Piştî hatina DAIŞê ya Îraqê, ji ber ku hevpeymaniyeke navneteweyî li dijî wê pêk hat, gelek çavdêrên siyasî di wê baweriyê de bûn ku çawa DAIŞ zûzûka derket holê, dê zûtirkê jî ji nav here lê ne hindik bûn jî kesên ku di wê baweriyê de bûn ku heta çareserî ji bo pirsgirêk û arîşeyên ku şert û mercên peydabûna DAIŞê dabîn kirin neyê dîtin, DAIŞ here jî MAIŞ dê were!
Lewra piştî rûxandina xîlafeta DAIŞê û ragihandina bidawîhatina wê, eger û metirsiya dîsa peydabûna DAIŞê wekî gefekê li Îraq û Sûriyeyê her gav hebû. Ji ber ku heman şert û mercên ku DAIŞ çêkirin, ger niha ne zêdetir bin, ji dema ku DAIŞ tê de çêbû ne kêmtir in. Her wiha mayîna bi hezaran çekdarên belawela yên DAIŞê li deverê û berdana bi sedan kesên din ji wan ji zindanan dê bê ti şik û guman herêmê têxe pêşberî egera peydabûna hêzeke tundajo, çi li jêr heman navê DAIŞê wekî kurteya navê xîlafeta wê (Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê) be yan jî kurteya navekî din wekî (Memleketa Îslamî ya Îraq û Şamê) MAIŞ be!
Mebesta min ne ew e ku derketina DAIŞê û her koma din a Îslamî ya tundrew a li herêmê encama rewşeke realîst be. Berevajî vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku ji ber pirsgirêkên etnîkî, olî, mezhebî, îdarî û siyasî ku li deverê hene, dê her dem zemîn û şert û merc berdest bin ku gelek hêzên tund û terorîst ên bi vî rengê bên afirandin û bi hinceta hebûna pirsgirêkên herêmê ji bo merem û armancên din bên bikaranîn. Bi nêrîna min, DAIŞ û gelek komên din jî ne encama ketwara herêmê bûn lê bi destê dezgehên îstixbaratê hatine çêkirin.
Tiştê ku di van çend rojên dawî de li Sûriyeyê jî qewimî, tevî ku ev zêdetirî 10 salan e Eniya el-Nusra, Tehrîr el-Şam û hêzên terorîst û komên çekdar ên mîna wan hene û erdnîgarî di destê wan de ye lê êrişên wan ên li ser Heleb û Hemayê mîna êrişên DAIŞê li ser Mûsilê û parêzgehên Sunî yên Îraqê bûn.
Ji şernekirin û vekişîna artêşa dewletê heta ketina bajaran û berfirehbûna êrişa terorîstan li ser kûrahiya welêt û nêzîkbûna ji paytextê, dûbarebûna heman senaryoya DAIŞê li Îraqê ye û notila encamên DAIŞê dê çend senaryoyên din li pey xwe bîne.
Tenê tiştê ku vê bûyerê ji DAIŞê cuda dike ew e ku li dijî van koman û ji bo piştgiriya Esed ti hevpeymaniya navneteweyî çênabe. Ji ber ku Sûriye welatekî li derveyî lîsteya dewletên dostên Rojavayê ye, beşek ji eniya berxwedanê ye û stûneke girîng a hevpeymaniya Rûsyayê ye.
Her yek ji hevalbendên Sûriyeyê bi êşa xwe daketiye. Hizbulaha Libnanê ku di bûyerên piştî Bihara Erebî de, destikekî xurt di destê Sûriyeyê de bû ji bo serkeftina gelên Sûriyeyê yên Kurd û Ereb, bi xwe li ber sekeratê ye.
Îran ji ber tirsa ku şer rasterast li welatê wê belav bibe, dixwaze bi kêmtirîn zirarê ji destwerdanên xwe vekişe, di heman demê de Rûsya hîn jî gêrî nav şerê Ukraynayê bûye. Ji ber vê yekê tê çaverêkirin ku ev şer bi zirara Sûriyeyê mezintir bibe û heta keviya dawiya Esed bi pêş ve here.
Lê ya ku di vir de metirsî û îhtîmaleke vekirî ye ku şer di berjewendiya mayîna Esed de bizîvire, ew e ku komên wiha bi hêsanî ji aliyê dezgehên îstixbarata welatan ve tên destwerdan û bi hêsanî ji bo guhertina arasteya bûyeran tên bikaranîn. Aliyên şerê Sûriyeyê wan wekî amûreke birêvebirina nakokiyan bi kar tînin. Dibe ku Tirkiye di rûdanên çend rojên borî de xwedî rola sereke be.
Loma gef li vir ew e ku çawa ku DAIŞê ji Samerayê û gihiştina deriyê herî nêzîk ê Bexdayê arasteya şerê xwe veguherî Kurdistanê û êrişî Şingalê kir, metirsî heye ku piştî girtina Heleb û Hemayê wekî duyem û sêyem bajarên mezin ên Sûriyeyê, li şûna Hums û Şamê berê xwe bidin herêmên di bin kontrola PYDyê de.
Nexasim ji ber ku Tirkiye di birêvebirina van koman de xwedî bandor û roleke xurt e û ji mêj ve li derfetekê digere ku rasterast êrişî herêmên Kurdan bike. Ew vê yekê wekî derfetekê dibîne ku bûyeran veguhere şerekî bixwîn di navbera Kurdan û van hêzên terorîst de.
Nemaze ku Sûriye, Îran û Rûsya dizanin ku hevpeymaniya navneteweyî çeperê li dijî vê eniya Îslamî ya tundrew girê nade tenê ger êrişî hevpeymanên wan ên yekane ku Kurd in, bike. Loma ew eger jî heye ku ev alî jî karîna xwe bidin xebitandin ku berê van hêzan biguherin û bidin Kurdan û bi vî rengî hevpeymaniya navneteweyî bikişînin nav şer û mîna DAIŞê bikin şerê wan.
Bi sedema vekişîna bê parastin a artêşa Sûriyeyê ya ji bajarê herî mezin ê aborî û pîşesazî yê welêt, dûr nayê dîtin ku li ser asta navneteweyî û herêmî tiştine din li pişt bûyeran hebin ji bo qelskirina rol û bandora hêzên navneteweyî, tiştê ku bi Hemasê dest pê kir û Hizbulaha Libnanê jî li pey hat. Ne dûr e jî ku ev ne senaryoyek be ji bo bidawîkirina rola hêzên çekdar ên din ên nedewletî li Sûriyê ku Tirkiye dostên xwe tê de bike qurbanî li ser hesabê nehiştina statûya Kurdan, ger ne li tevahiya Rojavayê be jî bi taybetî li aliyên din ê Ferêt.
Hîn jî zû ye bi taybetî were zanîn hêlên veşartî yên li pişt vê bûyerê çi ne? Yan jî pêkan be armancên veşartî werin diyarkirin. Pêwîstî bi demê heye heta bûyer hin ji van nihêniyan ji me re eşkere bikin. Ji vê bûyerê çend senaryoyên cuda cuda dikarin werin xwendin an jî şiroveyên cihêreng lê bên kirin.
Ne dûr e, bi taybetî ji ber ku ev çend meh in di hundirê Tirkiyeyê de cûrek şepirzeyî û tirseke veşartî ji Doza Kurdan tê hîskirin. Bê peydakirina şert û mercên pêşwext û ti binesaziyeke meydanî û realîst, dest bi pesndana biratiya Kurd û Tirkan kirine, tewra cara ewil e qala wê yekê jî dikin ku çi qas mal û mafên Tirkan di welat de hene, welat ew qasî maf û milkê Kurdan e jî.
Ev guherînên ji nişka ve yên di desthilatên Tirk de, di serî de jî MHPya nijadperest, nîşana îhtîmala rûdanên veşartî yên li herêmê ye ku hîna jî em Kurd jê bêhay in. Ne dûr e ku ev êrişa neçaverêkirî ya hêzên Tehrîra Şamê li ser Helebê senaryoyek be ji bo têkbirina projeya nedîtî û girîmanekirî ku Tirkiye jê ditirse ku bi sedema şerê Îsraîlê çêbibe.
Kîjan ji van eger û şiroveyan ji rastiyê dûr an nêzîk be, ya ku ji bo Kurdan pêwîst e ew e ku îbretê ji bûyera hatina DAIŞê û ketina Şingalê wergirin, bûyerên bi vî rengî hem xofdar û hem jî derfet in. Divê Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwe ji her egereke metirsîdar re amade bikin, di heman demê de jî xwe amade bikin ku mifayê ji derfeta piştî bûyeran wergirin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse