General Barzanî: Wêneyê min rakin!

04-12-2022
Kawe Emîn
A+ A-

Di van rojên borî de, semînerek ji aliyê Rêxistina Kurdistan Diyalogê ve, ji bo rêzgirtin û bibîranîna mamosta Enwer Tovî hat sazkirin. Di vê panelê de çend hunermend û hevalên mamosta Tovî li ser jiyan û kesayeta wî merivê qerase ku hemû jiyana xwe terxanî pêşxistina perwerde û hunera kurdî kir axivîn.

Axaftina li ser kesayeteke mîna Enwer Tovî, wek kurd dibêjin ˈev hevîr dê gelek avê vexweˈ, ji ber ku bi rastî ew ji bo kurdan wek dermanê heft derdan bû. Axir Tovî derhêner, şanokar, mamostayê perwerdeyê, wênekêş û karîkatûrîst bû, sala 1974ê jî bû pêşmerge û birêveberê giştî yê hunerê di şoreşê de bû.

Di wê semînerê de mamosta Enwer Qeredaxî, şêwekar Eta Qezaz, Heme Reşîd Heres û kurê wî Gandî li ser jiyana mamosta Enwer Tovî axivîn û bîranînên xwe bi wî re vegotin. Tevî ku hejmareke hindik ji wan hemû nivîskar û hunermendên Silêmaniyê beşdarî wê bîranînê bûbûn, lê em êdî hogirî slogana PASOKê bûne û qet nebe em dilê xwe pê xweş dikin ku dibêje "Her karwanek li tîrêja rojê binêre, kêm be yan zêde, ew ê her bigihe rojê."

Tiştê ku bala min kişand ser xwe, bîranîneke heyama şoreşê li sala 1974 bû ku kekê Eta Qezaz bi zimanekê xweş vegot û dibe ku li gel kongreya 14ê ya PDKê jî bigunce. Lewma ez dixwazim vebêjim. Axir gelek caran berpirsên PDKê dabaşa rêbaza Barzanî dikin, lê ez di wê baweriyê de me ku heta niha piraniya wan hîna ji wê rêbazê fêm nekirine. Li gor min, ew rêbaz nefsbiçûkî, xwerûbîn, dilsozî û kurdayetiya General Barzanî ye ku berpirs gav bi gav jê dûr dikevin.

Kekê Eta serpêhatiya wêneyekê General Barzanî ku wî bi xwe çêkiribû, bi vî awayî vegot: "Sala 1974ê, wek gelek hunermendên din, me jî têkilî bi şoreşê re danî. Em li Nawbirdanê bi cih bûn û li wir şûn û cih ji me re peyda kirin. Fena hunermendekê şêwekar, min wêneyekê mezin ê Mela Mistefayî li ser dîwarekî çêkiribû. Ew der cihek bû ku Mela Mistefa tê re derbas dibû. Lê min ne bi wê mebestê çêkiribû ku ew bi xwe wêne bibîne. Rojekê kekê Îdrîs hat û gotûbêjeke wî ya televizyonî bi rojnamevanekê re hebû. Wî ez nas nedikirim, gotibûnê Eta wêne kişandiye. Gazî min kir. Ez çûm nik wî û wî got ˈKekê Eta, ma te ew wêneyê Barzanî kişand?ˈ Min got ˈErêˈ. Kekê Îdrîs got ˈBaş e, destê te sax be. Lê te çawa kişand, wiha jî jê bibe!ˈ Min got ˈBi Xwedê ez tiştekê wer nakim. Divê wêne bimîne!ˈ Kekê Îdrîs keniya û got ˈKekê min Mela Mistefa bi xwe ev daxwaz kir. Tifingek û 400 dînar jî ji te re şandine û ji te rica dike ku tu wêneyê wî jê bibî û ji min re got ji wî wênekêşî re bibêjin ez ne tiştek im ji bilî pêşmergeyekê wek pêşmergeyên din û ez qebûl nakim hûn wêneyê min çêkin!' Êdî min bêyî dilê xwe û bi neçarî wêne jêbir. Paşê kekê Îdrîs gazî min kir. Ez çûm balê û wî ji min re got: ˈTu mirovekê behremend î. Bi dilê min e ku tu herî derveyî Kurdistanê û hunera xwe bi pêş bixî. Em ê alîkariya te bikin û tu jî xizmeta şoreşê bike.ˈ Hema li wir nameyek ji bo min ji têkiliyên me yên li Tehranê re nivîsî, wan jî di demeke kurt de ez şandim Îtalyayê."

Ev serpêhatî ji bilî ku serpêhatiyeke dîrokî bû, mînakeke bedew a têkiliya xelkê û serkirde ye; serkirdyekê ku xwe ji miletê xwe cuda nake. Heger PDK bixwaze çawa merivên nola kekê Eta bêyî ti berjewendiyekê û ji xweber wêneyê General Barzanî li jêr bombebarana top û balafiran kişand, divê vegere ser wê rêbazê. Bi baweriya min, rêbaza Barzanî û livûtevgera rojane ya General Barzanî û jiyana wî ya xwerû bi dadmendiyê dagirtî bû.

Rast e dinya guhertiye û heyam ne eynî heyam in, lê divê wekhevî û xweşjiyana hemûyan bibe hîm û bingeha hukmdarî û gihiştina bi mebesta dawî ku serxwebûn e, heke na dê dijmin rîsê me bikin hirî! (Ango dê hemû keda me bi avê de berdin!)


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst