COP28 û parçebûneke din a berhemhêner û bikarhênerên petrolê

Van rojan, çavê hemî cîhanê li ser yek ji mezintirîn civînên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Îmaratê ye. Ev civîna ku bi navê COP28ê tê nasîn, ji bo rûbirûbûn, xweguncandin û terxankirina pereyan ji bo pêşîgirtina li zêdebûna karesatên xwezayî û guherînên keşûhewayê û kêmkirina bandorên van guhertinan li ser gerstêrka erdê tê sazkirin. Di heman demê de, bazarên cîhanê û bi taybetî bazarên neftê, li benda biryarên civîna paşxistî ya OPEC û OPEC Plusê ne.

COP an Konferansa Partiyan, ji salên 1990î ve li Japonyayê ku bi navê cop3 tê naskirin hatiye lidarxistin û biryar e jî di rojên bê de li bajarê Ebû Zebî yê Îmaratê were lidarxistin.

Li gor daneyên berdest, heta niha zêdetirî 70 hezar kesî, di nav wan de serok û serokwezîrên 198 dewlet û hikûmetên cîhanê, ligel bi hezaran biryarder, zana, pisporên warên cuda, serok û endamên rêxistinên navdewletî û komên cihê yên ciwanan beşdarî gotûbêjan dibin, ji bo dîtina çareseriyan û çawaniya veqetandina pereyan ji bo projeyên rûbirûbûna guherîna keşûhewayê û kêmkirina bandorên lehî, hişkesalî, şewitandina daristanan û kêmbûna qada keskahiyê li welatan, xasma jî welatên cîhana sêyemîn an welatên nûpêşkeftî.

Lê tiştê ku vê mehê hat dîtin derdixe holê ku reng e hemû araste ne bi vî awayî bin. Wek mînak, van rojan mesele giha wê astê ku OPEC daxuyaniyekê li ser rapora herî dawî ya Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî li ser paşeroja neftê û guherînên seqayê biweşîne.

Ji ber ku rapora nû ya Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî diyar dike ku "Berhemhênerên neft û gazê der barê rola wan a di pergala enerjiyê ya cîhanê de, bi hilbijartineke girîng re rû bi rû mane. Hilbijartin di navbera xirabtirbûna krîzên seqayê yan başkirina wê de ye ku ev yek bi piranî ji ber berhemên wan e."

Di heman demê de, Sekreterê Giştî yê OPECê Heysem el-Xeys daxuyand "OPEC û OPEC Plus ne tenê nirxê petrolê dikin armanc, li şûnê balê dikişînin ser rêgezên bazarê û rola kêmpeyda ya veberhênana neftê ku cîhan hewcedarî wê ye."

Herwiha, cudahiyeke din girêdayî pêşbîniyên li ser neftê di salên bê de ye. Wek nimûne, OPEC pêşbînî dike ku di navbera salên 2022 û 2028an de, nîşandan bi tibaba 6.98 milyon bermîl zêde bibe, lê IEA pêşbînî dike ku dê di wê demê de rojane tenê 3.96 milyon bermîl zêde bibin.

Li gor sala borî, rapora îsal a OPECê rojane 6 milyon bermîlên neftê li ser daxwaza petrolê ya cîhanê zêde kir. Di demekê de ku li gor asoya petrolê ya sala 2022yan, daxwaza li ser petrolê di sala 2045an de dê di rojekê de bigihêje 110 milyon bermîlên neftê. Lê îsal hatiye ku di sala 2045an de dê di rojekê de bigihêje 116 milyon bermîlên petrolê.

Çar prensîbên sereke jî bi vê daxwaza bilind ve girêdaye: Zêdebûna şêniyan, guhertina demografiya jiyanê, geşbûna aborî, nemaze derketina bilez a welatên nûgeşbûyî yên wekî Hindistanê, siyaseta enerjî, teknolojî û afirandinan, xasma zêdebûna daxwazê li hundir û derveyî welatên Rêxistina Hevkarî û Geşedana Aborî (OECD).

Di heman demê de, Ajansa Navneteweyî diyar dike ku dê di sala 2050î de daxwaza li ser petrolê bigihêje 54.8 mîlyon bermîlan di rojê de", ku nîvê wê tibabê ye ku OPEC ji bo daxwazê li cîhanê di sala 2045an de pêşbînî dike.

Wekî din, di rêza yekem a rapora IEAyê de hatiye ku "Îro piştî 50 salî ji wê şoka neftê ku bû sedema damezrandina Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî, cîhan cardin bi kêliyeke bilindbûna rageşiya jeopolîtîk û bêaramiya sektora enerjiyê re rû bi rû maye."

Li gor rapora Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî, ji îsal heta sala 2030î daxwaza li ser her sê cureyên enerjiyê; neft, gaz û komirê dê bi rêjeya ji sedî 7ê kêm bibe. Ev di demekê de ku neft, gaz û komir bi dehsalan e, bi qasî 80% ji tomeriya enerjiya bikarhatî yan çavkaniya dabînkirina enerjiyê bûn. Lê ji niha ve, berê wan li daketinê ye û heta sala 2030î dê bigihêje rêjeya %73.

Herwiha, cudahiyeke din jî wer kiriye ku pêşbîniyên ji bo siberoja petrolê li navbera bikarhêner û berhemhêneran bi vî rengî bin, girêdayî faktorên veguhastinê ye, ji ber ku hema hema nîvê petrola ku tê bikaranîn ji bo sektora veguhastinê ye.

Loma, di warê cureyê bikaranîna petrolê de jî, sektora veguhastinê li gor OPECê, di dema pêşbîniyan de ango 2022-2045, dê bi tibaba 4.6 milyon bermîlên neftê her roj zêde bibe û tê çaverêkirin jî ku bigihe asta bikaranîna 49 milyon bermîlên petrolê her roj ji bo veguhastinê.

Li milê din, Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî nîşan dide ku "Di nava du dehsalên borî de, daxwaza li ser petrolê bi tibaba rojane 18 milyon bermîlên neftê zêde bûye û beşeke mezin a vê zêdebûnê ji ber zêdebûna hokarên veguhastinê û otomobîlan bû ku xwe di 600 milyon otomobîlan de dibîne û rêjeya ji sedî 45ê daxwaza li ser petrolê pêk tîne. Lê di dawiyên vê dehsaliyê de, ti zêdebûnek ji bo neftê ji hokarên veguhastinê nayê, çimkî di sala 2020an de otomobîlên elektrîkî rêjeya ji sedî 4ê firotana otomobîlan li seranserê cîhanê pêk anî. Lê di sala 2023yan de gihaşte rêjeya ji sedî 18an, ango rêjeya ji sedî 14 di kêmtirî sê salan de zêde bû.

Niha, ya ku bi zelalî derdikeve holê taya her du aliyan bi pêvajoyê ye. Ne başkirina debara wan kesan e ku enerjiya wan a pêwîst nîne wekî ku OPEC dibêje, herwiha ne wekî wê yekê ye jî ku Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî (IEA) hişyariyê li ser dide, nexasim guhertinên seqayê.

Çimkî mijar pere ye û mijara serkeftina şerekî mezin ê dîrokî di warê enerjiyê de ye, dema ku welatên berhemhênerên petrolê di îlona 1960î de OPEC ragihandin û xwestin ewlehiya enerjiyê xasma jî nirxê petrolê kontrol bikin.

Wekî din, welatên bikarhênerên enerjiyê di mijdara 1974an de Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî damezrandin ji bo dabînkirina ewlekariya enerjiyê û hevkariya hev, bi taybetî jî di serdema krîza enerjiyê ya sala 1973yan û ambargoya petrolê ya welatên OPECê ya li ser Amerîka û hevalbendên wê de.

Loma niha cudahî bi awayekî ye ku Rêxistina Welatên Hinardekirina Petrolê (OPEC) dibêje "Bikaranîna petrolê ne tenê kêm nabe, lê heke em li hawara veberhênana di vê sektorê de neçin, bi tibaba 14 trîlyon dolar an 610 milyar dolar salane di sektora petrolê de, em ê bi kêmbûna dabînkirinê û bêîstîqrariya bazarê re rû bi rû bimînin."

Lê Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî (IEA) berevajî OPECê ye û balê dibe ser qonaxa kutabûna bikaranîna petrolê berî heyama ku wê bi xwe jî berî demekê pêşbînî kiribû.

Pêşbîniyên OPEC û IEAyê ji bo miameleyên neftê yên demnêzîk jî cuda ne. Bi awayekî ku OPEC dibêje "Di sala 2024an de daxwaza li ser petrolê bi tibaba zêdetirî 2 milyon û 250 hezar bermîlan di rojekê de zêde dibe". Li milê din, IEA dibêje "Di sala 2024an de daxwaza li ser petrolê tenê bi tibaba 800 hezar bermîlan zêde dibe". Di demekê de ku cudahî 1 milyon û 450 hezar bermîlên neftê ye.

Bila em li benda rojên bê bimînin û bibînin ka encamên COP28 û biryara OPECê ya li ser neftê dê çawa bin û bandoreke çito li ser her du çeperên bikaranîn û berhemhênerên petrolê bike?

Çavkanî

IEA (2023), World Energy Outlook 2023, IEA, Paris https://www.iea.org/reports/world-energy-outlook-2023, License: CC BY 4.0 (report); CC BY NC SA 4.0 (Annex A) 

IEA (2023), The Oil and Gas Industry in Net Zero Transitions, IEA, Paris https://www.iea.org/reports/the-oil-and-gas-industry-in-net-zero-transitions, License: CC BY 4.0 

The WOO 2023 is available for download on the OPEC website and via two digital interfaces, the OPEC WOO App and a comprehensive interactive version, which can be accessed at woo.opec.org