Tevî ku rûbera Rojavayê Kurdistanê ji parçeyên din ên welêt biçûktir e û hejmara şêniyên wê kêmtir e jî tevger û bizaveke wêjeyî, çandî û rewşenbîriyê ya berbiçav lê geş bûye. Bi taybetî jî çalakiyên wêjeyî û çandî yên ku bi Bedirxaniyan re dest pê kir, ji salên 30î yên sedsala bîstî û vir ve berdewam dikin.
Di vê rêwîtiya dûrdirêj de, tevî hemî astengî û keleman, kêmbûn yan nebûna derfet û şiyanan, hejarî û bêdewletbûnê, herwiha stemkarî û zordariya dijmin û neyaran jî qada çand û zimanê Kurdî li Binxetê bi gelek nav û kesayetan, kar û berhemên wêjeyî, hunerî û çandî xemilî.
Li vî parçeyê welêt gelek berhemên bi zimanê Kurdî, nexasim dîwan û kovarên Kurdî hatin belavkirin û weşandin.
Bi taybetî, di warê helbesta Kurdî ya klasîk û resen de, gelek helbestvanên Kurd li Binxetê derketin û di nav hemû Kurdan de nav û deng dan. Wekî Seydayê Cegerxwîn, Mela Ehmedê Namî, Mela Ehmedê Palo, Seydayê Tîrêj, Seydayê Keleş, Yûsivê Berazî (Bêbuhar), Hadiyê Behlewî, Mihemed Eliyê Heso, Ehmedê Şêx Salih, Xelîlê Sasonî û Mela Nûriyê Hesarî.
Helbet, bi daxwaza lêborînê, gelek navên din jî hene ku derfet nîne mirov di vê pêşgotina kurt de qal û behsa hemûyan bike.
Ev berhema li ber destê we, yek ji rêzeberhemên Tora Medyayî ya Rûdawê ye ku xwe daye ber çapkirin û weşandina berhemên helbestvanên Kurd, xasma yên Rojavayê Kurdistanê ku jinûveçapkirin û berhevkirina destnivîs û karên wan ên neweşiyayî pêwîstiyeke eşkere ye.
Karê yekem jî ku di vî warî de derket, Koberhemên Yûsifê Berazî (Bêbuhar) bû, di du cildên mezin de (2018). Ev berhem jî bi navê (Dîwana Mela Nûriyê Hesarî) ronahiyê dibîne.
Kurtejiyana Mela Nûriyê Hesarî
Helbestvanê Kurd Mela Nûriyê Hesarî sala 1934an li gundê Hesarê yê navçeya Kercosê ya Êliha Bakurê Kurdistanê ji dayik bû.
Mela Nûrî wekî Seydayê Pirêşan jî tê naskirin.
Navê dayika wî Xanim e, bavê wî Mela Yûsifê Emer e. Bavê wî mela bû û diya wî jî keça melayekî bû.
Sala 1940î, ango dema temenê helbestvanê me 6 sal bû, dayika wî li Hesarê koça dawî kir.
Bavê wî jî piştî wê bi 5 salan, ango sala 1945an çû ber dilovaniya Xwedê.
Mela Nûriyê ku di 11 saliya xwe de ji dê û bav sêwî dimîne, jiyaneke dijwar dît û paşê ew û kekê xwe Mela Hemîd ji bo xwendinê daketin Binxetê û çûn cem mala Şêx Ehmedê Xiznayê.
Mela Nûrî wekî piranîya hemdemên xwe xwendina olî di hicrikan de kir û dema temenê wî bû 20 sal, sala 1954an dest bi xwendin û nivîsandina bi Kurdî kir.
Ji wê çaxê û heta dawiya jiyana xwe, Mela Nûrî her mijûlî nivîsandin û afirandina nivîsar û helbestên Kurdî bû.
Mela Nûriyê Hesarî di jiyana xwe de çend xelat û rêzname wergirtin ku hinek ji wan ev in:
- Xelata Cegerxwîn a Afirandina Helbestê (2008)
- Bawernameya Rêzgirtinê ji Festîvala Helbesta Kurdî ya 12an a li Sûriyeyê (2007)
- Rêznameyek ji Dîdargeha Çand û Hunerê û Kovara Mewasimê
- Hevgirtina Nivîskar û Rojnamegerên Kurd a Sûriyeyê jî sala 2014an de jî xelateke bi navê Mela Nûrî da destpêkirin
Ji destpêka sala 1967an ve, Mela Nûrî li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê dijiya.
Mela Nûrî piştî nexweşiyeke dûrdirêj, 25ê Kanûna Paşîna 2011an, di 78 saliya xwe de li Taxa Qenat Siwêsê ya Qamişloyê koça dawî kir û li goristana Qidûr Begê hat veşartin.
Mela Nûrî bi zimanê xwe yê dewlemend û zelal gelek berhemên afirandin, hinek berhemên wî yên çapkirî ev in:
- Şoreşa Barzanî (Helbest-1995)
- Zeviyek Gazîdan (2000)
(Ev her du berhem cihê xwe di vê dîwanê de digirin li kêleka helbestên ku cara yekem tên weşandin.
Pêşgotina Zeviyek Gazîdanê ji hêla nivîskar Fewaz Ebdê ve hatibû nivîsandin.)
- Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî, 1996
- Rêziman û Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî ku ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve li Swêdê hat çapkirin.
Lê para bêhtir ji berhemên Mela Nûrî hîn jî destnivîs in û nehatine çapkirin.
Hinek ji berhemên Mela Nûrî yên ku nehatine çapkirin jî ev in:
- Rêzimana Kurdî,
- Ferhengeke Kurdî-Kurdî
- Ferhengeke Kurdî-Tirkî û Kurdî-Farisî
- Ferhenga Kurmancî-Kirmanckî (Zazakî)
- Mewlûda Pêxember
- Bîranîn
Ev pirtûk ji wan helbestên Mela Nûrî pêk tê ketin destê me. Ji ber vê yekê ez bi xwe jî nizanim gelo hîn helbestên wî yên din hene ku nehatine çapkirin yan na.
Lê ez dikarim bêjim ku tiştê ji xizm û malbata wî gihişte destê me ev bû.
Helbet li tenişta her du pirtûkên ku berê hatine çapkirin û weşandin ku min li jor qala wan kir û ew jî beşeka vê dîwanê pêk tînin.
Hêvî ew e ku ev berhem (Dîwana Mela Nûriyê Hesarî) bibe bingeh û lêvegereke baş û berfireh ji xwînerên Kurd re.
Mela Nûrî helbestvanê doza gelê xwe bû, aşiq û dildarê axa Kurdistanê bû û her tim li ser gel û welatê xwe dinaliya û dikir hawar û qîrîn. Digot:
"Welat êşa te dijwar e
Di rengê jan û mûmar e
Di dil de her wekî ar e
Wekî sertîr û mûkar e
Wekî jehra serê mar e
Li ser te ez pirêşan im."
Naveroka helbestên Mela Nûrî bi giştî welatperwerî ne.
Pir baweriya Mela Nûrî bi rêbaza serkirdeyê Kurd Mela Mistefa Barzanî dihat û wî ev rê û rêbaz wekî rêya felat û rizgarkirina gelê Kurd û Kurdistanê didît, lewma jî wî dîwaneke xwe bi temamî terxanî Barzaniyê Nemir kir û navê wê jî kir Şoreşa Barzanî.
Ez ji pêşgotinên dirêj hez nakim. Lewra ez li vir radiwestim, di navbera xwîner û bexçeyên rengereng ên melayê me de nabim berbend.
Lê ez li vir pêwîst dibînim li ser piştigiriya wî ya ji bo vê projeya hêja û binirx û herwiha piştigiriya wî ya ji bo çand û hunera Kurdî spasiyeke taybet pêşkêşî Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed bikim.
Spasiyeke din jî diyarî mamosteyê hêja Xalid Cemîl Mihemed dikim ku kedeke helal li ser vê berhemê xerc kir û berhem di bin çavan re derbas kir.
Her wiha ez destxweşiyê li hevjîna xwe Lorîn Çeto dikim ku bêyî keda wê ya berbiçav û gelek, zehmet bû ev berhem ronahiyê bibîne û bibe çirayeke li pêşiya helbesthezan.
TÊBÎNÎ: Ev nivîs, ji pêşgotina ku Besam Mistefa ji bo çapa berhemê nivîsiye hatiye wergirtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse