Rageşiya Amerîka û Îranê ya li Îraqê ber bi kû ve diçe?

05-02-2024
Newzad Hêtotî
Nîşan Amerîka Îran Îraq Grûpên Çekdar Rageşî
A+ A-

Hevdemî geşedanên leşkerî yên şerê Xezayê û gurbûna şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Tevgera Hemasê de û pêkutiya Tel Evîvê li ser şikandin û têkbirina Hemasê li devera Xezayê, li Îraqê jî hevrikiya di navbera Amerîka û hêzên girêdayî Îranê de ber bi alozî û rageşiyeke mezintir ve diçe.

Şerekî sînordar

Tevî ku hevrikiya di navbera hêzên girêdayî Îranê ku navê Eniya Berxwedana Îslamî li xwe kiriye û Amerîkayê de hîn di asteke sînordar de ye lê ger neyê kontrolkirin dibe ku ev hevrikî di dawiyê de ber bi hêleke xofdartir ve here, xasma ger êrişên komikên çekdar ên Şîe yên li ser hêzên Amerîkayê berdewam bikin.

Ji bo bersivdana êrişên berdewam ên hêzên ser bi Îranê ve, Amerîka çend caran wekî karvedan êrişî baregehên milîsên Şîe û Artêşa Qudsê li Îraq û Sûriyê dike. Wekî mînak,  4ê Kanûna Paşîna îsal (2024), droneke Amerîkî baregeha Lîwaya 12an a Tevgera Nucebayê ya girêdayî Heşdî Şebiyê li Kolana Filistînê ya li Bexdayê kir armanc û di encama vê êrişê de çend serkirdeyên Heşdî Şebiyê hatin kuştin û birîndarkirin.

Komikên dûvelankên Îranê û armancgirtina Amerîkayê

Di rastiyê de, gelek merem û armancên Îranê û hêzên wê yên biwekalet ji armancgirtina hêzên Amerîkayê yên li deverê hene: Îran dixwaze fişarekê li ser Amerîkayê çêbike ji bo ku li hêlekê alîkariyên xwe yên ji bo Îsraîlê di şerê Xezayê de rawestîne, li hêla din jî Tel Evîvê neçar bike ku êrişên xwe yên li ser Tevgera Hemasê rawestîne.

Îran, nemaze Artêşa Qudsê, roleke sereke di navtêdana Hemasê de lîst da ku 7ê Çiriya Pêşîna par êrişî Îsraîlê bike. Îran û Hemas di wê baweriyê de bûn ku berteka Îsraîlê mîna carên berê dê sînordar be û li dagirkirina devera Xezeyê nafikire.

Berdevkê Artêşa Pasdaran Remezan Şerîf 28ê Kanûna Pêşîn a sala 2023yan, di daxuyaniyekê de gotibû ku êrişa Hemasê ya li ser Îsraîlê heyfhilanîna kuştina Qasim Silêmanî bû.

Herçiqasî paşê ji ber karvedan û dilgiraniyên Hemasê, Artêşa Pasdaran ji vê daxuyaniyê poşman bû lê bê guman di handana Hemasê ya ji bo êrişkirina ser Îsraîlê de, Îranê roleke kartêker gerand. Loma niha Îran û komikên wê yên biwekalet li hemberî raya giştî ya cîhana Misilman û Ereban tûşî şermezariyê bûne çimkî wan pêşî nav di Hemasê da û niha jî wekî pêwîst wê naparêzin. Bi taybetî piştî wan fêm kir ku hesabên wan çewt bûn û vê carê Îsraîl dixwaze Hemasê bi temamî xopan bike.

Vekişîna Amerîkayê ya ji Îraqê armanceke din a sereke ya komên çekdar ji êrişên li ser Amerîkayê ye. Îran û dûvelankên wê bi awayekî darîçav li ser vê xalê dixebitin da ku Amerîka bi tevahî ji Îraqê vekişe.

Bêguman sedema vê yekê jî ew e ku hebûna Amerîkayê ya li Îraqê wekî astengiya herî mezin li pêşiya siyaset û ajendayên Îranê û hevpeymanên wê nexasim li Îraq û Sûriyeyê tê dîtin.

Dibe ku sedemeke din a wan êrişan navtêdana Rûsyayê be. Sedema vê jî ew e ku dibe ku Rûsya bêtir nav di Îran û hevpeymanên wê bide ku êrişî Amerîkayê bikin da ku bêtir bên mijûlkirin û girîngiyeke kêmtir bidin meseleya Ukraynayê.

Siyaseta Biden a rawestandina êrişên komên çekdar

Siyaseta rêveberiya Biden li hemberî êrişên dûvelankên Îranê li ser baregehên wan ên leşkerî dualî bû. Ji aliyekî ve, di warê siyasî û dîplomatîk de, hewl hatiye dayîn ku zextan li ser Îran û hikûmeta Îraqê çêbike da ku êrişên xwe rawestînin.

Roja 5ê Çiriya Paşîna par Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken seriyek da Bexdayê û rasterast bi Sûdanî re civiya û têkildarî berdewamiya êrişên komên Şîe yên li ser Amerîkayê hişyariyeke tund da Bexdayê. Di wê serdanê de, Amerîkayê hin peyamên girîng dan Bexdayê.

Blinken pir bi zelalî ji Hikûmeta İraqê re got ku divê erka xwe pêk bîne da ku rê li ber êrişên komên milîs ên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê bigire.

Blinken eşkere got, gefên ku ji hêla komên nêzî Îranê ve tên xwarin, bi temamî nayên qebûlkirin. Amerîka li hemberî êrişên li ser berjewendî û baregehên xwe yên leşkerî bêdeng namîne. Eger êriş berdewam bikin, Amerîka dê rasterast komên milîs bike armanc û wan bi êrişên leşkerî re rû bi rû bihêle.

Xaleke din a girîng jî ew bû ku Amerîka Hikûmeta Îraqê han da ku rê nede komên milîs bi mûşek û dronan bi rêya Îraqê êrişî Îsraîlê bikin û sînorekî ji wan re deyne. Blinken tekez kir ku ew naxwazin şerê Xezeyê berfirehtir bibe lê ger Îran an hevalbendên wê eniyeke din a şer vekin, dê rasterast li Îranê bidin.

Di vê derbarê de Anthony Blinken di serdana xwe ya Bexdayê de got ku ew naxwazin bi Îranê re rûbirû bibin, lê ji bo parastina hêz û welatiyên xwe dê hemû tedbîran wergirin.

Ji aliyekî din ve jî dema ku rêveberiya Biden dibîne ku hikûmeta Sûdanî li hemberî rawestandina êrişên komên çekdar bêçare ye û wekî pêwîst seba ragirtina êrişên wan kar nake û êrişên leşkerî yên bisînor li dijî van koman pêk aniye.

Xala herî girîng a van êrişan jî ew e ku berê li Sûriyê zêdetir komên çekdar dihatin armanckirin lê niha Amerîka li ser axa Îraqê û li Bexdayê van koman dike armanc.

Helbet çend peyamên girîng ên vê yekê hene: Amerîka ji siyaseta hikûmeta Sûdanî û bêhelwestiya wê li hemberî dûvelankên Îranê di êrişkirina ser baregehên wê yên leşkerî li Îraq û Sûriyê dilgiran e.

Xaleke din a girîng jî ew e ku Amerîka êdî parêzbendiyê nade komên milîs ên li Îraqê û wan dike armanc. Bi taybetî di serdema rêveberiya Biden de heta astekê hewl dan ku Amerîka bi binpêkirina serweriya axa Îraqê neyê sûcdarkirin. Ji ber vê yekê jî berê Amerîkayê ji Îraqê zêdetir hêzên Şîe yên li Sûriyeyê dikirin armanc lê êrişên vê dawiyê yên Amerîkayê yên li ser dûvelankên Îranê nexasim li Cirf Sexrê û Bexdayê nîşan didin ku êdî Amerîkayê dev ji vê siyasetê berdaye û rê nade ku milîsên Şîe serbest li Îraqê bigerin û berjewendiyên Amerîkayê têxin metirsiyê.

Ji hêla leşkerî ve, siyaseta Biden li hemberî komên milîs zêdetir di stratejiya bersivdanê de (Deterrence policy) tê dîtin ku armanca vê siyasetê ew e ku tu wiha li dijminan bikî ku bitirsin an jî xwe ji êrişkirina li ser te dûr bigirin çimkî dizanin ku ew ê bi cezayên giran û bersivên tund re rû bi rû bimînin.

Niha siyaseta Biden li hemberî Îranê û kulmên leşkerî ku li dûvelankên wê dide, zêdetir ji bo wê yekê ye ku ji wan re bibêje ku her êrişeke li ser berjewendiyên Amerîkayê bê bersiv namîne û dê bi cezayên giran re rû bi rû bimîne.

Lê dîsa jî hin çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku Biden hîn di cîbicîkirina vê stratejiyê de bi ser neketiye, nemaze bersivên wî yên ji bo cezakirina komên çekdar ne di wê astê de ne ku van grûpan ji êrişkirina ser baregehên Amerîkayê bitirsîne.

Parastina berjewendî û pêgehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê sedemeke din e ku Amerîka di çarçoveyeke berteng de êrişî bingehên komên çekdar û milîsan dike.

Bi gelemperî asta rageşiyên di navbera hêzên biwekalet ên Îranê û Amerîka li Îraqê hîn sînordar e û ne Îran û ne jî Amerîka naxwazin ev alozî ji kontrolê derkevin.

Ji aliyekî ve rêveberiya Biden meha çiriya paşîna îsal (2024), bi hilbijartinan re rû bi rû dibe û gurkirina şerekî din dê zirareke mezin bigihîne statûya wî.

Di heman çarçoveyê de, Îran û hêzên ser bi wê ve naxwazin şer li Îraqê mezin bibe çimkî dê ji gelek aliyan ve ziyanên mezin bibînin.

Loma bilindkirina asta arîşeyan bi Amerîkayê re metirsiyên jidil li ser desthilat, berjewendî û hikûmeta wan çêdike û tewra egera rûxandina hikûmeta Sûdanî jî derdixe holê.       

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst