Wexera ta ya xêrê be apê Muhsin!

Gava qala Berderkî Seraya Silêmaniyê tê kirin, tavilê dîroka 6ê Îlona sala 1930î tê bîra meriv, ji ber ku di wê rojê de xwepêşandaneke mezin li dijî Îngilîzan hat lidarxistin. Paşê xwepêşandan dibe şer û xelk tê de tên kuştin. Ji wê demê ve bi navê şerê Berderkî Serayê cihê xwe di nav rûpelên dîroka gelê Kurd û bajarê Silêmaniyê de girtiye.

Sedema xwepêşandanê jî naveroka Peymana Îraq û Brîtanyayê bû ku ti mafek ji Kurdan re rewa nekiribû. Herwisa di dema vegerandina termê Melik Mehmûd li Silêmaniyê di sala 1956an de, xelkê xwepêşandan saz kir û di encama wê de Extera jina Reşolê Dengbêj li wir şehîd ket.

Berderkî Seraya Silêmaniyê navenda bajêr e. Dîroka wê vedigere serdema damezrandina bajêr û paşê ji aliyê Îngilîzan ve girîngî pê hat dayîn û bû cihê hikumdariya Melik Mehmûd û dewletê. Çerxerêya Serayê pênc kolanên sereke bi hev ve girêdide: Kolana Mewlewî, Kolana Kawe, Kolana Pîremêrd, Kolana Sabûnkeran û Orzdî. Qehwexaneya herî navdar a bajêr jî ku wek Qehwexaneya Şeib (Gel) tê nasîn, tenê çend gavan dûrî Serayê ye.

Di rastiyê de, ya ku ez dixwazim li vir tiştekî li ser binivîsim ne dîroka bajarê Silêmaniyê ne jî dîroka Berderkî Serayê û şoreşên Silêmaniyê ye, li dewsê, ez dixwazim dabaşa kesayetiyekê bikim ku bi salan nola dara ku kolika wî pala xwe dabûyê, reh û kokên xwe berdabûn ax û xweliya (Serayê).

Erê, ew kolik mîna kaniyekê bû. Di nav heytehola rêwiyên Berderkî Serayê de, peyv û gotinên xweş û bedew belav dikirin. Ez behsa kolika mamoste Mela Muhsin dikim ku çendik û çend sal bû bûbû xemxurê rojname, kovar, pirtûk û her cure belavokan xasma kovarên wêjeyî ku hîn jî li hember cîhana dîjîtal û medyaya civakî li ber xwe didin û xwe teslîm nekirine, di nav wan de Kovara Ramanê ku kêfa apê Muhsin zaf jê re dihat.

Dawiya hefteyê piştî qedandina kar, ji min re bûye adet ku ez êvarê li cadeya Mewlewî bimeşim. Lê belê ez jê têr nabim, diçim Berderkî Serayê. Bîranînên min ên zarokatiyê tên bîra min û ez nas û dostan dibînim. Hin caran ez li ber wêneyê mezin ê Melik Mehmûd rûdinim û çayeke tal firr fikim. Axir şekirê min nola bazara dolaran a Silêmaniyê bilind dibe û dadikeve. Baş e ku vêga li cihekî qenc sekiniye lê doktor dibêje divê ez xwe ji xwarina şîrîniyê biparêzim lê di vê demsalê de ku fêkiyên xwecihî stewiyayî ne, ev karekî herî estem e.

Mela Muhsin xwediyê yek ji wan qulûbeyan bû ku şaredariyê ji çend pirtûkfiroş û rojnamefiroşan re peyda kiribû. Merivekî heta tu bêjî bêhnfireh, kêmaxêv lê peyvşîrîn bû. Apê Muhsin kurdperwer û pirtûkhez bû. Ez bawer nakim ku min di her çûna xwe ya Berderkî Serayê de serdana Mela Muhsin nekiribe. Bi rastî, min hertim rojname û kovar ji wî nedikirîn. Axir, ez tenê kovaran dikirim û hinekan ji wan dixwînim ku dema derketina wan diyar e. Lê kêfa min ji sohbet, dirustî û bîr û baweriya Mela Muhsin re dihat ku kurdayetî jê dibariya.

Gelek caran em qasekê li ber deriyê kolika wî bi hev re radiwestiyan. Carinan dengê Qurana pîroz bi nizmî digihîşt ber dêrî. Xuya bû ku dilê Mela Mushin bi wî dengê nerm, nazik û xweş hêsa dibû. Ez gelek caran di heman arasteya ku wî jê hez dikir de dipeyivîm, loma digot ji kerema xwe zûzûka serdana min bike.

Zêdeyî mehekê bû min Mela Muhsin nedidît. Kurê wî hay ji qulûbeyê dima. Gava min li rewşa bavê wî pirsî, got: Bavê min nexweş e, ew birine Îranê lê ber bi başiyê ve dihere.

Lê belê di van rojên borî de ku ez bi karekî li Dihokê bûm, hevalekî min li ser WhatsAppê lînkek ji min re şand. Dema min vekir, wêneyekî Mela Muhsin bi kincên Kurdî bû lê hêleke reş li wêneyê hatibû xistin. Bi rastî ez matmayî bûm. Min nûçe nexwend. Mane hêla reş a li ser wêneyê bes bû ku ez fêm bikim ku Mela Muhsin xatirê xwe ji dinyaya ronik xwestiye û çûye ser dilovaniya xwe.

Zêdetirî 35 salan bû ku Mela Muhsin pirtûk û rojname difirotin. Di sî salên nasîna min a bi Mela Muhsin re, min ji wî camêrî fêm kir ku ne tenê meseleya debara jiyanê bû ku wer lê kiribû rojname û pirtûkan bifiroşe, li şûnê, evîna pirtûk û zimanê Kurdî ketibû xwîna wî. Gelek caran digot ez dikim ji ber nivîsandina xerab a bi zimanê Kurdî di vê dewranê de dîn bibim, lê ma ez çi bikim, ne desthilatdar ne jî pesndarên wan guh li min dikin. Bi bişirîneke watedar digot di navbera me de be tewra dengê min nagihîje wan jî.

Duh gava ez di ber kolika wî re bihorîm, hîn jî pankarta reş a ku nûçeya mirina Mela Muhsin li ser hatiye nivîsandin, li ser kolika wî ya girtî daliqandîbû. Êdî ez bi tevahî li ber ketim ku ne em êdî gotûbêjê bi Mela Muhsin re dikin û ne jî ew rojname û kovaran werdigire û rêz dike, lê bê guman her cara ku ez di ber qulûbeya wî re derbas bibim, ez ê wî ji dil bi bîr bînim.. Wexera te ya xêrê be dostê pirtûk û rojnameyan!