Baqî Xido (1913 - 2009)
Dengbêjê Deyşta Sirûcê û Herêma Kobanî Baqî Xido, di sala 1913an de li gundê Miktelê yê ser bi Kobanî ve ji dayik bûye, lê nasnameya wî li ser gundê Şêranê hatiye tomar kirin, ji ber ku demekê li wir jiyana xwe derbas kiribû.
Navê bavê Baqî Xido, Xidoyê Hindawî bû, û navê dayika wî jî Emşa Mesto bû, û 2 xwîşkên wî hene, û ew 2 caran zewiciye, û 12 kur û 8 keçên wî hene, ku heta niha zarok û neviyên wî li bajarê Kobanî dijîn.
Baqxî Xido di destpêka jiyana xwe de, heta pola 5an li dibistanê xwendiye, û di temenê xwe yê derdora 15 salî de, dest bi dengbêjiyê û gotina stranan kiribû, Şêx Nebî neviyê Baqî Xido ku ew jî dengbêje, dibêje, ku Baqî Xido ji bavê xwe Xidoyê Hindawî û Mişoyê Bekabûrê Berazî fêrî stranbêjiyê bûye, û gelek stran ji berhemên xwe gotine, û hinek jî destan û stranên Kurdistanî ne.
Kemanîstê ji Kobanî Mihemedê Dûman ji Baqî Xido re li kemanê dixist, û herdu tembûrvanên ji Kobanî Hemedê Hadî û Mihemedê Gulî jî jê re li Tembûrê dixistin.
Nivîskarê kurd Şahînê Bekirê Soreklî dibêje, ku dengbêjê koçkirî Baqî Xido, Destana Dewrêşê Evdî wekî çîrok tomarkiribû, û di sala 1987an de ji wî re şandibû, wî jî ew destan nivîsandiye, û wekî pirtûk çap kiriye, ku ana di nav destên xwendevanan de ye.
Destana Dewrêşê Evdî gelek dengbêjên kurd bi şêweyê xwe gotine, lê Baqî Xido jî bi şêweyê xwe yê taybet gotiye, û cihekî bi nirx di nava kurdan de girtiye, û bûye yek ji jêderên sereke ji wê destanê re.
Ji bilî kurdan, miletên din jî bi riya Baqî Xido guh dane çand û dîroka kurdan, wekî mînak, xanimeke Siwîserî Têza xwe ya Diktora bi zimanê Inglîzî li ser destana Dewrêşê Evdî yak u Baqî Xido gotiye, çê kiriye.
Hunermend Miço Kendeş li ser dengbêjiya Baqî Xido dibêje, ku dengbêjiya Deyşta Sirûcê li cem Baqî Xido rawestiya ye, ji ber ku nifşê piştî Baqî Xido, derfetên wan zêdetir û ferehtir bûn, û nûnerê dengbêjiya Deyşta Sirûcê, Baqî Xido ye, ne tenê çîrokên Kurdistanê gotine, lê Baqî Xido bi ziman û taybetmendiya Deyşta Sirûcê stran gotine û pêşkêş kirine.
Bavê Baqî Xido û Mişoyê Bekabûrê di jiyana xwe de seredanan Mîr Celadet Bedirxan li Şama paytexta Sûriyê kiribûn, û wê demê Mîr Celadet Bedirxan nivîsek li ser seredana wan di Kovara Hawarê de nivîsandibû.
Baqî Xido jî di demekê de hatibû, ku dezgehên medya kurdî û derfetên pêwist gelekî kêm û lawaz bûn, lê tevî wê jî, berhemên Baqî Xido zindî mane û heta niha jî xelk lê guhdarî dike.
Zarok û neviyên Baqî Xido jî stranên wî dibêjin, wekî Enwer, Cemal, û neviyê wî Şêx Nebî, û ew hewil didin ku berhemên Baqî Xido zindî bikin, lê ew dibêjin ku gelekî zehmete ku kesek bikaribe, di asta Baqî Xido de stranên wî bibêje, tevî ku nêzîkî giyanê wî dibin, lê ew nikarin di asta Baqî Xido de stranên wî bibêjin.
Dengê Baqî Xido dengekî gelekî taybete ji aliyê teknîka stranbêjiyê ve, eger ku kesekî dirêj li Baqî Xido guhdarî nekiribe, zehmete ku bikaribe nêzîkî dengê wî bibe, û ti bandora ji derveyî Deşta Sirûcê û herêma Kobanî lê nebûye.
Hunermendê kurd Şivan Perwer jî di berhemeke xwe de behsa rola Baqî Xido kiriye û dibêje, ku wî dîrok û çîrokên mêrxwazî û evîndariyê gotine.
Baqî Xido di jiyana xwe de melayetî û xocelixî li hin gundên Herêma Kobanî kiribû, û gelek kes li ber destên wî fêrî xwendinê bibûn, herweha Baqî Xido di jiyana xwe de, derdora 2 salan çawîşê şarederiya Kobanî bû.
Baqî Xido di jiyana xwe de fêrî 5 zimanan bibû, ew jî zimanên: Kurdî, Erebî, Turkî, Ermenî û Frensî bûn, û ew li her 4 welatên Sûriyê, Turkiyê, Iraqê û Lubnanê geriya bû, û carekê ew û kemanîst Mihemed Xelîl Xazî ji aliyê Komeleya El-Erz ve bo welatê Libnanê hatibûn vexwendin.
Baqî Xido di 7ê Şubata sala 2009an de li bajarê Kobanî koça dawiyê kiriye, û xelkê Kobanî bi merasîm û beşdariyeke cemaweriye mezin, xatir jê xwestin, û ew bi şêweyekî pir bi rêz û bi nirx hate oxir kirin, û li goristana gundê Termik li Kobanî hatiye binax kirin.
Hewlêr: 09-02-2022
Rêzenivîsên Imer Kalo “Ji Rûpelên Kobanî”:
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse