Tanya Gilî Xeylanî
Fena jineke Kurd ku reh û koka min a malbatî di kûrahiya axa Kerkûkê de çûye xwarê, ez bi kûrahî girîngiyê didim ewlehî, aramî û bextewariya paşerojê ya Herêma Kurdistan û Îraqê. Her wisa mîna parlamantereke berê, ez bi kûrahî girîngiyê didim tekûzî û hêza pêvajoya siyasî û ez haydarî wê rola zindî me ku di rengvedan û parastina nirxên civakî û nasnameya çandî de digerîne, li kêleka dariştina mafan û parastina dadmend ji bo hemû welatiyan. Sererastkirina pêşniyarkirî ya yasaya rewşa kesîtî li ser her du qadên siyasî û civakî metirsî ye.
Ji pêşî ve, sererastkirina pêşniyarkirî bi nerazîbûna navxweyî û navneteweyî re rû bi rû ma. Derbarê sererastkirinê de, fikarên cidî hatin raberkirin. Ev jî ji ber kêmkirin û binpêkirina mafên destûrî yên jin û zarokan, zêdebûna tundûtûjî û cudakariya li dijî wan, lawazkirina sîstema malbatê, kûrkirina dabeşbûna mezhebî, qelskirina baweriya bi dewletê û vegera ji serxwebûn û bêalîbûna saziyên giştî ye.
Ev nîgeraniyên hanê ji aliyê beşeke berfireh a civaka Îraqî ve, parlamenter, akademîsyen, zanayên olî, çalakvan û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de, hatine raberkirin.
Gengeşe germ û berdewam in û di vê dawiyê de gihîştine gupîtkê. Ev jî bi rêya avabûna hevpeymaniyeke berfireh ji bo boykotkirina rûniştinên parlamentoyê û pêşîgirtina li gihîştina rêjeya yasayî ji bo pêkanîna dengdana li ser sererastkirinê.
Dijberiya berfireh li dijî wê sererastkirinê û nêrînên polarîzekirî li seranserê qada siyasî, dubendiya kûr ku miletê me jana wê dikişîne, derxiste meydanê.
Digel vê yekê jî, heta niha ev pêşketin tenê bi asteke pir kêm di pêvajoya Herêma Kurdistanê de hatine pêşkêşkirin ku bandora wan li ser Herêma Kurdistanê werin xwendin û şopandin.
Dibe ku em xwe bixapînin ger em texmîn bikin ku ji ber ku ev mijar li derveyî desthilatên hikûmeta federal e, loma yasaya sererastkirî ya rewşa kesîtî bêyî pejirandina fermî ji hêla Parlamentoya Kurdistanê ve, dê bandorê li ser Herêma Kurdistanê neke û em dê ji bandorên wê yên neyînî dûr bimînin.
Lê ev encameke kurtbîn e, ji ber ku tora aloz a ku tê de sîstema hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne, li ber çav nagire. Guman tê de nîne ku bandorên li pey hev ên vê sererastkirinê dê li seranserê Kurdistanê belav bibin û şax û paxên xwe berdin.
Sererastkirina pêşniyarkirî ji bo yasaya rewşa kesîtî, rê dide Îraqiyan ku komek rêzikên berhevkirî hilbijêrin ku ji aliyê peyayên olî ve li encûmenên zanistî yên weqfên Şîî û Sunî hatine amadekirin li şûna rêzikên yekkirî yên yasayî yên ku niha di warê rêkxistina mijara rewşa kesîtî de li ber dest in.
Tevî çelexwarîkirina nêrîna dewleta sivîl li ser mafan û parastina wekhev ji bo hemûyan û lihevkirina li ser serxwebûn û bêalîtiya sîstema yasadanîn û dadgeriyê li Îraqê û têkbirina serweriya yasayê ku ev hemû bi berfirehî hatine behskirin, ger ev guhertin were pejirandin, dê nakokiyeke kûr di navbera mekanîzmayên berdest ji bo rêkxistina mijara rewşa kesîtî li Îraq û Herêma Kurdistanê çêbike.
Ji bilî çend rewşên awarte yên hindik, niha yasaya rewşa kesîtî ya hejmar 188 a sala 1959 li Îraqê û yasaya rewşa kesîtî ku li Herêma Kurdistanê di meriyetê de ye, heta radeyeke mezin bi hev ve girêdayî ne. Ev yek jî sedemeke sereke bû ji bo kêmkirina nakokî û bêtifaqiyan di cîbicîkirina qanûnên din ên têkildar de wekî yasaya nasnameya Îraqî ya hejmar 26 a sala 2006ê û yasaya karta niştimanî ya hejmar 3 ya sala 2016ê ku li ser hemû welatiyên Îraqê tê cîbicîkirin.
Herêma Kurdistanê di karûbarên ku taybetmendiya wan a serweriyê heye de qanûnên federal bi cih tîne wekî karûbarên taybet bi derxistina belgeyên medenî, nasname û qeydkirina zewac û bineçeyê.
Hebûna rêbazeke standard û yekkirî li ser her du astên federal û Herêma Kurdistanê destgihîştin û miamelekirina wekhev li seranserê welêt xurt dike. Lê ger ev sererastkirin were pejirandin, wê çaxê ew parêzbendî têne rakirin û çend çarçoveyên cihêreng li ser asta Herêma Kurdistan û Îraqê çêdibin.
Ev dibe sedema derketina prosedurên cihêreng ku cîbicîkirina qanûnan aloz dikin û dibe ku bibe sedem ku di çarçoveyeke taybet de takekes li wan zagonan bigerin ku di berjewendiya wan de ne yan jî miameleyên nermtir di wan de hene ji bo wan.
Her wisa ev yek rê li ber şiyana Hikûmeta Herêma Kurdistanê digire ku li gorî qanûnên xwe yên karpêkir mijarên rewşa kesane çareser bike.
Nakokiya di navbera van her du çarçoveyan de bi awayekî taybet li navçeyên cihê nakokiyê wek bajarê min Kerkûkê ku di dirêjahiya dîrokê de qadên desthilatdariyê tê de di nav hevrikiyeke germ û berdewam de ne, diyar dibe.
Dibe ku xelk li wan navçeyan kêşeyên yasayî yên rewşa kesîtî wek zewac û telaqê bînin pêşber dadgeh û dezgeh û saziyan li Herêma Kurdistanê yan Îraqê ku di dema hebûna du yasayên rewşa kesîtî yên cuda de keleman datîne pêşber hebûna rêbazeke standard ji bo birêvebirina wan pirsan.
Lê dîsa jî bi liberçavgirtina hejmara zêde ya welatiyên Kurd li navçeyên cihê nakokiyê ku girêdan û têkiliyeke wan a darîçav bi şêniyên Herêma Kurdistanê re heye, têgihîştinên nû ku di çarçoveya sererastkirina yasaya federal de dertên holê, dikarin bi derbasbûna demê re herin nav dab û nerîtên navxweyî û li dawiyê dirêjî nav yasayên Herêma Kurdistanê bibin.
Divê em vê yekê jî ji bîr nekin ku hejmareke mezin ji malbatên Îraqî li Kurdistanê dijîn û dê di dawiyê de bi çarçoveya federal a nû re têkevin têkiliyê.
Ji vê li pêştir jî, ger tevgereke wisa bi sererastkirina pêşniyarkirî re were kirin ku bi prensîbên destûra Îraqê re paralel û pejirandî be, hingê dibe ku destûrîbûna yasaya rewşa kesîtî ku li Herêma Kurdistanê tê bicihanîn bikeve jêr gumanê.
Dibe ku ev yek jî bibe sedema tomarkirina gilînameyê li ser Herêma Kurdistanê li Dadgeha Bilind a Federal bi hinceta pabendnebûna bi wan xalên destûrî ku di madeya 41ê da cih girtine derbarê azadiya Îraqiyan di karûbarên xwe yên rewşa kesîtî de.
Ev dibe sedema zêdebûna guvaşan li ser Parlamentoya Kurdistanê ji bo ku çarçoveya xwe bêtir bi yasaya federal re paralel bike û ji desthilata xwe ya yasadanînê vegere, li ser mijarên ku ji derveyî desthilatên hikûmeta federal in.
Bi liberçavgirtina rastiya ku di dema borî de hin made û bendên yasaya rewşa kesîtî ku li Herêma Kurdistanê tê bicihanîn, di nav de yasayên taybet bi mafên jin û zarokan û sînordarkirina pirjiniyê ket ber êrişa îtîraza li ser bingeha lihevnekirina bi destûra Îraqê re, ev sererastkirina Îraqê derfetê dide komên xwedî berjewendî ku cardin qanûnê Herêma Kurdistanê îtîraz bikin bi mebesta jinavbirina nirxên civakî yên girîng ku ji bo civakên lawaz hatine danîn.
Ev encam dê bêsînor zirarê bike. Tiştê ku Herêma Kurdistanê ji hêla dîrokî ve li navçeyê cuda kiriye û piştevanî, hevparî û veberhênan ji seranserê cîhanê bi aliyê wê ve kişandiye, serkirdayetî û tomara berfireh a Kurdistanê di warê mafên jinan de ye û her binpêkirineke van mafan, dibe ku bibe werçerixîneke kûr ji wê rêça ku li ser asta cîhanê wekî nimûneyî û giştgir hatiye naskirin û paşvegerek ji bawerî û statûya me di nav civaka navneteweyî de be.
Pir girîng e ku aliyên têkildar li seranserê Herêma Kurdistanê, pêngavên bilez, hevrêz û kolektîf biavêjin da ku pêşî li pêşveçûna sererastkirina pêşniyarkirî bigirin.
Metirsî ne tenê li ser Îraqê, her wiha li ser desthilat, bawerî û aramiya Herêma Kurdistanê û parastina tevahiya akinciyên wê jî gelek in. Vêga dem hatiye ku em bi yek dengî bi vê pêşhateyê re rû bi rû bibin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse