Tabûya Kurdistanê

04-12-2013
WLADİMİR VAN WİLGENBUR
A+ A-

 

Di serdana wî ya dawî de ji bo Tirkiyê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tabûyeke nû şikand: Ew jî bikaranîna peyva Kurdistan bû. Her çiqasî PKK pirr bi rexnegirî qala serdana Barzanî kir û ditirsiya ku hikûmeta AKPê di wê meseleyê de Barzanî li dijî PKK bikarbîne, lê ew yek rastiyeke ku Barzanî li Tirkiyê tabûyeke pirr mezin şikand.

Serdana Barzanî ya Diyarbekirê, yan Amed, wek ku Kurd wê bi nav dikin, di medyaya PKKê de bi tundî hate rexnekirin. Herwiha daxuyaniyên berê yên Barzanî jî derbarê wê yekê de ku li Rojava şoreş nebûye û PYD jî bi wê yekê tometbar kir ku arîkariya Beşar Esed dike, ji aliyê medyaya PKKê pêşwazî lê nehate kirin.

Lewra PKKê xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî Barzanî saz kirin û di medyaya xwe de jî bi tundî êrişî Barzanî kir.

Her çiqasî ne diyar e ku Barzanî wê bikaribe wan dengan kêm bike ku li Tirkiyê yên PKKê ne. Helbet tê gotin ku Barzanî wê partiyeke li ser partiya xwe li Tirkiyê ava bike, lê ew guherîneke pirr mezin e gava ku serokwezîrê Tirkiyê gotineke Ataturk wek mînak tîne ku tê de qala Kurdistanê kiriye û ji xelkê re dibêje: “Eger wiha be Ataturk jî cudaxwaz bû?”!

Berê Kurdên Iraqê li ser sînorê Tirkiyê rastî sivikatiyê dihatin, ji ber ku ji “bakurê Iraqê” hatibûn û diviyabû nebêjin ew ji “Kurdistanê” hatine. Lê vêga tew serokwezîrê Tirkiyê bi xwe wê peyvê bikartîne.

Kurdên Tirkiyê hewl dan wê gotina Ataturk bikarbînin, da ku bikaribin navê Kurdistanê bînin, lê biserneketin. Lê belê vêga tew serokwezîr jî vê yekê dike. Gotinên ku Erdogan gotin guherîneke herî mezin li Tirkiyê pêktînin.

Di salên heftêyan ji sedsala borî de, siyasetvanê kurd Şerefedîn Elçî tenê ji ber ku got “ez Kurd im” hate girtin. Vêga serokwezîrekî ne Kurd di komara Tirkiyê de rewatiyê dide bikaranîna peyva “Kurdistan”. Ev yek dike ku bikaranîna ala Kurdistanê jî hino hino li Tirkiyê bibe tiştekî normal.

Lê dîsa ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê, pêdiviya hemûyan bi PKKê heye. Ji ber ku PKKê cihê xwe di nav civaka kurd li Tirkiyê de girtiye. Lê ev nikare wê rastiyê ji bîra me bibe ku serdana Barzanî ya Amedê wiha kir ku Tirkiye bêhtir vebe. Herweha ev yek wiha dike ku di siberojê de hêsantir li Tirkiyê qala Kurdan bê kirin.                                                        

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst