Mêvanê Elyseeyê

04-11-2023
Aryan Ferec
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Emmanuel Macron
A+ A-

Serok Macron careke din li Koşka Elyseeyê pêşwaziya Serok Nêçîrvan Barzanî ku jê re dibêje “Nêçîrvanê ezîz” kir.

Hevdîtina vê carê ya her du serokên dost di rewşekê de ye ku navçe di nava şer û metirsiya berbelavbûna şer de ye.

Her wisa ev civîn di rewşekê de pêk tê ku metirsî heye hemû alî li ser çepera aliyên di nava şer de dabeş bibin û her yek piştevaniya çeperekê bike.

Şer heta radeyekê sîbera xwe li ser hemû pirs û mijaran vedaye. Nayê zanîn gelo 'çareseriya ku Macron ji bo komkirina Îraq û cîranên wê hebû' û çend sal bûn bi Serok Nêçîrvan Barzanî re hewla peydakirina şirîk û piştevaniyê ji bo vê projeyê di nav aqilmendên Îraq û derdora wê de dida, hîn jî nola projeyekê maye û li ber çav tê girin an jî şer ew li ber xwe biriye?!

A rast, ev proje mabe yan nemabe, hatibe paşxistin an bi tevahî dest jê hatibe şuştin, ne tenê pirsgirêka hevpar a di navbera Nêçîrvan Barzanî, Macron û Fransa û Kurdistanê de ye.

Ji xeynî bawerî û matmayîna kesane ya Serok Macron bi dîtina aram û çareserîxwaz a Serok Nêçîrvan Barzanî, girêdaneke neguhêr û cidîtir a pêwendiya di navbera van her du serokan de heye.

Ev girêdan ji piştgiriya Fransayê ya ji bo gelê Kurdistanê pêk tê. Bi rastî, ev girêdan û pêwendî ji felsefeya siyasî û exlaqî ya welatê Fransayê derdikeve holê. Di heman demê de jî, xwe dispêre greveke 30 salî ya Fransayiyan li ser pêşnumayeke taybet.

Bi gotineke din, Fransî di wê baweriyê de ne ku Kurdistanî demokratxwaz in û dikarin li navçeyeke ku ji van nirxan xerîb e, mînakeke serkeftî ya demokrasî, rêzgirtina mirovan, jiyana hevbeş û azadiyê pêşkêş bikin.

Her wiha, li gorî welatê Fransayê, Kurdistanî têra xwe xwedî ezmûn û hişmendiya siyasî ne û fêm dikin ku çarenûsa wan girêdayî serkeftina wan a di vê ezmûnê de ye û girêdayî teqezkirina vê yekê ye ku ew hêja ne grev li ser wan bê kirin û dikarin wê mînakê serketî bikin û xwe jê nedin paş.

Girêdan û rêgezeke neguhêr a din a nêrîna hevpar a Macron û Nêçîrvan Barzanî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye ku hîn jî krîz e û dê di vê civînê de jî yek ji mijarên behskirinê be.

Ji sala 2017an ve, Parîs di wê baweriyê de ye ku çareseriya herî baş ji bo van pirsgirêkan, berqerarbûna Kurdistaneke xurt di Îraqeke hevgirtî de ye ku di heman demê de pirsgirêkên Kurdistanê bi dawî bîne û her wiha jî xizmeta aramiya siyasî û vejandina Îraqê bike.

Bi nêrîna hevpar a her du serokan, ev armanc dikare wiha pêk were: Ku Kurdistan herêmeke hevgirtî û hevdeng be, Bexda jî paytexteke xwedî îrade be û Îraq jî welatekî bi rastî federal be û bi temamî têgeha federalîzmê fêm kiribe û bicih bike.

Babet û mijareke din a civîna bilind a Elyseeyê, gengeşkirina şerê wêranker û xofdar e ku niha li Rojhilata Navîn li dar e.

Nêrîna Serok Nêçîrvan Barzanî li ser vê mijarê zelal e û Serok Macron jî pê dizane.

Bi dîtina Serok Nêçîrvan, şer rêyeke kor û amûreke nekirkêr e ku ji xeynî malwêranî û alozkirina bêhtir a arîşeyan, ti pirsgirêk çareser nekirine û çareser nake jî.

Kêşeya dîrokî ya di navbera Îsraîl û Filistîniyan de jî, ji bilî mikurhatina her du aliyan bi mafê hebûn, jiyan û dewleta hevdu; ti çareseriyeke wê ya din nîne.

Her li gorî vê nêrînê, Serok Nêçîrvan li ser vê cengê wiha dibêje: Divê hemû aliyên Îraq û Herêma Kurdistanê berjewendiyên bilind ên gel û welêt di ser her tiştî re bigirin û bi ti hincet û bafikekê divê rê nê dayîn ku welatê me bibe beşek ji şer û kaosa deverê ku ji xeynî ziyan, bêaramî û çarenûseke nediyar, ti sûdê nade ne Îraq û ne jî Herêma Kurdistanê. Li Herêma Kurdistanê jî divê ew şer û metirsiyên wî, me kom bike û bihêle ku em nakokiyên xwe derbas bikin.

Di rastiyê de, ev şer û ziyanên wî, divê di siberojê de bingehê ji bo peyrewkirina nêrînên kesayetên nerm, danûstandinxwaz û siberojbîn ên navçeyê peyda bike. Her wiha, divê rêyeke baştir li ber wan siyasetvanan jî veke ku kêmtir li rabirdû û bêhtir li siberojê û sazkirina siberojê dinêrin.

Siyasetmedarên ku li şûna şer û qirkirina hev, rêbaza wan nermî, danûstandinxwazî û xwendina hev e. Li gor nirxandina çavdêran li ser nêrîn û dîtina cîhanê ya siyasetmedarên navçeyê, Nêçîrvan Barzanî yek ji wan e.

Pêşwaziya Elyseeyê li Serokê Herêma Kurdistanê di vê dema nazik de û şêwirmendiya bi wî re li ser vê babeta hestyar, nîşana mitmane û baweriya Serok Macron bi kesayet, nêrîn û cîhanbîniya Serok Nêçîrvan e û di heman demê de jî peyamek e ku ji me re dibêje: Hîna jî statû û îtîbara Herêma Kurdistanê di xeleka girîngîdanê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst