2015 û Kurd

Tê bîra pirr kesan, 20 sal berê, yanê sala 1994 pirr dijwar derbas bibû. Şerê qirêj li hemû herêmên Kurdistanê belav bibû. Di bin navê Hizbûl-Kontra de dewleta tirk di pirraniya bajarên Kurdistana Bakur de di nava hewldanên qirêj de bû. Her mehê bi dehan welatparêzên kurd dihatin kuştin. Di aliyê din de jî, bi alîkariya cehşan artêşa tirk operasyonên dorfireh pêk dianî. Di dîroka şerê gerîlla de, li Bakurê Kurdistanê, wendahiyên herî zêde di sala 1994’an de hatine dayîn. Lewre ez heman salê weke sala herî reş dibînim.

 

Bîst sal pişt re, yanê sala  2014’an jî pirr dijwar derbas bû. Hêza terorîst a DAIŞ’ê li dijî gelê me ferman derxist. Di bin navê ola îslamê de li dijî kurdan wehşet hate meşandin. Destpêkê li Şengalê, pişt re jî li Kobanê wehşeta DAIŞ’ê bû sedema kuştina bi hezaran zarok, jin û mêrên Kurd. Her wiha bi sedan hezaran Kurd neçar man ku ji welatê xwe koçber bibin. Îro bi hezaran Kurd li welatên cur bi cur ên cîhanê belav bûne û nizanin çawa bijîn û wê pêşeroja wan çawa be.

 

Tê zanîn ku ji destpêka sedsala 21ê û vir ve, bi awayekî giştî têkoşîna rizgariya gelê Kurd ketiye qadeke awarte û herwiha girîng. Digel cur be cur rêbazên şer yên hêzên dagirker, ji sala 2010  vir ve xala çareseriya pirsgirêka Kurd zêdetir ketiye rojeva qada navneteweyî. Bi taybetî mijara statûya Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêxistinên weke Neteweyên Yekbûyî û herwiha Yekîtiya Ewropayê ve, bi awayekî fermî hatiye nîqaşkirin. Digel rewşa neyênî ya sala borî, wisa diyar e ku wê di sala 2015’an de heman mijar zêdetir bê nîqaşkirin û bigehêje zelaliyekê.

 

Di sala 2014’an de li Bakurê Kurdistanê jî hin pêşketinên berçav çêbûn. Çendî hikûmeta AKP’ê xwedî helwesteke samîmî nebe jî, diyaloga ku bi Birêz Ocalan re hate lipeşxistin xwedî gaveke girîng e. Di dîroka Komara Tirkiyê de cara yekem dewletê bi awayekê fermî pêwîstiya bi çareseriya Pirsgirêka Kurd aşkere anî ziman û kir rojeva raya giştî. Bêguman heman rewş li gorî berjewendiyên fermî yên Komara Tirkiyê nebûn, lê belê rayedarên wê ji bo tişteke wisa neçar bûn. Carekê gotin ji nava lêvan derket, êdî nemumkun e ku heman mijar bê înkarkirin.

 

Piştî salekê weke ya 2014’an em nikarin ji bo sala 2015’an pirr bihêvî bin. Çendî kes nikare berê rewşê zêdetir biguhere û ber bi paş ve bibe jî, dîsa wê ev sal bi zehmetiyan derbas bibe. Hebûna hêza terorîst ya DAIŞ’ê hê jî weke xeteriyekê li pêşiya me ye. Wisa diyar e ku heya dawiya vê salê jî wê heman xeterî ji holê neyê paqijkirin. Bêgûman serkeftin ya gelê Kurd e, lê belê wê zehmetî jî hebin. Digel hêvî û daxwazên min, bi heman xalê ve girêdayî, heya dawiya vê salê jî aramkirina rewşa Rojava pirr zehmet tê xûyan.

 

Tê zanîn ku di vê salê de, di 6’ê Hezîranê de, li Tirkiyê hilbijartinên giştî hene. Li gorî min wateya van hilbijartinan ji yên hemû demên borî zêdetir e. Di dîroka Komara Tirkiyê de cara yekem e ku, bi awayekî nefermî be jî, nûnerên gelê Kurd dikarin xwe îfade bikin. Lewre divê di hilbijartinên 6’ê Hezîranê de Kurd bi hêzeke hê mezintir bikevin heman Parlemenê. Ji bo heman hilbijartinan pêwîstî bi siyaseteke aqilane heye. Lê mixabin, li gorî daxûyaniyên nû yên rayedarên HDP’ê ez nikarim zêde xweşbîn bibim. Eger HDP weke partî bikeve hilbijartinan xeterî heye ku di 4 salên pêş de Parlemena Tirkiyê tenê ji AKP, CHP û MHP’ê re bimîne. Bêguman mirov nikare ji parlemenekê wisa tiştên baştirîn hêvî bike. Lewre ez dibêm pêwîst e careke din Kurd bi nûnerên serbixwe bikevin hilbijartinan. Ne wisa be derbaskirina rêjeya %10 ya hilbijartinan pirr zehmet e.

 

Di vê sala 2015’an de hêviyên min yên ji bo avakirina bingeheke saxlem ya Yekîtiya Neteweyî jî hene. Li gorî helwesta hemû hêzên Kurdistanî, bi taybetî jî ya KDP û KCK’ê, ez hêvîdar im ku di vê salê de hînek gavên baş wê ji bo avakirina Kongreya Neteweyî bê avêtin. Bi pêşxistina heman gavê rê li hemû qirêjiyên weke birakujî û qirkirina kurdan bi destê kurdan dikare bê girtin.

 

Dîsa, ji her demê zêdetir di vê salê de derfetên meşandina dîplomasiyekê neteweyî hene. Hêvîdar im ku hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê û KCK di zanistiya vê karê girîng de bin û pêdiviyên wê bînin cih.

 

Digel hemû neyêniyan, sersala we pîroz be, hêvîdar im aşitî û serfirazî bibe qismetê gelê me jî.