Beyrût dîsa dikele

04-08-2024
Mehmûd Necmedîn
A+ A-

“Çarenivîsa Tozê” serenavê romaneke Rawî El-Hac e û wêne û dîmenên Beyrûteke xopan nîşanî me dide. Her çiqas roman berhema xeyalê be jî lê belê rastiyan disêwirîne û bandora bûyerên rastîn dibe haveynê romanan. Rawî El-Hac jî di vê romana xwe de çîrokên şerê navxweyî yê Libnanê (1975-1990) di çarçoveya metneke wêjeyî de dinivîse.

Şopandina wî şerê bixwîn e ku çendik û çend salan jiyana Libnaniyan tal kiribû, şerê ku lap 15 salan dom kir û ji ber wî şerî 120 hezar kes bûne qurbanî û gelek kesên ku reviyan êdî venegeriyan cîwarê xwe, şerê ku Beyrût dêran kir. Ev nivîskarê bi eslê xwe Libnanî di vê romanê de çîroka rojên ne xweş û xofdar ên wî welatî vedibêje; Beyrûta ku heyamekê gêrî nav şerê navxweyî bû û bombeyan jiyana şêniyên wê kiribû kerafî.

Di van çend rojên borî de, toz û xweliya bombeyên ku Beyrût hejandin romana Çarenivîsa Tozê ya Rawî El-Hac anî bîra min. Ji bo Libnaniyên resen çiqas cihê xebînetê ye ku bombeya şerekî ku ne yê wan e bihuşta wan dike dojeh. Çawa ku em jî gelek caran dibin qurbaniyên şerê dewletên bihêz, carekê dron Silêmaniyê dihejînin, carekê li Hewlêrê dixin û kesên sivîl dibin qurbaniyên xewnên dewletên xurt.

Piştî bûyera Beyrûtê, demeke dirêj derbas nebû ku serê Heniyeyê jî li Tehranê û di merasîma destbikarbûna Mesûd Pizîşkiyan de tê de çû. Ahenga Mesûd bû şîna Heniyeyê û Kurdên çarereş mîna lîstika Real Madrîd û Barselonayê di kuştina Heniyeyê de jî fitfit di wan ketiye, hinek şînê li ser wî girê didin û hinek jî serê govendê digerînin. Hinek bi rave û şîrovekirinê daketine û rewş jî heta tu bêjî xofdar e û Xwedê tenê dizane ka ev dewlet dê vî şerê hûr bigihînin kû derê û dê serê kî û kî jî tê de here? Serê siyasetkaran dê tê de here, cer di rêya kaniyê de dişike. Lê mexdûr sivîl in, binêrin çi hat serê Filistîniyan! Rojhilata Navîn vêga bûye gola xwînê û pêlan li xwe dide. Hêzên mezin mecalê nadin û şer li pey şer diqewime.

Îşê min bi siyaset, siyasetvan û şîrovekarên siyasî neketiye. Karê wan ew e ku biqewime û şîrove bikin. Îşê min bi desthilatdarên Îsraîl û Ereb jî neketiye. Lê malwêraniya şerê Ereban û Îsraîlê ku dewletên zilhêz sponseriya wî dikin, para kesên sivîl e. Wek di romana "Şok"ê ya nivîskarê Cezayîrî Yasmîna Xezra de tê dîtin ku çîroka teqîneke li Tel Avîvê ye û mexdûrên wê kesên hejar û bêguneh in. Çi li Xezeyê û çi li Tel Avîvê... Ev romana El-Hac jî çîroka xwelîserî û bextreşiya mirovên sade û ji rêzê yên Libnanê ye.

ÇarenivîsaTozê romaneke Rawî El-Hacê Kanadî yê bi eslê xwe Libnanî ye. Çîroka romanê li ser şerê navxweyî yê Libnanê ye. El-Hac yek ji nivîskarên navdar ên cîhana vegotinê ye. Wî ev romana xwe bi îngilîzî nivîsand û paşê ji bo zimanê Erebî hate wergerandin û bûyerên wê li Beyrûta dewrana şerê navxweyî yê Libnanê cih digirin. Romanê gelek xelat wergirtine ji ber ku nivîskar bi rastgoyî çîroka wî şerê xofdar di çarçoveya romaneke edebî ya sade û xwerû de nivîsandiye. Kameraya hişê vebêjer li Beyrûtê ye û dîmenên kolanên wî bajarî nîşan dide bê çawa bombeyan ew wêran û xopan kiriye, ew bajarê nazdar ku gelek kesên ew dîtine nasnavê Parîsa Rojhilat lê kirine.

Çarenivîsa Tozê çîroka Beyrûtê vedibêje, çawa ew bajar dibe toz û xwelî û di bin zora top û bombeyan de dimîne. Di nav dengê fîşek, top û bombeyan de her tim dengê Feyrûzê jî tê, Feyrûz hunermenda Ereb a mezin ku nola cîrana heyvê û bilbila sibehê tê binavkirin.

Va careke din pêjna şerekî xofdar pêsîra Libnanê girtiye û hêdî hêdî şer dorfireh dibe û dem bi dem tîra wî şerî depa sînga me Kurdan jî dihingêve û ne diyar e ka dê sibe çi biqewime û em dê di vê qumarbaziyê de bibin an winda bikin. Em dê di dawiyê de danezana azadiya seranserî ragihînin an jî em ê hesreta van rojan bikşînin û bibêjin sal bi sal xwezî bi par!

Romana Çarenivîsa Tozê di sala 2008an de ji bo zimanê Erebî hate wergerandin û çap bû. Di heman salê de Xelata IMPAC Dublinê wergirt ku nirxê wê sed hezar euro bû. Her wiha ji bo zimanê Fransî jî hate wergerandin û xelata baştirîn romana Fransî ya wergerandî bi dest xist.

Rawî El-Hac di sala 1964an de li Beyrûtê ji dayik bû. Di navbera Beyrût û Qibrisê de çû û hat, piştre di sala 1982yan de berî da New Yorkê. Zimanê îngilîzî xwend, pêşî wekî firoşkarê li ser kolanan kar kir, paşê wek garson li xwaringehekê xebitî, dûvre jî wek ajokarê teksiyê debara xwe kir. Di sala 1992yan de berî da bajarê Montrealê yê Kanadayê. Li wir hunera forografiyê xwend. Ji wir dest bi nivîsandina kurteçîrokan kir û paşê berê xwe da nivîsandina romanan. Rawî heta niha çar roman nivîsandine.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Adil Baxewan

Derbaskirina hêlên sor dê Rojhilata Navîn ber bi kû ve bibe?

Şensê Îranê bi kêmanî hetanî meha kanûna paşîna sala bê, di wê yekê de ye ku rêveberiya Joe Biden li ser heman hêla fikirînê ye û naxwaze ne Îsraîl û ne jî Îran bidin ser rêya berfirehkirina cengê