Girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û dersên bijarte

Amed Tîgrîs 

Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî û rewa ye ku nayê gotûbêjkirin. Ji aliyê mafên mirovan û demokrasiyê ve jî prensîbeke sereke û bingehîn e. Astengkirin û qedexekirina perwerde û hînkirina zimanê dayikê tawanbarî û rûreşiyeke mezin, qirkirina çandî û birîndarkirina demokrasiyê ye. Zimanê dayikê nasnameya mirov e. Mirov bi ziman, çanda xwe ji gelên din cuda dibe û tê nasîn. Ji ber vê hindê tê gotin ku ziman nasname û pasaporta mirov e. Ziman di heman demê de perçek ji kesayetiya jiyana mirov a fîzîkî, rûhî û manewî ye. Ya sosyolojîk û psikolojîk e. Di term, têgeh û gotinên her zimanî de du beşên ciyawaz hene. Yek wateya sade û ya din jî naverok e. Mirov dikare gotin û termên sade ji aliyê wate ve wergerîne zimanekî din; lê ji aliyê naverokê ve nikare bi awayekî giştî û rêkûpêk wergerîne. Ji ber ku her ziman xwedî koda çandeke taybetî ye û naverok tên guhertin. Di nav çandê de ziman, wêje, folklor, hest, dîrok, tore, rîtuel û gelek berhem û hêjayiyên gelêrî hene. Divê mirov van berhem û hêjahiyan biparêze û wenda neke. Ev hemû bi perwerdehiya zimanê dayikê tên pêşxistin, xurtkirin û  parastin. Pêwîst e ku mirov bi zimanê dayikê perwerde bibe û gencîna çanda xwe ya dêrûn (qedîm) a hezar salan biparêze. Di vê mijarê de gelek kesên ku haya wan ji girîngiya ziman tune ye û dibêjin “ziman di nav peywendiyên mirovan de alaveke pir basit e. Rola ziman bi tenê ji hevdu têgehîştin e. Ev jî karekî hêsan e. Mirov du zimanan bizane dikare hemû arîşeyên xwe çareser bike.” Loma gelek Kurdên me yên Bakur bi Tirkî dipeyivin û bi axavtina xwe ya bi Tirkî jî ser bilind û şareza ne. Dibêjin,  “em bi Tirkî dizanin, em çima bi Kurdî bipeyîvin? Kurdî axavtin ne lazim e…” Ev dîtineke gelek çewt e û bingeha xwe ji axaftineke serokê Sovyeta Kevn Josef Stalîn digire. Dîtîn li dijî zanist û demokrasiyê ye û ji asîmîlasyon û jenosîdê re rê û rêbazan vedike û rewa dibine.

Nivîskar û zimanzanê fînî Anttî Jalava giringî û têviliyên zimanê dayikê û yê biyanî weha şirove dike:

“Zimanê dayika min çermê min û zimanê din jî dişibe cilûbergên min. Mirov kengî bixwaze dikare cilûbergên xwe biguhêre û li gorî dilê xwe cilûbergên nû li xwe bike. Lêbelê ne gengaze e ku mirov bikaribe çermê xwe biguhere.”[1]

Di serdema me de bi seden rêxistin û komîsyonên navnetewî li ser girîngî û pêwîstiya zimanê dayikê lêkolîn kirine û gihiştine encamên berbiçav. UNESCO di sala 2000î de roja 21 Sibatê kir “Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” û li her dera cîhanê roja 21 Sibatê bi çalakiyên curbecur pîroz kir û heta îro jî dike.

Herweha Yekîtiya Ewropayê jî li ser ziman qanûn û prensîpên girîng pêkanî. Di qanûna xwe ya bingehîn de sê madeyên pir girîng bicî kir. Ew hersê made weha ne:

  • Ziman mafekî welatiyan e û li Ewropayê kevirê hîmê demokrasiyê ye
  • Ziman pirseke wekheviyê ye. Wekheviya nav gel û takekesan e
  • Ziman pirseke aştiyê ye ku ev aştî beşek ji prosesa Yekîtiya Ewropayê ye[2]

Bi pejirandina vê qanûnê re dewletên ku endamê Yekîtiya Ewopa ne, li Parlamentoya Ewropayê bi zimanê xwe dipeyîvin û bi zimanê xwe dinivîsin.Yekîtiya Ewropa mecbûrî kir ku biyanî û kêmnetewiyên ku li welatên endamên Yekîtiya Ewropa dijîn, divê bi zimanên xwe perwerde bibin. Ev mafekî wan ê sirûştî û qanûnî ye.

ENCAMA DESTKEFTINÊN PERWERDEHIYA ZİMANÊ DAYIKÊ

Li ser encam, sûd û destkeftinên perwerdeya zimanê dayikê gelek lêkolîn hatine kirin. Ez dikarim ji wan hin sûd û serkeftiyan weha xal bi xal rêz bikim:

  • Şagird bi saya Perwerdehiya zimanê dayikê dibe xwedî paye, di civakê de serbilind dibe
  • Cudabûna gelê xwe, ziman, wêje, dîrok û çanda gelê xwe û yên din têdigehe û xwedî lê derdikeve
  • Kesayetî û bixwe baweriya wî/wê xurt dibe
  • Hizir û raman pêş dikeve
  • Bi alîkariya zimanê xwe, zimanê biyanî zû fêr dibe
  • Bi hêsanî du zimanan bi hevdu re berawird (muqayese) dike û zû baş digehe encameke pozîtîv
  • Ligel duzimanî, dibe xwedî duçandî
  • Rola xwe baş têdigehe û dikare ji kesên din re bibe alîkar
  • Ligel hestên wekhevî û alîkariyê xurt dibin

NÎVZIMANÎ

Piraniya şagird an xwendekarên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nabînin, dibin nîvzimanî. Dema perwerdehiya zimanê dayikê qedexe be an tune, zarok bi zimanekî din herin dibistanê bi wî zimanê biyanî perwerde bibin, gelek zehmetî dikşînin û piraniya wan di dersên xwe de û piştre di jiyana xwe de bi sernakevin. Ne baş zimanê xwe û ne jî baş wî zimanê biyanî yê ku pê perwerde dibînin baş fêr nabin. Di encamê de dibin wekî marê piştşiketî. Nîvzimanî dibin. Herdu zimanan têkil dikin, dibe xilt. Dev ji dibistanê berdidin, direvin û dibistan ji wan re dibe zindan. Dibin şerûd û heta di nav wan de kesên krîmînal peyda dibin. Beşek jî bi zehmetî dibistana seretayî diqedînin. Îro piraniya zarokên Kurdên Bakurî nîvzimanî ne. Ne baş bi Tirkî û ne jî baş bi Kurdî dizanin. Helbet ez behsa îstîsnayan nakim, behsa arîşeyeke (problemeke) giştî dikim. Mixabin li Bakur di warî xwendinê de statîstîk tune ku mirov bizanibe ka ji sedî çend zarokên Kurdan dikarin heta zanîngehê bixwînin û çend piştî dibistana seretayî û navîn dev û dest ji xwendinê berdidin.

LI SWÊDÊ PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ

Li Swêdê ji salên 70î ve perwerdehiya zimanê dayikê heye. Min jî di sala 1984an de li Staockholmê dest bi mamostetiya Kurdî kir. Swêdê perwerdehiya zimanê dayikê girt nav bernameya (mifredata) Perwerdehiya Swêdê ya netewî. Mafê Perwerdehiya bi zimanê dayikê ji zarokxanê dest pê dike û heta dawiya amadeyiyê (lîseyê) dom dike. Bi tenê li zanîngehan perwerdehiya bi zimanê dayikê tune ye. Ji derî zanîngehan li her pol û astên dibistanan de mafê perwerdehiya zimanê dayikê heye. Heta li dibistanên temenmezinan jî mafê perwerdehiya zimanê dayikê heye. Wek nimûne, kesên temenmezin ku ji welatên xwe tên û li dibistanan hînî Swêdî dibin, mafê wan jî heye ku bi zimanê xwe jî ders bibînin.

Li Swêdê li ser daxwazên dê û bavan rêveberê (rektor) her dibistanekê mecbûr e ku ji zarokên biyaniyan re mamosteyê bi zimanê wan bibîne. Li dibistaneke Swêdî yek şagirdekî biyanî jî hebe, rektor hewl dide ku jê re mamoste bibîne, destmiz an mûçeyê mamoste bide. Heke li dibistanekê ji heman zimanî ji yekî bêtir şagird hebîn ji wan re jûr (polek) amade dikin bi zimanê wan di hefteyê de herî kêm du saet perwerdehiya zimanê dayikê dibînin. Heke di heman dibistanê de  hejmara zarokan zêde be li gorî asta polan çend ders tên dayîn. Ji derveyî van saetên perwerdehiya bi zimanê dayikê zarokên ku di dersên xwe de lawaz bin, mamosteyê pola Swêdî ji wan re bi zimanê wan çend dersên alîkariyê dixwaze. Mamosteyên zimanê dayikê ji bo wan zarokên lawaz di heftê de çend saet yan diçe di polan de alîkariya wan dike yan jî li ser çi bixebitin pirtûk, materyan ji mamostê polê digire wan zarokan dibe li jûreke din bi zimanê wan alîkariya wan dike. Ew alîkarî dikare di dersa Matematîk, Dîrok an derseke din be. Cî û mijarên ku tênagehîn ji wan re vedibêje.

Di Perwerdehiya zimanê dayikê de bi tenê hînkirina ziman, xwendin û nivîsandinê tune ye. Şagird bi nivîsandin û xwendinê re, gramer, wêje, dîrok, cografya, edet, folklor, ol û rîtuelên civaka xwe jî hîn dibin. Xwe û civaka xwe di nav civaka Swêdî de biçûk û kêm nabînin û bi xwe, bi zimanê xwe, bi welatê xwe, çanda xwe serbilind û payedar dibin. Bi wê zanebûnê bi civaka Swêdî re diguncin û dibin xwedî du çandên cuda û dewlemend.

Bi qasî 10 salan berî niha dema min li Stockholma paytexta Swêdê mamostetiya Kurdî dikir li Stockholmê bi 100 zimanên cuda Perwerdehiya zimanê dayikê hebûn. Ew biyaniyên ku ji nav sînorê Tirkiye hatibûn li Stockholmê bi Kurmancî, Erebî, Suryanî, Yunanî û Tirkî perwerdehiya zimanê dayikê dîtin. Di gelek dibistanan de pola min û ya mamosteyê Tirkî û Suryanî cîranên hev bûn. Me mamosteyên Kurdî, Suryanî, Erebî û Tirkî gelek caran alîkariya hevdu dikirin.

Li dibistanên Swêdî puan an not heta pola 8an tune. Şagird bê puan ji pola 7an derbasî pola 8an dibin. Li pola 8 û 9an û li lîseyê puan hene. Puanên zimanê zikmakî asta dîplomayan bilind dike. Loma ji pola 8an heta dawiya lîsê hejmara şagirdên zimanê zikmakî zêde dibin. Ji bo çûndina zanîngeh û dîtina kar û bar perwerdehiya zimanê dayikê derfeteke pozîtîv û baş e.

Li Swêde li gorî statîstîka sala 2015,  20 zimanên mezin hene. Kurdî di rêza 5an de ye. Li gorî mezinahiya zimanan lîste weha hatiye rêzkirin:

1.Swêdî, 2.Erebî, 3.Fînî, 4.Bosnî, Kratî, Sirbî û Montegrî (herçar zimanan wek zimanek dihesibînin) 5.Kurdî, 6.Polonî, 7.Spanî, 8.Farisî, 9.Almanî, 10.Denmarkî, 11.Norwecî, 12.Îngîlîzî, 13.Somalî, 14.Aramî, 15.Tirkî, 16.Albanî, 17.Taylandî, 18.Rûsî, 19.Macarî, 20.Kantonî[3]

LI TIRKIYEYÊ PERWERDEHIYA ZIMANÊ BIJARTE

Ji sala 2012an ve li Tirkiyê jî perwerdehiya zimanê dayikê dest pê kiriye. Di hefteyê de du ders mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê heye. Ji van du ders an du saetan re şert û bend danîne. Yek divê dê û bavê zarokan ji bo perwerdehiya zimanê dayikê form dagirin û serî li rêveberê dibistana zarokên xwe bidin û bêjin ku “em ji bo zarokên xwe dersa hilbijartî ya Kurdî dixwazin.” Piraniya dê û bavan haya wan dersa hilbijartî tune.  Rêveber ji bo ku Kurdî hilnebijêrin hezar dek û dolaban digerînin û astengan derdixin. Dê û bav divê hişyar bin û di hilbijartina dersa Kurdî de bi israr bin. Şertek jî jê ew e ku divê di dibisatnekê de 10 şagird hebin ku perwerdehiya zimanê dayikê dest pê bike . Dema hejmar kêm be, îmkanên perwerdehiya zimanê dayikê tune ne. Heta ji destê rêveberan tê hejmarê dixin bin 10an. Di şûna hilbijartina dersa Kurdî de rêveber berê dê û bavan dide hilbijartina dersên olî. Ji ber ku di nav dersên hilbijartî de dersên olî jî hene. Wek dersa Quran û jiyana Hz. Muhammed. Dixwazin dê û bavan bi hasasiyeta olî bixapînin.

Hinek dê û bav û derdorên Kurd jî dibêjin, “ma mafê me Kurdan dersa hilbijartî ye. Ev kêm e û em tên xapandin. Em zarokên xwe naşînin dersa Kurdî…”  Ev dîtin û helwest ne rast e. Rast e, em Kurd li ser axa xwe gelekî binecî û pirhejmar in. Li Bakur 40 mîlyon Kurd hene. Mafê me ne dersa hilbijartî, mafê me perwerdehiya ji zarokxanê heta zanîngê heye ku perwerde bi Kurdî be û piştre bi zimanê xwe kar bibînîn. Lê niha fersendeke biçûk be jî ketiye destê me Kurdên Bakur û divê em vê fersendê baş bi kar bînin. Zorê bidin rektorên (rêveber) dibistanan û ku zarokên xwe qeyd bikin. Vê gava biçûk bi avê re ber nedin. Bila zarok herin Perwerdehiya Kurdî qet nebe, dê bizanibin bi Kurdî jî perwerde dibe. Zimanê wan jî zimanekî qedîm û hêja ye. Bawerî û hestên netewî bi wan re çêdibin. Alfabeya Kurdî hîn bibin. Bikaribin bi Kurdî bixwînin û binivîsin. Li malê dê û bavên wan alîkariya wan a Kurdî bikin û bi wan re Kurdî biaxivin. Pirtûk û metaryalên Kurdî werin çapkirin. Mamosteyên Kurdî zêde bibin. Dewlet jî bizanibe ku Kurd Perwerdehiya Kurdî dixwazin. UNESCO, Yekîtiya Ewropa û welatên pêşketî jî piştgirî û alîkariyê bidin doz û zimanê Kurdî ku li Kurdistanê ji zarokxanê heta zanîngehê perwerde bi Kurdî be.

[1] Amed Tîgrîs, Perwerdeya bi zimanê Dayîkê û Pirzimanîya fermî, rûpel 42, Weşanên Apecê, Stockholm-2009

[2] Qanûna Bingehîn a Yekîtîya Ewropayê, bend 21

[3]Çavkanî (Källa): Listan bygger på det uppskattade antalet modersmålstalare efter år 2015 och kommer från Mikael Parkvalls bok från 2019: Språken: Den nya mångfalden https://www.isof.se/sitevision/utilhttps://www.rudaw.net/images/externallinknewwindow.png Länk till annan webbplats, öppnas i nytt fönster..