‘Hêdî bajo li me ferman e’
Dr. Adem Bêdar
Niha li Başûrê Kurdistanê strana "Hêdî bajo li me ferman e" bûye benîştê ser zimanê gelek kesan. Ji hefteya borî û heya niha, strana herî daxwazîkirî ya TikTokê ye. Barîna berfeke zêde li deverê û şemitîna gelek kesan ji ber berf û qeşayê wiha kir ku bi lezgîniyeke zêde di nav tora civakî ya TikTokê de biweşe.
Dîmenên bi dengê vê stranê montajkirî curbicur, tinazwer û trajedî bûn, wek: Şemitîn û ketina hin kesan bi sedema berf, cemed û qeşayê, lihevketina otomobîlan, maliştina berfê ji ser balkonên malan û ketina bi berfa maliştî re, şemitîna ajelan li ser berfê, beradayîbûna ajelan di nav cade û kolanan de û…hwd.
Henekpêkirina bi vê stranê kenê hin kesan anî. Ewqasî guhê hin kesan li vê stranê bûbû, êdî bi awayekî eşkere bêzariya xwe nîşan didan. Di dema barîna berfa Hewlêrê de, ez bi hevalekî xwe re li cihekî giştî bûm. Diyar bû kesek hevalekî wî yê din li wî cihî hebû ew nas dikir. Wexta ku gihişte wî cihî rewşa berfbarînê jê dipirsî û dixwest berteka hevalê xwe bibîne. Vî jî bi bêzarî got tu dev ji wê berfê berde, lê vê "hêdî bajo"yê mejiyê serê min bir!
Di vê navê de, hin kesên ku hest bi berpirsiyariyê dikin, dest bi rexnekirina wan kesan kirin ku dengê vê stranê li ser her tiştî danîne. Ev wek bêrêzîkirina li hember kurdên êzîd rave kirin. Ew yek rexne kirin ku çawa dibe trajediya fermaneke ku hatiye serê kurdên êzdî bi vî awayê kelevajî bibe henek, qerf û komedî!
Ez di vê navê de pêwîst dibînim ku rastiya wê bûyera dîrokî li ber çavên we raxim. Çunke piraniya xelkê şaş çûne û wisa hizir kirine ku mijar qal û behsa qirkirin û jenosîda kurdên êzdî dike. Pê re jî ez ê hin nîşeyên xwe nîşan bidim:
Yekem: Piraniya kesên ku ew stran gotine Şingalî ne û kurdên êzdî ne. Dibe ku gelek kesan ji ber vê yekê wisa hizir kiribe ku stran qal û behsa fermana êzdiyan dike, bêyî ku bi hûrî lê guhdarî bikin û jê fêm bikin.
Duyem: Şopandina hûr ji mijaran re nîne. Mixabin heya niha jî hizira lêkolînê (vekolînê) li bal me bi giştî, piraniya çîn û texan û pê re jî medya û medyavanan qels e, em bi hêsanî dikevin xefka tiştên berbelav û di rewacê de.
Sêyem: Wernegirtina zanyariyan ji kesên pispor. Min şopandineke hûr li ser vê stranê kir. Ez pêşî bi her yek ji rêzdaran (M. Xidir Domilî, Dr. Seîd Xidêde û M. Kovan Xanikî) re axivîm. Tevî ku ew nivîskar û kesayetên naskirî yên kurdên êzdî ne, lê daxwaza lêborînê kirin ku zanyariyên wan ên piştrastkirî li ser vê mijarê nînin. Ez paşê bi rêzdaran (Şêx Merwan, Xelef Hecî Hemed û Şikir Xidir Dixî) re axivîm. Van kesan ku karê cidî li ser zargotin û stranên folklorî yên Şingalê kiriye, ez piştrast kirim ku naveroka vê stranê qal û behsa ti yekê ji wan fermanan nake ku hatine serê kurdên êzdî. Lewra girêdana vê stranê bi kurdên êzîd ve çewtiyeke dîrokî ye.
Çarem: Naveroka strana "Hêdî bajo" girêdayî du aliyên misilman e. Temenê vê çîrokê 100 sal heye. Naveroka stranê qal û behsa bûyerên şerekî osmaniyan ku tirkên misilman in li dijî Îbrahîm Paşayê Millî ku kurdên misilman in, dike.
Şer di sala 1920an de qewimî. Wê çaxê desthilateke Îbrahîm Paşayê Millî ya mezin hebû, xasma li ser deverên navbera Mêrdîn, Diyarbekir, Urfa, Cezîreya Kurdistana Rojava heta digihe nêzîkî Mûsilê. Nêzîkatiyeke wî ya baş bi Sultan Ebdilhemîdê Duyem re hebû.
Piştî hilweşandina desthilata sultanê Osmanî ji aliyê (Îtîhad û Teraqî) ve, hegemoniya Îbrahîm Paşa li ser deverê tê kêmkirin. Îbrahîm dilgiran dibe û li dijî hikûmeta Tirkiyê dest bi şer dike, lê gava di şer de dişike biryar dide tevî darûdest û eşîra xwe, xwe li çîyayê Şingalê bigire. Lê li ser rêya gihiştina bi wê armanca xwe li bakurê Hesekê koça dawî dike û her li wir tê veşartin.
Paşê lawên wî şoreşê li dijî hikûmeta (Îtîhad û Teraqî) gurr dikin. Pêşî ziyaneke piştşikên digihînin tirkan, lê paşê rewş diguhere û balansa hêzê li berjewendiya tirkan dibe. Dawî jî lawên Îbrahîm Paşa tên girtin, hinek ji wan tên daleqandin û yên din jî li girtîgehan karên giran dikin, tenê yek ji wan bi navê (Xelîl Beg) tê azadkirin.
Pêncem: Mixabin gelek caran di torên civakî da qerf bi wan kesan tê kirin ku ola wan cuda ye. Hin kes tijî rik û kîndarî ne û bendewarîya derfeta herî kêm dikin ji bo ku rika xwe bi ser kesên din da birijînin. Ev karekî pir xerab e û amajeyên metirsîdar in, pêwîst e bi cidî kar li ser wan were kirin.
Şeşem: Bi rastî bobelat e hin kes di nav gelê me de hebin qerf û tinazên xwe bi wêje û zargotina miletê xwe bikin. Ev wêje sermayeya giranbiha ya neteweyekê ye û bi ti awayî nabe wiha bi sivikî û bênirxî lê were mêzekirin. Sedema wê yekê jî ku hin merivên kurd qeşmerîyê bi sermayeya xwe ya neteweyî dikin, bi tena serê xwe mijareke giring e û pêwîstîya wê bi helwest, nivîs û karê taybet heye.