Siyaseta Brîtaniya di dema du heftiyên borî de mijûl bû bi şopandina pirsa Margaret Thatcher serok wezîra berê ya Brîtaniyayê li gel texmînên cuda derbarê biryarên hestyar û yekalîker ên wan de.
Thatcher tevahiya jiyana min a xortaniyê dagir kiribû. Di sala 1979 de, dema ku weke serokwezîr hat hilbijartin, min hest kir ku sandîkayên karkerên Brîtaniyayê piştî şeş mehan dê wê bişkînin, lê belê piştî şeş salan wê dikarî serkeftinê li ser wan tomar bike piştî şeş mehan ji rojîgirtinê. Piştre jî, min beşdarî kir di hevpeymanekê de ji bo nehiştina siyaseta bacê ya Thatcher û ew baca ku li ser xelkê disepand bê ku guh bide mûçeyên wan. Ewê yekê qehreke pirr di nav xelkê de dirust kir lewra hinek hevkarên Thatcher di kabîneya sala 1990 de jê re gotin ku dest ji kar bikşîne.
Lê belê Magî, ev nasnavê ku hevkarên wê lê kiribûn, yek bû ji baştirîn serokwezîrên Birîtaniyayê di sedê bîstan de. Ew take jin bû ku dikarîbû bigihe lûtkê. Pirr fêmînîstan ew wek xwîşka xwe nas nedikirin, lê belê nimûneyeke alîkar bû ji bo ku deriyê siyasetê di rûyê jinan de were vekirin û niha jî pirrtirîn jin di bazinê siyasetê de ne.
Thatcher hemû siyaset û dezgehên ku di baweriya wê de aborî û siyaseta Brîtaniyayê lawaz dikin bi dawî anîn. Serdema paş cengê û bilindbûna kapîtalîzma Brîtanî, xercê welatiyan zêde kir û hejmara bêkariyê kêm kir û azadiya tak a kesane firehtir kir. Lê belê destpêka salên heftêyan ev geşbûn ji nişka ve rawestiya, ev yek jî bi sedema bilindbûna buhayê neftê bû ji aliyê OPEC ve ku bandoreke xirab li ser sîstema rêveberiya Brîtaniyayê kir û bi vê sedemê jî nikarîbûn ti plana demdirêj deynin.
Thatcher dikarîbû siyaseteke nû bîne holê ku armanca wê pêk dihat ji vejîna bazara Brîtaniyayê, guhdana sektora taybet, kêmkirina rola sandîkan û bihêzkirina pêgehê Brîtaniyayê. Sovyet jî nasnavê “xanima hesinî” lê kir. Alîgirên wê jî dibêjin ku serokê Amerîkayê Ronald Reagan ê ku jê ve nêzîk bû hevkarê wê bû ji bo dawîanîna cenga sar û ew jî pirr piştgira derxistina Sedam ji Kuwêt bû. Wê demê, Georges Bushê bav dilerizî. Cara dawî jî bi standina kendavên Falkland ji Arjentînê ku mezintirîn qumara Thatcher bû û bi mana wan jî egera şikestina wê hebû, dikarîbû posta xwe gereke din jî misoger bike.
Thatcher karîbû sektora enerjî, elektrîk û gihandina Brîtaniyayê bike sektora taybet, ku niha hinek di wê baweriyê de ne ku bazirgan bi şêweyekî berçav sûdê ji wê siyaseta Thatcher werdigrin û herwiha dikarîbû buhayê erdan daxe û vê yekê hişt ku xudanên erdan çarenûsa sermiyanên xwe diyar bikin ne ku sandîke.
Herwiha jî guhartineke fireh di berhemên Brîtaniyayê de kir ku hişt aboriya Brîtaniyayê vegere beramber rikaberên derve.
Lê belê tevî van guhartinên mezin, jiyana milyonan xiste bin metirsiyê de, bi taybetî nehiştina xaniyên hikûmetê ku girifta xaniyan mezintir kir.
Carekê Thatcher got “Aborî mêtod e û mebesta min ew e ku dil û giyanê wê biguherim”, lê belê ew kesên ku rexne lê dikirin digotin ku giyanê wê pirr bi ezîtî derket, û hineke din jî digotin ku ew zengilê hişyarkirinê bû.
Paşê jî hikûmeta wê sûdmend bû ji geşbûna petrola deryaya bakur ku wê demê ji sedî 16 ji dahata Brîtaniyayê pêk dianî. Neyarên Thatcher dibêjin ku ev geşbûna petrolê nehat bikaranîn ji bo avakirina pîşesaziya nû bi mebesta ragirtina rewşa aborî di dema xilasbûna petrolê de, lê belê alîgirên wê dibêjin ku alternatîv ji siyaseta Thatcher re nebû.
Di heman demê de, rexnegir û bi taybetî Partiya Parêzkaran dipirsin çima Thatcher rêya veguhastina petrolê li bakur hêsantir nekir, bi taybetî ku niha li navçeya bakur, rikaberên wê xudan bingeheke bihêz a dengderan e.
Ji mêj ve mirina Thatcher dihat çaverêkirin, lê belê dema bû girîngiyeke siyasî wergirt û gengeşe û nirxandina Thatcher tevlî hev bû. Ew jî veberhênanek bû ji bo wê yekê ku Partiya Parêzkaran dikarîbû destkeftek hebe ku mezinahî ji Brîtaniyayê re vegerand, lê belê di heman demê de jî gera jiyana rojane, wêneyê wê partiyê di nav xelkê de diyar kir ku wel “partiya dirinde” hat naskirin û ev nasnav jî wezîra navxwe ya niha Teresa May da vê partiyê ku ew jî wek Thatcher e.
Partiya Parêzkaran siyaseteke tund heye li hember penaberan, sextekarên çavdêriya saxlemiyê, tawanbar û babeta Ewropayê ku dibe ev yek jî pirr dengan jê re peyda bike di nav çîna karkeran de û wiha bike ku partiya Karkeran nermiyê bide xuyakirin li hember van kêşeyan, lê belê tevî vê yekê eger heye ku ev siyaseta wan were şikandin.
Sê serkeftinên Thatcher di helbijartinan de dibe ku wê yekê li bîra dengderan bêne ku nêzîkî 21 salan di wê demê de John Majorê parêzkar di hilbijartinan de serkeftin bidest xist. Thatcher weke serkirdeyekî dihat dîtin ku keş û hewa kiriye babeteke siyasî, bi wê armancê siyasetên xwe guhertin û kirin bazareke azadiya bikaranîna siyasetê.
Xanima hesinî standareke zêrîn anî holê di siyaseta Brîtanî de. Pirraniya wan karên ku Thatcher di salên heştêyan de kirin gellek gotin û behsan hildigirin, lê belê wek tiştekî normal li vê yekê tê temaşekirin, her weke çawa li damezrênerê xizmetên saxlemiyê ji aliyê Partiya Karkeran piştî cenga cîhanî ya duyem heta niha jî wek tiştekî pîroz tê temaşekirin.
Piştî sarbûna hestên xelkê û derbasbûna bîreweriyên du heftiyên borî, em dikarin baştir hukim bikin ka gelo mirina Thatcher ti cudahî dirust kir li ser pêgeha serkirdeyên siyasî yên îro.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse