Divê em wekî Herêma Kurdistanê çawa li şerê Îsraîl û Eniya Berxwedanê binêrin?

Herêma Kurdistanê ji ber pêgeha xwe ya jeopolîtîk, xasma di navbera du hêzên herêmî yên serkêş de 'Tirkiye û Îran di sîstemeke herêmî ya şewişî û simitandî de' (Middle powers in a penetrated regional system), her wisa ji ber ewlehîkirina Pirsa Kurd li wan her du welatan, Kurdistan bi berdewamî dikeve bin bandora bûyerên herêmî ku rasterast girêdayî berjewendiyên van her du welatan e.

Yek ji van mijaran jî şerê Îsraîl û Hemasê ye ku vêga dorfireh bûye û veguheriye şerê Îsraîl û Eniya Berxwedanê. Tevî ku ti nêzîkatî yan pêwendiya Herêma Kurdistanê bi van her du eniyan re nîne jî lê mixabin heger şer firehtir bibe Herêma Kurdistanê li erdnîgariya Eniya Berxwedanê cih digire û dê bibe yek ji cihên ku peşkên vî şerî lê dikeve.

Îraq dibe parçeyek ji Eniya Berxwedanê

Wekî ku diyar e Îraq roj bi roj tê ku bibe parçeyek ji Eniya Berxwedanê, tevî ku serokwezîrê federal ê Îraqê hewl daye ku xwe ji hevrikiya komikên dûvelankên Îranê bi Amerîka û Îsraîlê re, dûr bihêle lê ji ber hêza siyasî, leşkerî û sazûmanî ya van hêzên ku vêga hegemonyaya wan li ser her sê saziyên sereke yên hikumdariyê (yasadanîn, hikûmet û dadgerî) heye, Sûdanî nikare biryarên wan red bike. Yek ji armancên van komikan jî ew e ku Îraqê bikin endameke nû ya Eniya Berxwedanê ku ne dûr e di dawiyê de cihê Libnan û Hizbulahê ji bo Îranê bigire!

Xuya ye piştî têkbirina şiyanên leşkerî yên Hizbulahê, her du aliyên ku Îran wek eniya pêşîn a şer pişta xwe bi wan germ dike Hûsî û komikên çekdar ên Îraqê ne. Çerku şerê Xezeyê gurr bû, Hûsiyan xwe mîna endamekî sereke yê Eniya Berxwedanê eşkere kir. Têkiliyên wan bi komên Îraqî û Îranê re di asteke rêxistinkirî de ne, vêga di çarçoveyeke fermî de operasyonan li dijî Îsraîlê pêk tînin. Bi awayekî ku ne dûr e di encamê de Bexda wek navenda biryara Eniya Berxwedanê xuya bike nexasim ku niha baregehên Hûsiyan û yên Hemasê jî li bajarê Bexdayê hene, ev ji bo Îraqa ku hîn xwe ji toza şerên berê daneweşandiye pêngaveke nû û xofdar e.

Berî çend rojan, komên çekdar ên Şîe li Îraqê, berpirsiyariya xwe ji êrişên hevpar ku bajarên Aşdod û Heyfayê yên Îsraîlê kirin hedef ragihand. Bi ser de jî, destpêka meha Îlonê, Hûsiyan ofîseke xwe ya nûnertiyê li Bexdayê vekir ji bo tekezkirina li ser "prensîba yekîtiya meydanan" ku siyaseteke Îranê li dijî Îsraîl û Amerîkayê ye. Ji roja ku Hûsiyan êrişî Tel Evîvê kir, Serokê Koma Esaibên Ehlî Heq Qeys Xezelî hevsoziya xwe bi Hûsiyên Yemenê re nîşan da û da zanîn ku "hevkêşeyên şer diguherin."

Îran dixwaze Îraq bibe meydana şerê li dijî Îsraîlê

Îran dixwaze tiştê ku nav lê aniye (yekîtiya meydanan) ji hemû eniyan ve li Îsraîlê bixin. Tevî ku ev stratejiya Îranê li dijî Îsraîlê heta niha bi ser neketiye, di rastiyê de tişta ku Îran bi rêya siyaseta yekîtiya meydanan dixwaze ew e ku fena Libnan, Sûriye û Yemenê, Îraq jî bibe meydana şerê li dijî Îsraîlê.

Ev jî di rastiyê de, ne tenê bi gotina min lê bi gotina piraniya pisporên siyasî û leşkerî, dê encamên wê yên herî xirab li ser Îraqê hebin. Wek em dizanin, ne şiyana leşkerî ne jî şiyana aborî ya Îraqê di astekê de ne ku tevlî şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê bibe. Bi taybetî Îraq bi ti awayî nikare ne tenê li hember hêza hewayî ya Îsraîlê lê ya piraniya welatên herêmê jî li ber xwe bide.

Paşê aboriya Îraqê heta niha jî xwe dispêre piştgiriya Amerîkayê ji diravê Îraqî re bi rêya dolar û Banka Navendî ya Amerîkayê (Federal Reserve System), eger her rûbirûbûnek bi Îsraîlê re biqewime, aboriya Îraqê dê nêzî hilweşînê bibe çimkî Îsraîl dê êrişî movikên sereke yên aboriya Îraqê bike wek bender, parzûngehên petrolê, torên elektrîkê û baregehên Heşda Şeibî. Ev jî wê bibe sedem ku dahata rojane ya Îraqê ku nêzî ji sedî 90ê wê ji neft û sotemeniyê tê, têk biçe. Bi taybetî jî di egera vekişîn an jî qewitandina hêzên Amerîkayê de ku hertim çavê milîsan li ser e, rewşa aborî û siyasî ya Îraqê dê hê xirabtir bibe.

Hilweşîna aboriya Îraqê tê wateya têkçûna stûna dahata mehane ya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Bexdayê ve tê dabînkirin, nemaze mûçeyên mehane yên xelkê ku damara sereke ya aramiya aborî, civakî û siyasî ya Herêma Kurdistanê ye dê têkeve xeterê. Îraq ku vêga di vê rewşê de li hincetan digere ji bo bipaşxistina şandina dahata Herêma Kurdistanê, di wê rewşa xirab de ku me li jor behs kir, dê qet ne amade be mûçeya karmendan bişîne ku kêşeya wê ya dabînkirina wê hebe, Herêma Kurdistanê jî mixabin nikare bi dahata navxweyî û firotina nefta qaçax mûçeyên xelkê dabîn bike.

Dibe ku Îran cardin êrişî Herêma Kurdistanê bike

Mijareke din a ku eger Îraq bikeve nav şerê li dijî Îsraîlê dê bandorê li Herêma Kurdistanê bike, îhtimala dubarebûna gefên Îranê li ser Herêma Kurdistanê ye. Rast e serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Îranê, cûreyek bawerî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de vegerandiye lê ev nayê wê wateyê ku ji ber çend sedeman Îran careke din êrişî Herêma Kurdistanê nake heger şer zêde dibe.

Yekem, pêwîstiya Îranê bi hebûna Îsraîleke din a qels heye ku her dema bixwaze wê li şûna Îsraîla metirsîdar bike armanc, ji bo bikaranîna navxweyî û gihandina peyamê bi alîgirên xwe ku Îran Îsraîlê dike armanc. Ew cih jî bi îhtimaleke mezin dê Herêma Kurdistanê nemaze bajarê Hewlêrê be.

Xala duyem jî ew e ku ji ber metirsiya li ser hêzên esmanî yên Îranê li ser Îsraîlê ku Îran niha nikare alîkariyên leşkerî bigihîne Libnanê, Îran bêgav e hêleke bejahî bi kar bîne. Ev hêl jî dê bi rêya sînorê Îraq û Sûriyeyê be ku beşeke wê ya mezin jî li Herêma Kurdistanê ye. Loma ji bo ku pêşiya wê neyê girtin, Îran dê zextê li ser Herêma Kurdistanê berdewam bike. Ev jî wer dike ku ji du hêlan ve metirsî li ser Herêma Kurdistanê çêbibe. Ji aliyekî ve ji tirsa êrişa Îsraîlê û ji aliyê din ve ji tirsa zextên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê ger ne hevkar be. Rast e li sînorê Enbarê jî rêyek ber bi Sûriyê ve diçe lê gelek çav li ser wê navçeyê ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve hene.

Li gorî raporeke Kovara Time ya Amerîkî, çend rojan piştî kuştina Hesen Nasralah, Îran mijûlî veguhastina bi hezaran laşker ji bo sînorê navbera Sûriye û Libnanê ye, ev leşker bi piranî ji Îraqê tên şandin. Ev tê wateya tevlîbûna Îranê di şerê Eniya Berxwedanê de û kirina Îraqê wek meydana herbê.

Têkiliyên YNKyê yên cihêreng bi Îranê re hene

Dibe ku tevlîbûna Îraqê di şerê Îsraîlê û Eniya Berxwedanê de nakokiyên navxweyî yên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de jî kûrtir bike, ji ber ku têkiliyên YNK û partiyên îslamî yên cihêreng bi Îranê re hene. Bi gotineke din, hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember Tirkiye û Îranê ne xwedî siyaseteke yekgirtî ye. Ev yek jî wer dike ku di egera her pirseke ku girêdayî wan her du hêzan (Tirkiye û Îran) be, nakokî têkeve nav aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de jî.

Her çiqas vêga delîveyeke din a Herêma Kurdistanê wek herêmeke federal ji bilî karkirina ligel Bexdayê nîne, lê divê Herêma Kurdistanê qet ne piştrast be ku dikare heta dawî xwe bispêre Bexdayê. Îraq heger neçar be jî, lê hertim di siberojê de dê bibe çavkaniya şer û belayan ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê lê ji bo Şîeyan bi xwe jî.

Ev pişka bûdceya Herêma Kurdistanê ku li Bexdayê tê dabînkirin ku heta niha jî wek karteke fişarê ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê tê bikaranîn, her wê rojek bê ku ji ber helwesta Îraqê di siyaseta navçeyê de û bûyîna wê wek lîstikvaneke nû ya Eniya Berxwedanê bê qutkirin xasma piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ku tenê saleke wan li Îraqê maye û dibe ku Îraq jî wek serdema berî 2003 cardin têkeve jêr cezayên aborî yên Amerîka û Rojavayê.

Loma divê çavê Herêma Kurdistanê li ser geşedan û avakirina aboriya xwe ya navxweyî be û aramiya siyasî ya navxweyî misoger bike ji bo ku bikare xwe li ber ketin û têkçûna aborî û siyasî ya Bexdayê ku her diçe nîşanên wê zelaltir dibin, bigire.