Xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê ku tê de bi sedan kesan canê xwe ji dest dan, li aliyekê bêhêvîbûna dewleta bi pêşengiya Rûhanî nîşan dida û li aliyê din jî li gor Xamineyî, ‘beşek bûn ji planeke mezin a li hemberî Komara Îslamî ya Îranê’. Bêdengiya Trump a li ser Twîtterê û daxwazên Mike Pompeo yên bo şandina vîdeoyan ji Îraniyan, helwesteke cuda ji helwesta wan a tê dîtin nîşan dide.
Aliyê çîrokê yê ku tê zanîn ev e, xelkê Îranê sibehê şiyar bûn û dîtin ku bihayê benzînê ji 10 hezar riyalê Îranê (0.24 dolar) bilind bûye bo 30 hezar riyalan (0.71 dolar). Ev rûdan bû sedema hêrsbûna xelkê û daketin kolanan û bû sedema înfîalekê.
Dewletê hewl da xwepêşandanan bi awayekî tund û xwînawî bidawî bike. Hesen Rûhanî ku derbarê mafên sereke de doktora xwe kiriye û di heman demê de rûxseta wî ya parêzeriyê heye, ji kesayetiyeke nerm û mafnas veguherî bo kesayetiyeke tund û tehdîtkar û dest bi gefxwarina li dijî xwepêşanderan kir. Dewleta mafnas a Rûhanî herî dawîn, heta qutkirina hêlên înternetê, biryarên tund girtin. Di dema ku vê nivîsê dinivîsim, hê jî li gelek deverên Îranê xetenên înternetê qutkirî ne.
Tevî ewqas bûyerên tundûtûjiyê jî hat dîtin ku Xamineyî heta radeyekê helwesteke bêalî hilbijart. Rûhanî jî got ew agahdar nebûye derbarê biryara encûmena asayişê (Şûraya Emnî) de. Li gor destûra Komara Îslamî ya Îranê, ew şûra ser bi Encûmena Asayişa Neteyî ya Bilind ve ye û Rûhanî serokatiya wê dike. Berpirsekî ji Encûmena Asayişê ku di bin pêşengiya Rûhanî de ye aşkere kir ku hefteyek berî bihakirina benzînê Rûhanî agahdar bûye.
Pirs ev e; Bihayê benzînê çima zêde bû? Sedema gelek zelal û hêsan e. Gelek caran dihat gotin ku Îran dê li hember sizayên aborî yên Trump, çok li ber Amerîkayê dayne. Ev gotin hêdî hêdî ber bi bicihbûnê ve diçe.
Îranê, berî sizayên Amerîkayê, 2 milyon û 500 hezar bermîl petrol difirot. Tê diyakirin ku ev rêje niha daketiye jêr 300 hezar bermîl petrolê. Ev şikestan cidî ya di firotinê de, bandorê li ser budceya Îranê jî dike. 120 hezar milyar tumenên budceya Îranê ya ku ji 450 hezar milyar tumenan pêk tê, ji dahatên petrolê tên bidestxistin. 120 hezar milyar tumen jî ji bacan dihat komkirin. Rêjeya din jî ji dahatên warên din ên cuda dihat bidestxistin. Dahatên ku ji sotemeniya xwecihî tê bidestxistin, dikeve beşa dahatên budceyê yên ku ji warên cuda tên bidestxistin. Dewletê jî ji bo valahiya di budceyê de tijî bike, ji neçarî hewl da bihayên benzînê zêde bike. Li gor daxuyaniyên hikûmeta Îranê, bihayê bazarkirina her lîtreyerekê 5 hezar tumen e, lê niha weke 3 hezar tumen hatiye diyarkirin. Lê divê dewlet bo serê her lîtreyê 2 hezar tumenan serf bike. Ango em dikarin bibêjin ku ew biryara bihakirina benzînê ji aliyê hikûmetê ve, ji bo tijikîrina valahiya ku ji ber lêçûnên bazarkirin û weberhênanê rû daye, bûye.
Di heyama Ehmedî Nejad jî bihayê benzînê hatibû zêdekirin, lê Ehmedî Nejad wê heyamê bi awayekî baldartir prose birêve dibir. Destpêkê ji bo kesên hejar projeyên alîkariyê cîbicîkirin û piştre bihayê benzînê zêde kir. Divê em vê yekê jî bibêjin, wê demê li Iraq û Lubnanê xwepêşandan tune bûn û dewlet jî bi fişareke berfireha aboriyê re ne rûbirû bû.
Lewma plana ku Xamineyî behs dikir, çima rast e? Li gor gotina wan bihakirina benzînê ev çend meh bûn di rojevê de bû. Aliyên dijberên rejîma Îranê, medya û dezgehên îstîxbaretê yên welatên weke Îsraîl, Erebistana Siûdî û Amerîkayê, agahdar bûn ku rêveberiya Tehranê dê gavek bi wî awayî biavêje. Berî wê demê amadekarî hatine kirin û bi cîbicîkirina biryara bihakirina benzînê, ji bo rûdana wê rewşê, dest pê kirine. Ev gotina Komara Îslamî ya Îranê ye lê aliyekê wê yê rast jî heye. Rast e weke ku gotina, ‘dema hûn serxweş’ li tenişta ‘Ji nimêjê dûr bin’ ku di Quranê de hatiye nivîsandin bê zêdekirin, bihayê benzînê hatiye bilindkirin û dibe ew aliyên ku navên wan derbas bûn, li gel hev tevgeriya bin. Lê pirsgirêka mezin hejarî, bêdadperwerî û rêveberiya xerab e, ne ku planên zexel. Weke îspatek bo vê rewşê jî, bêdengiya Trump û rêveberiya wî ye. Ew (Amerîka) di vê heyamê de ne projeyeke wan a ku îranê hilbiweşînin heye û ne jî ji bo vê yekê amade ne. Ew di rastiyê de armanc dikin ku rêveberiya Tehranê vegere ser maseyê û serî li ber daxwazên Washingtonê bitewîne. Ji ber ku Amerîkî ligel ku dizanin hêzeke opozîsyonê ya ku cihê rêvebiya Îslamî bigire tune ye û naxwazin weke şandina leşkeran bo Viyetnam, Efxanistan û Iraqê, birûnin ser maseyeke qumarê a binketî.
Dibe ku partiyên Rojhilat prose baş xwendibin ku tişta wan ji xelkê dixwast rasteqîn bûn. Di vê heyamê de daxwaz ji xelkê kirin ku bi rêyên aştiyane daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber ku li vir rastiyek heye: Li benda Amerîkayê nebin, ew niha naxwazin îranê hilweşînin û dizanin bêyî piştgiriya Amerîkayê hêzên din ên dijberên Îranê li navçeyê nikarin vê yekê pêk bînin.
Yek ji metirsiyên ku li benda Îranê ye, serhildana xelkê ye li hemberî zêdekirina bihayê benzînê. Egera vê yekê jî heye. Rojên derbasbûyî Xamineyî, daxwaz kiribû ku milîsên Besîc li kolanan bihêztir bin. Ew ên ku ji polîtîkayên Îranê agahdar in, baş dizanin ku ev daxwaz tê vê wateyê: Di qonaxeke din de, hêzeke din a di ser yasa û dadgehan de dê bikeve kolanan û xelkê nerazî tepeser bike. Ev bijarte jî li gel ku di sedsala 21an de ne aqilane ye, dikare bê gotin ku ji bo Komara Îslamî çarenivîseke bixêr jî bi xwe re nayîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse