Çarenivîsa berhemanîna 500 hezar bermîlên petrola Kurdistanê dê çawa be?

Sala borî (2022), Herêma Kurdistanê 144 milyon û 655 hezar û 614 bermîlên petrolê firot. Ango her roj 396 hezar û 310 bermîlên neftê. Di demekê de ku tomeriya berhemanîna li tevaya zeviyên petrolê ku 13 zevî ne, 158 milyon û 310 hezar û 152 bermîlên petrolê hatine berhemanîn. Rojane jî li hemî kêlgehan 433 hezar û 726 bermîlên petrolê berhem anîne. Lê bi sedema biryara Dadgeha Navbijîvaniya Navdewletî li Parîsê ku girêdayî Odeya Bazirganî ya Navdewletî ye, ku heya vê kêlîkê jî hûrguliyên wê yan naveroka wê bi temamî ne diyar e û hino hino eşkere dibe û her du aliyên pirsgirêkê xwe serketî dihesibînin û daxwaza qerebûyê dikin.

Ji aliyekê din ve jî, Herêma Kurdistanê ber bi girtina piraniya zeviyên neftê ve diçe. Di nav wan de zeviyên ku gaz jî li wan tê berhemanîn. Ji bilî çend bîrên neft û gazê ku dê bi parzûngeh û santralên berhemanîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê werin dayin.

Koma giştî ya ziyanan di encama wê biryarê de, bi tenê li ser proseya petrolê*1, li gor dahata sala borî rojane zêdetirî 34 milyon dolar e, her wisa ziyana ku bi tenê digihêje dahata Herêma Kurdistanê ku ji neftê tê bêhtirî 15 milyon û 500 hezar dolarî ye!

Her wisa, divê em balê bikişînin ser wê yekê jî ku ew zeviyên neftê yên ku di dema borî de ber bi berhemanîna gazê ve çûn ji ber berhemanîna petrolê, niha berhemanîna wê gazê jî li wan zeviyên neftê hatiye rawestandin. Ev yek dê bandorê li ser santralên elektrîkê bike ku gaz ji wan zeviyên neftê ji wan re dihat dabînkirin, xasma li Dihok û Germiyanê.

Li vir, em ê bi detayan li ser ziyanên girtin an ragirtina berhemanîna gaz û petrolê li wan zeviyên neftê ku li Herêma Kurdistanê hene rawestin. Em dê şewqeke zêdetir jî biavêjin ser nêzîkbûna berhemanîna neftê bi tenê ji bo parzûnê li hundir û rola welatên mîna Rûsya û Amerîka di nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê de, bi sedema rewşa ku di encama biryara ICC derket holê ku her du aliyên dozê daxwaza qerebûyê dikin û xwe serketî dihesibînin.

Gelo ji berhemanîna petrolê tenê ji bo rafînerkirinê nêzîk bûne?

Bi giştî hejmara blokên petrolê yên Herêma Kurdistanê ku neft li wan tê berhemanîn, 13 blok û zeviyên neftê ne, li hemî sînorê Herêma Kurdistanê ku blokên neftê yên Tawkê, Pêşxabîr, Serseng, Etroş, Şêxan, Eyn Sifinê, Serta, Hewlêr, Kelek, Xurmele Dom, Teqteq, Kormor, Qeredax û Serqela, her wisa zevîya neftê ya Binebawî.

Li gor daxuyaniya şirketên neftê û agahiyan, koma zevîyên neftê ber bi ragirtina berhemanîna neftê yan girtina kêlgehên neftê ve pêngav avêtine, piştî ku şiyana embarkirina wan berteng bû, ku hin ji wan pê re gazê jî berhem tînin. Weke li blokên Tawke, Pêşxabûr, Etroş, Şêxan û her wiha li kêlgehên din ên petrolê, ber bi ragirtin an kêmkirina berhemanînê ve çûne seba kêmiya şîyana depokirinê. Di demekê de ku majorîteya zeviyên neftê rasterast bi borî yan sîtêran bi boriyên hinartin û bikaranînê ve hatibûn girêdan.

Piştî blokên petrolê yên Tawkê û Pêşxabîrê, zeviya sereke ya petrolê ya Herêma Kurdistanê Xurmele ye ku vêga berhemanîn li çend bîrikan veragirtiye û girtine, asta berhemanînê  bi tenê ji bo palavtinê daxistiye, ev jî piştî tijebûna embaran.

Li Herêma Kurdistanê 4 parzûngehên mezin û sereke yên parzûna petrolê hene, lê li hemû bajaran parzûngehên biçûk ên nefermî jî hene. Parzûngehên sereke Kelek, Lanaz, Bazyan û Tawkê ne ku li gor agahiyan şîyana wan digihêje 265 hezar bermîlên neftê di rojekê de. Wek nimûne nûtirîn parzûngeh ku Lanaz e şîyana wê ya palavtina 75 hezar bermîlên neftê di rojekê de heye. Bazyan, ku pêşî 34 hezar û vê dawîyê jî şîyana palavtina wê bo 85 hizaran hate bilindkirinê. Kelek şîyana wê ya 100 hezar bermîlî heye û Tawkê şîyana wê ya parzûna 5 hezar bermîlên neftê heye.

Lê vêga parzûngeh bi vê kapasîteya ku hene naxebitin, wek mînak li gor agahiyan parzûngeha Kelekê rojane bi şiyana 45 heta 60 hezar bermîlî dixebite.

Ji vir dixuye ku heke hemû şiyana parzûngehan ji bo parzûna neftê bo navxwe were xebitandinê jî, nikare nefta li zeviyan berhemhatî werbigire, her loma jî piştî 5 rojan li benda gihiştina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, pêngav ber bi girtina bîrên petrolê hatin avêtin.

Ziyanên rojane yên girtina bîrên neftê ji detayên 2022an ve

Li sala 2022an, tevahiya petrola ku li Herêma Kurdistanê hatiye hinartin û bikaranîn (hilberandin) gihîştiye zêdetirî 158 milyon bermîlên petrolê, ku rojane 433 hezar û 726 bermîlên petrolê li hemû kêlgehan hatine berhemanîn.

Ziyanên darayî yên vê rawestandina berhemanîna petrolê, ji bilî ziyanên rojane yên Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê, bûye sedema nimzbûna bihayê pişka şirketên neftê li borseya cîhanî, ku li dema rawestandina hinardekirinê bi rêjeyên cihêreng kêm bûye. Roja çarşemê 29.03.2023 bihayê pişkên DNOya norwecî ji înê ve ku 11.56 kron bû daket 9.68 kronî, ango bi rêjeya ji %2.63. Her wisa, dê di dema pêş de bandoreke mezin li ser bihayê zeviyên neftê jî bike.

Heke em îsal jî bi tevayî asta berhemanîn û nirxê neftê fena par şirove bikin, nexwe rojane ziyanên vê ragirtinê 33 milyon û 784 hezar û 706 dolar e di karê nefta Herêma Kurdistanê de. Dahata rojane ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji petrolê tê 15 milyon û 643 hezar û 025 dolar e ku di tabloya 1 de hatiye nîşandan.

Encameke din a biryara ICC ne tenê girtina bîrên petrolê û rawestandina berhemanînê ye, li şûnê bandoreke mezin li ser kar û plana şirketan kiriye ku vêga piraniya şirketan planên xwe sererast dikin li hêla berhemanîn, geşkirin, kolana bîrên taze, firehkirina zeviyên neftê û tew karê karmendên xwe jî.

Her wisa, ziyaneke dî li pêş pêk tê ku bandorê li ser karê şirketan li Herêma Kurdistanê dike, heger Hewlêr û Bexda li hev nekin ji bo derxistina yasaya petrol û gazê li Iraqê dawîanîn li vê çîrokê ne ku mehane çi bigire vêga rojane ducar dibe.

Ji aliyekê din ve, hîna çend şirketên mezin ku li Herêma Kurdistanê dixebitin mane, wekî HKN, Taqe, DNO, Hunt Oil, Rosneft, Gazprom Neft, Christ Petroleum, Petoil, Western Zagros, Genel Energy, Gulf Keystone û Jay Shamaran. Evna mane û hevbeş in li xwedîkirina zeviyên neftê, ji bil şirketên cîhanî yên warê xizmetguzariya neftê nolî Schlumberger, Wiseford, Halburton, Novmet, Beatle, Oilserve, CNPC, TGT û CNL dixebitin û li benda rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ne.

Xişta 1: Koma proseya nefta Herêma Kurdistanê ya berhemhatî û firotî li 2022an

 

Jêder: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Daneyên vekirî

Biryara dadgeha ICC çi ye û rola Amerîka û Rûsyayê di nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê de ji bo gihiştina rêkeftinê

Xaleke dî ya balkêş li pêşhatên dûv biryara dadgeha ICC, daxuyaniya Wezareta Enerjiya Tirkiyê ye ku doza qerebûyê kiriye û, du jêderên berpirs ên dî yên Tirkiyê ku agadarî keysê ne dibêjin "Dadgehê Herêma Kurdistanê wek pêkhateyeke fermî ya Iraqê nas kir, ku bi saya girêbesta boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye, desthilata wê heye ku ji bo veguheztin, bikaranîn, gihîştin û depokirina petrolê bi Tirkiyê re tevbigere." Ev tê wê wateyê ku yekane desthilata ku Herêma Kurdistanê bi kar anî û dadgehê wek binpêkirina girêbestê dît "barkirin"a neftê ji bendera Ceyhanê heya nav keştiyên mişteriyan e.

Li beramber vê, Wezareta Petrolê ya Iraqê got "Qerebûkirin zaf ji wer zêdetir e û divê Herêma Kurdistanê biryarê cîbicî bike."

Niha biryara dadgeha ICC ne diyar e û aliyên dozê li gor berjewendiyên xwe bendên wê diweşînin û şirove dikin wek a ku Tirkiyê weşand. Her wisa tişta ku Wezareta Petrolê ya Iraqê daxwazê ji Herêma Kurdistanê dike ji bo pabendiyê. Ji ber vê jî divê ev biryar û naveroka wê bi temamî werin cîbicîkirin, ne ku bi tenê bendên ku Bexda daxwaza cîbicîkirina wan dike.

Di demekê de ku li gor agahîyan, kompaniyên Amerîkî yên ku di sektora neft û gaza Herêma Kurdistanê de kar dikin, li gel kongreya Amerîkayê û komîteyên pêwendîdar civiyan ji bo ku rola wan di handana Bexda û Hewlêrê de hebe ji bo ku piştî biryarê bigihêjin rêkeftinê.

Wek mînak jî, şirketa HKN, têkildarî vê rewşa ku şirketa wan tûşî wê hatiye, da zanîn ku di daxuyaniyekê de bang li rayedarên Amerîkayê kir ku "Hemî aliyan han bidin ji bo ku bi awayekê lezgîn biryareke kêrhatî bidin. Em bi çavê qencîyê li her çareseriyekê dinêrin ku rêza bendên peymanên me bigire û pereyên firotina petrolê li gor peymanan garantî bike. Baweriya me bi biryardan û çareseriya bilez di berjewendiya gelê Iraqê û di nav de Herêma Kurdistanê heye."

Di rastiyê de, aliyekê din jî girêdayî şirketên rûs ên li Herêma Kurdistanê ye, xasma Rosneft û Gazprom Neft ku dema borî ji ber cezayên Amerîkayê tûşî pirsgirêkan bûn, vêga jî bi sedema vê biryarê bi tenê Rosneft ku xwedîtiya ji %60ê guheztina boriya nefta Herêma Kurdistanê dike, rojane ziyana 451 hezar û 756 dolaran digihe wê.

Dawî

Qonaxeke nû ye ku Herêma Kurdistanê û çavkaniya wê ya darayî tûşî wê bûye ku Bexda hewl dide bi rêya bikaranîna dem û rewşê, Herêma Kurdistanê bi mercên wê razî bibe û bi wan birgeyan re tevbigere ku li qezenca wê ne, lê tevaya biryarê û naveroka wê li gor Tirkiyê, li berjewendiya Herêma Kurdistanê ye, ji koma 5 proseyên girêdayî vê dozê, Herêma Kurdistanê yan Tirkiyê yek ji wan binpê kiriye ku barkirina neftê bû.

Ziyanên van rojan bi dehan milyon dolar in ku dê di siberojê de pir zêdetir bandorê li ser sektorên din jî bikin, xasma xaniyan. Ev ji bilî ku dê ziyaneke herî mezin bigihe pîşesaziya gaz û petrola Herêma Kurdistanê û karkirina şirketan li Iraqê bi gelemperî û ne tenê li Herêma Kurdistanê.

Girtina zeviyên neftê û kêmkirina asta berhemanînê bo asta rafînerkirina li rafîneran piştî tijebûna embaran ziyanê digihîne hin zeviyên neftê, ev ji bilî ragirtina berhemanîna gaza ku ligel neftê tê berhemanîn.

Vê heftiyê civîna wezîrên OPEC û OPEC Plusê li roja 3ê nîsana 2023 li Viyêna birêve çû. Bê guman yek ji mijaran ev pirs bû, çimkî bêîstîqrarî li sûkan çêkiriye û nirxê neftê bilind kiriye bi rêjeya ji %4.2 yan bêhtir 3 dolaram, rojane nêzî nîv milyon bermîlên neftê jî li sûkan biriye, ku ev bêîstîqrarî jî ne bi dilê endamên OPEC û OPEC Plusê ye.

Bi rastî, a ku nedibû rû bide rû da, ku girtina zeviyên neftê û encamên wê ye. Lê divê Herêma Kurdistanê derfetên nêv biryara dadgeha ICC bi kar bîne wek wan 4 mafên “embarkirin, guheztin, bikaranîna reha, destgihiştin”ê ku daye nefta Herêma Kurdistanê û hemî li qezenca Herêma Kurdistanê ne. Li biryarê jî ne xuya ye kê serkeftî ye, Iraq an Tirkiyê çunke her du rex doza qerebûyê dikin.

Li dawiyê, hemî amaje ji bo wê yekê ne ku Bexda û Hewlêr ber bi rêkeftinê biçin, ku divê her du rex hest bi serkeftinê bikin, ne ku rexek serkeftî û rexek binkeftî be, çunke kêşe girêdayî çarenivîsa berhemanîna nîv milyon bermîlên neftê ye.        

1 Ango koma dahata nefta berhemhatî (hinartî û bikarbirî) ya Herêma Kurdistanê.