her 27 dewletên ku YEyê pêk tînin bên kirin û dê ji 6 heta 9ê vê mehê (hezîran) berdewam bikin.
Her du komên ku rastgir û rastgirên tund Parlamentoya Ewropayê pêk tînin, komên muhafezekar û reformîstên Ewropayî ku rastgir in, komên Nasname û Demokrasiyê ku rastgirên tund an jî rastgirên radîkal û tundrew in, tu carî bi qasî vêga ne xurt bûn û tu carî bi qasî vêga reşahiya wan li ser YEyê bi beloqiyeke wer nehatiye vedan.
Ez dê di vê gotarê de hewl bidim ku berî bidim hejmar, partî û rêgezên li ser asta Ewropayê. Herwisa ez dê şewqê bidim ser girîmaneya pêşbînîkirî ya serdestiya van koman li ser tevahiya sazî û navendên biryardanê yên YEyê ku bê guman di gelek astên cihêreng de bandorê li arastekirina têkiliyên hêzê dike.
Paşê jî ez dê vegerim ser ejdehayê ku ger neyê kontrolkirin dikare mirovahiyê tûşî felaket û bobelatên herî mezin û kambax bike.
Nasyonalîzm û populîzm fena rêgezên berhevker
Li Fransayê, Jordan Bardella xortekî 28 salî ye û serokatiya yek ji partiyên tundrew ên herî xurt ên Ewropayê, Yekîtiya Neteweyî, dike.
Berê navê vê partiyê Eniya Niştimanî bû. Li sala 1972yan ji hêla Jean-Marie Le Pen ve hat damezrandin û hetanî 2011an serokatiya wê dikir. Paşê qîza wî Marine Le Pen ji 2011 hetanî 2021ê serokatiya wê partiyê kir û dûv re ji bo yekalîbûna ji bo birêvebirina kampanyaya hilbijartinên serokatiya komarê paşê koma wê ya parlamentoyê, erkê serokatiya partiya xwe spart vî xortê ku li ser destê wê hatiye perwerdekirin.
Li bin siya vî xortî û ji bo cara ewil hemû pêşbînî ber bi wê yekê ve diçin ku ji sedî 32yê dengan bi dest bixe û fena buldozerê laşê partiyên din ên Fransayê, partiya Serok Macron jî di nav de, bihêre.
Ev serketina pêşbînîkirî ya Yekîtiya Neteweyî ya Fransî di çarçoveyekê de tê ku tomeriya bedena siyasî ya Ewropayê ber bi rastgiran ve dirêj dibe û giyanê nasyonalîzmê li milekî û populîzmê li milê din û di hin rewşan de her du bi hev re serdestiya qadên siyasî yên cihê cihê dikin û pergala tevger, pîvan û rêxistinên wê diguherînin û hewl didin wan ji nû ve saz bikin.
Em ji bîr nekin ku vêga û ji tomeriya 705 kursiyên ku li Strasbourgê hene, rastgir bi tenê ango bêyî rastgirên radîkal xwediyên 177 kursiyan in û ji şeşê vê mehê ve jî dê vê hejmarê pir bi hêsanî derbas bikin.
Metirsiya serketineke wer mezin ew e ku qelsiya dijberiya nerm a çalak û kartêker, neamadebûna çalak û kartêker a çepgir û çepgirên tund, dihêle ku kilîdên saziyên mezin pir bi hêsanî têkevin destê rast û tastên tundrew û hefsarê îdarekirina YEyê zeft bikin û bi vî awayî jî karê wan ê yekem bibe guherandina qanûnên ku wekî metirsiyeke stratejîk û man û nemanê dibînin.
Tiştê ku heta niha rê li ber van guhertinên çarenivîssaz girtiye, hebûna bihêz a, bo nimûne, Sosyaldemokratan bû ku 140 kursiyên wan hebûn an jî hebûna Lîberalan bû ku 102 kursiyên wan hebûn.
Herwisa parçebûna rastgiran li ser gelek komikên cihêreng bû lê ji niha û bi şûn de Sosyaldemokrat û Lîberal dê paşve vekişin û rastî derzên mezin bên. Herwiha rastgir û rastgirên hişk di çarçoveya Partiya Cemawerî ya Ewropayê û Koma Nasname û Demokrasiyê de hev bigirin û bêtir reh û kokên xwe di kûrahiya civakên Ewropayê de berdin xwarê.
Em ji bîr nekin ku tewra berî van hilbijartinên 2 rojên bê jî ev kom gelek welatên Ewropayê bi rê ve dibin, ji Îtalyaya Giorgia Meloni bigire hetanî tu di Macaristana Victor Urbanî de derkevî!
Derbaskirina hêla sor?
Di tevahiya sedsala borî de, hevalbendiya di navbera rastgir û rastgirên tund de her tim hêla sor bû û di bîra kolektîv a rastgiran de her tim girêdanek di navbera faşîzm, nazîzm û rastgirên tundrew de hatiye çêkirin.
Heya niha jî hevoka serokê berê yê Fransayê Jacques Chirac tê bîra me gişkan. Chirac di gera duyem a hilbijartinên sala 2002yan de gengeşeya bi Jean-Marie Le Pen re bi temamî red kir û biland 'Ez dê vê hêla sor derbas nekim û nîqaşê bi faşîzmê re nekim.'
Lê piştî van hilbijartinan, pirsa sereke ev e: Gelo li Strasbourga ku baregeha Parlamentoya Ewropayê lê ye, dê rastgirên Ewropayê vê hêlê derbas bikin û seba çêkirina piraniyeke reha ya bê hevrik xwe biavêjin ber tor û bextê koma Nasname û Demokrasiyê ku piraniya parlamenterên tundrew ên rastgirên radîkal li xwe digire?
Di rastiyê de, Ewropaya 2024an êdî ne Ewropaya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem e û di bin bandora guherînên siyasî, civakî, aborî, çandî û tew demografîk de jî pêkhateyên îdeolojîk, siyasî û civakî ya partiyên wê jî bi awayekî berbiçav hatine guhertin. Wekî mînak di salên 1950î yên sedsala borî de piraniya reha ya karkerên Fransayê dengên xwe didan Partiya Komunîst lê niha piraniya herî zêde ya heman karkeran dengên xwe didin Marine Le Pena ku 180 dereceyî ji Partiya Komunîst cuda ye.
Di rewşeke wiha de, texmîna derbaskirina hêla sor a dîrokî êdî ne tabu ye û em dikarin li benda çêbûna cure hevpeymaniyekê di navbera wan de bimînin.
Hevpeymaniyeke ku her du aliyan neçarî lihevkirineke di nîvê rê de bike û her du aliyan neçarî devberdana ji hin slogan, prensîb û daxwazên wan jî bike.
Dawî
Îslam, koçber, serpoş, teror, aboriya niştimanî, qanûna rewşa civakî, vegera li malbatê, dijberiya guhertina zayendî, mijara jiberbirina zarokan, paşê pergala reftara bi Amerîka, Rûsya û Çînê re, paşê jî navendîkirina artêşê û gelek mijarên din ew qad in ku rastgir û rastgirên tundrew li Ewropayê ji bo organîzekirina raya giştî ya civakên Ewropayê û bi destxistina dengên herî zêde bi kar tînin.
Ev kom lap nola beşeke girîng ji komên siyasî yên cîhanê, Rojhilata Navîn jî di nav de, guh nadin encamên dramatîk ên siyasî, aborî, civakî, leşkerî û ewlekarî yên gotar û çîrokên ku li ser van mijaran têne xêzkirin û weşandin.
Tiştê li nik wan girîng çêkirina fobiyayeke wer xofdar e ku bibe rêyek ji bo rêjeyeke herî zêde ya dengan bi dest bixin, paşê bi rêya vê yekê navendên biryargirtinê yên YEyê kontrol bikin.
Di rewşeke wisa aloz de ku nasyonalîzm û populîzm tev li hev dibin, lap mîna salên 1930î yên sedsala borî dema ku Hitler Almanya xist bin kontrola xwe, divê em êdî nefikirin ku çîroka Holocaustê qediyaye û dê careke din û bi gelek awayên din neyê dubarekirin.
Her tim di kûrahiya her civakekê de ejdehayek heye, ejdehayekî tundûtûj û hovane, mîna ku ji 7ê çiriya pêşîn a sala borî ve û heya vêga di navbera Filistîn û Îsraîlê de diqewime. Her dema ku ew ejdeha ji kontrolê derkeve, dikare bibe sedema karesatên mezin, tewra di civakên mirovî yên herî pêşketî de jî.
Belgeya herî baş jî şerên cîhanê yên yekem û duyem in ku zêdetirî 85 milyon mirovan di wan de hatin kuştin! Ev di demekê de bû ku mirovatî gihîştibû wê baweriyê ku bi saya modernîteyê dê Ewropa careke din nebe qada hovîtî û barbariyê.