Ji bo serxwebûnê Kurd li Bexdayê ne yek deng û ne yek bere bûn

04-10-2016
RÛDAW
A+ A-

Şanda Kurdistanê bi serokatiya Barzanî li Bexdayê bû. Serokê herêmeke li ser rêya serxwebûnê, bi balafireke amerîkî çû paytexta Iraqa bêhêvî û bê aştî û li wir wek serokê welatekî cîran hate pêşwazîkirin.

 

 

Serokwezîrê Iraqê li wî cihî civîna rojnamevanî pê re lidar xist ku hertim di dema serdana serokên welatan û serokwezîran de civînên rojnamevanî li wir lidar dixe. Dîmen bi rûyê xwe yên iraqî bedew bû, lê bi rûyê xwe yê Kurdistanî kêmasî tê de hebû.

 

Ji salên 80yî ve, di danûstandinên ku bi Bexdayê re dihatin kirin, kekê Newşîrwan dihate dîtin. Piraniya caran jî bi Kak Mesûd re li tenişta hev dihatin dîtin. Beşekî girîng ji zanyariyên ku nifşê me li ser danûstandinên salên 80 û destpêka salên notî û piştî hilweşandina rêjîma Sedam jî dizane, ji bîranînên kekê Newşîrwan û kesayetiyên din hatine wergirtin. Lewra dema em vêga Kak Mesûd li Bexdayê dibînin, em hest dikin bêyî kekê Newşîrwan û berê Mam Celal jî, parçeyekî dîmen kêm e û dîmen di nîvî de hatiye birrînê.

 

Dîmeneke din ku me hertim didît, dîmena wan çaxan bû ku di rewşa herî aloz de jî li hundirê Kurdistanê mamoste Elî Bapîr dihate dîtin ku serdana Barzanî dike yan şandeke bilind a PDKê serdana wî dike û bi hev re avê li agirên yek li pey yekê dikin. Lê belê ew jî di wê serdana girîng de, ku diviyabû bi Barzanî re li Bexdayê be, nehate dîtin. Dîmen dîsa nîvcomayî xuya kir.

 

Du tecrûbeyên kurdî yên bihevrebûnê yên serkeftî li Bexdayê hene. Tecrûbeya yekem wê çaxê bû dema aliyên Bereya Kurdistanî bi hev re çûn Bexdayê û piştre dema danûstandin biser neketin, bi hev re hilbijartin û damezrandina hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk anîn. 

 

Tecrûbeya duyem jî piştî hilweşandina rêjîma Sedam bû. Hingê jî hemû alî bi hev re çûn û di destûra Iraqê de, eger li ser kaxezê jî be, federalî ji Kurdistanê re peyitandin. Lê di erzmûna sêyem de ku mijara serxwebûnê bû, Kurd li Bexdayê ne yek deng û ne yek bere bûn.

 

Parlamenterekî Goran bi awayekî behsa Barzanî û serdana wî kiribû ku erebekî şoven û faşîst jî bi wî awayî behs nake. Alîgirên PDKê li Kurdistanê jî bi xemsarî û bîminetî behsa nebûna endamên Goran û Komelê di şanda Kurdistanê de kiribûn, wek ku bixwazin bi rêya piştguhxistina wan wan bi temamî ji holê rakin!

 

Tecrûbeya kê jî nebe, tecrûbeya alîgirên PDKê heye ku hevdu qirkirin û piştguhxistin naçe serî û çewt e. Çimkî eger ev mumkin bûya, Kurd ku dibêjin ji sedî 17 ji şêniyên Iraqê pêk tînin, diviyabû ji mêj ve li Iraqê bihatana nehîştin û tunekirin. Êdî çawa tu radibî du partiyan ji pênc partiyên here mezin ên welatekî qir dikî û tu difkirî ku ev yek mumkin e serkeftî ye!

 

A rast serkirdên PDK, Goran, Komel, Yekgirtû, YNKê û partiyên din ji min û te baştir dizanin ku hemû bi hev re dikarin wêneya mezin nîşanî dinyayê bidin û eger xeynî vê bikin çewt in. Lê ji salên şêstî yên sedsala borî ve wiha hîn bûne û hemû di nava xwe de bawer dikin ku ku nîşandana nîv wêneyeke wan ji nîşandana wêneya berfireh û mezin a hemû aliyan girîngtir e. Lê vê carê ku serxwebûn li ber derî ye, ev fikirîn ne tenê wan nêzîkî armanca mezin nake, lê wan hîn bêhtir jê dûr jî dixe!                  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst