Derbaskirina hêlên sor dê Rojhilata Navîn ber bi kû ve bibe?

04-08-2024
Adil Baxewan
Nîşan Îran Îsraîl Şer Kurdistan Hemas
A+ A-

Cara yekem ku Komara Îslamî ya Îranê ala sor hilda, ew kêlî bû gava General Qasim Suleymanî di 3yê Kanûna Paşîna a 2020î de li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hat kuştin. Di xeyaldanka siyasî ya Îranê de, bilindkirina ala sor tê wateya gihîştina gupîtka rewşeke xofdar ku divê tevahiya laşê siyasî, leşkerî, dîplomatîk û ewlekarî yê welêt xwe têxe rewşa nefergeliyê.

Roja çarşemê 31ê Tîrmeha 2024an saet 02:00ê serê sibehê, Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hat kuştin. Di eynî rojê de, bi fermana Rêberê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê ala sor careke din hat bilindkirin. Tenê ji bo bîranîna we, dema ku di meha nîsana îsal de Îsraîlê êrişî balyozxaneya Îranê li Şamê kir û çend efserên Îranî yên payebilind kuştin, ala sor nehat bilindkirin!

Ger em vê yekê fena nîşanekê wergirin, bê guman em dikarin têbigihin ku Komara Îslamî ya Îranê dixwaze ji her kesî re, çi li hundir û çi li derve, ragihîne ku rewş herî xofdar e, hêla sor hatiye derbaskirin, rûmeta navdewletî ya Komara Îslamî ya Îranê hatiye perçiqandin û bi ti awayî bêdengî li ser maseya gotûbêjên di navbera rêber û generalên wî de ne vebijarkek e. Nîşaneke din a dramatîkbûna rewşê ew e ku rêberê Komara Îslamî ya Îranê bi xwe serperiştiya bersivekê dike ku jê re dibêje: Tolhildan!

Hewara tolhildana Heniyeyê ku li ser axa Komara Îslamî ya Îranê hat kuştin, li gelek paytextên Ereban deng veda. Ji Bexdaya Heşda Şeibî heta digihe Beyrûta Hizbullahê, Şama Esed û Sanaaya Hûsiyan, komên 'Eniya Berxwedan'ê bi yek dengî dabaşa tolhildanê dikin û xwe jê re amade dikin. Li vir pirsa sereke li ser teşe, armanc, cih û dema tolhildanê ye.

Tolhildana rûmeta şikestî

Di çend rojên borî de, li gorî stratejiyeke leşkerî ya hûrbîn, Îsraîlê hewl da kulmeke hêgin li pozîsyona Komara Îslamî ya Îranê di nav hevkêşeyên hêzê li Rojhilata Navîn bixe û heta asteke herî bilind di vê yekê de bi ser ket. Li Yemenê, êrişî Hûsiyan kir, sê kes ji wan kuştin û 80 jî birîndar kirin. Li Libnanê, êrişî Hizbullahê kir û serkirdeyê hêzên wê yên leşkerî Fûad Şukr ku di hiyerarşiya partiyê de kesê duyem bû, kuşt. Piştre li ser axa Îranê û li Tehrana paytext, kesayeta herî mezin a Hemasê ku mêvanê rêber bû, kuşt.

Peyama Îsraîlê zelal û eşkere ye: Hûn li ku derê bin, em ê xwe bigihînin we. Saziyên we yên îstîxbaratê çiqas xurt bin, em ê qulan di wan de çêbikin. Sêncên we yên ewlekariyê çiqas polayî bin, em ê wan derbas bikin û zanibin ku hegemonyaya me û ya we nayên danberhevkirin.

Lê di heman demê de Îsraîl hişyar e û dizane ku Îran bê bersiv namîne, ji ber ku ger li hember êrişa li ser balyozxaneya xwe li Şamê bi sedan dron û mûşekên balistîk avêtibin Îsraîlê, bê guman divê bersiva Îranê li hember êrişa li ser Tehrana paytext di asta mentiqî de bihêztir be. Rast e di tîtalên dîplomatîk de, sefaretxane beşek ji serweriya her welatekî ye, lê ev jî rast e ku ji aliyê sembolîk ve, xaka Tehranê û xaka balyozxaneyeke wê li welatekî din, ji bo ayetullahên Îranê qet ne mîna hev e.

Di meha nîsanê de, Îranê karîbû beşekê ji berpirsiyariya ewlehiya balyozxaneya xwe têxe stûyê dewleta Sûriyeyê û bi vî awayî, li ser asteke sembolîk, karîgeriya têkçûna xwe kêm bike, lê mêvanekî bi giraniya Îsmaîl Heniye li Tehranê û di hundirê mala wê de were kuştin, bê guman Îran nikare ti bafikekê ji têkçûna xwe û şikandina rasterat a rûmeta xwe re peyda bike. Ev wer li me dike ku em wisa bawer bikin ku divê bersiva Komara Îslamî ya Îranê ji êrişên 13ê nîsanê tundtir be.

Tolhildana bêyî ragihandina şerê seranserî

Li Tel Avîvê, bersiva Îranê li hember derbaskirina van hemû xetên sor gumanê li ba ti kesî çênake. Li gorî agahiyên ku îro hatin weşandin, Tel Avîvê ji niha ve rûbera esmanê bakurê Îsraîlê girtiye û ti liv û tevgerek lê nayê kirin û di bin çavdêriya tund de hatiye danîn, lê ev rûber dê heya kengê girtî bimîne? Tel Aviv dikare heya kengê di vê rewşa derûnî ya erjeng de bimîne?

Rastî ev e ku Netanyahu nikare bersiva vê pirsê bide û tewra Joe Biden jî nikare bersiva wê bide. Yekane kesê ku dikare bersiva vê pirsê ronî bike, rêberê Komara Îslamî ya Îranê bi xwe ye û jê wêdetir ne kesekî din e. Tenê ew dikare ji me re bibêje ka çarçoveya tolhildanê çawa ye? Gelo dê rasterast ji Îranê be yan ji milîsên Eniya Berxwedanê? Yan her du bi hev re?

Bi nêrîna min, vebijêrka herî xurt ji bersivdaneke duserî pêk tê. Ango Îran û milîsên xwe bi hev re û heman demê de êrişî Îsraîlê bikin. Bûyer ji wê yekê pir girîngtir e ku Îran bi tena serê xwe bersivê bide. Herwisa bi baweriya min, berovajî 13ê nîsanê, Tehran vê carê ne amade ye ku Amerîkayê ji kêliya tolhildana xwe serwext bike. Çawa ku Îsraîlê hêla sor bezand, divê bi heman rengî berdêla encamên wê bide.

Lê gelo ev tê wê maneyê ku Komara Îslamî ya Îranê dê şerekî seranserî bi Îsraîlê re ragihîne? Gelo Filistîn û Hemas ewqasî ji bo ayetullahên Îranê stratejîk in ku rabe seba wan şerekî seranserî li dijî Tel Avîvê ragihînin? Helbet na û nexêr. Ya ku ji bo Îranê girîng e, ne mirin û kuştina Filistîniyan û dûzkirin û pelixandina Xezeyê ye, li şûnê veberhênana sembolîk li ser wan e û bihêzkirina pêgeha xwe ya di nav sîstema Rojhilata Navîn de wek zilhêzeke pejirandî ye.

Komara Îslamî ya Îranê miqate ye û lap dizane ku bi ti awayî ne di berjewendiya wê de ye ku xwe tev li nav ti şer û qirênekê bike, loma ne kuştina Qasimê Suleymanî, ne êrişa li ser balyozxaneya wî welatî li Şamê û ne jî kuştina Îsmaîl Heniye dê nebin sedema ragihandina şer li dijî Îsraîlê. Îranî çê dizanin ku şerekî bi vî rengî tê wateya destwerdana Amerîka û Ewropayê, bi gotineke din tê wateya bidawîanîna rejîma Komara Îslamî ya Îranê, lewra qet li ser vê bijardeyê nafikirin.

Şensê Îranê!

Şensê Îranê bi kêmanî hetanî meha kanûna paşîna sala bê, di wê yekê de ye ku rêveberiya Joe Biden li ser heman hêla fikirînê ye û naxwaze ne Îsraîl û ne jî Îran bidin ser rêya berfirehkirina cengê. Biden dixwaze şerê Xezeyê li Xezeyê bimîne û ger li kêleka wê her cûre operasyoneke din hat kirin jî, divê bersiva wê tenê li kêlekê bê dayîn. Ango operasyon li hember operasyonê, kuştinek li hember kuştinekê, êrişek li hember êrişekê û tolhildanek li hember tolhildanekê!

Ev yek bi xwe jî bû sedem ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser kuştina Heniye wiha bibêje: Heta niha jî bêhêvî nebûye ku gelek rêyên dîplomatîk ji bo çareseriya arîşeyan hene û heta niha jî em di wê baweriyê de ne ku şer berfireh nabe û dê sînordar bimîne. Lê gelo teqîn û destpêbûna şer prose yan jî biryar e?

Gelek zanayên ku lêkolîn li ser Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem, tewra li ser şerê Îraq û Îranê û piştre jî şerê Kuweytê kiriye, bi hûrbînî qala wê yekê dikin ka ev şer çawa û di kîjan pêvajoyê de qewimîn: Gav bi gav, qonax bi qonax û bûyer li pey bûyerê! Ango şer ne biryarek e ku di kêliyekê de û di odeyek girtî de tê dayîn, lê belê rêzek rastî ye ku piştre şer li ser aktoran ferz dike. Ma ev ne heman pêvajoya ku niha li Rojhilata Navîn diqewime ye?

Dawî

Ji 7ê çiriya pêşîn a sala borî ve û heta niha û roj li pey rojê Rojhilata Navîn ber bi siberojeke herî metirsîdar ve gavan diavêje û roj li pey rojê hêlên sor bêtir û zêdetir tên binpêkirin. Di nav vê dojeha sincirî de, divê Herêma Kurdistanê li xwe miqate be û bizane ku ew parçeyek ji van hemû bûyeran e û rasterast dikeve jêr bandora encamên trajîk ên her tiştê ku li Rojhilata Navîn diqewime.

Ewlekariya Herêma Kurdistanê, aboriya wê, pozîsyona wê ya jeopolîtîk, statûya wê ya destûrî, têkiliyên wê yên dîplomatîk hemû di nav birêvebirina têkiliyên hêzê yên li Rojhilata Navîn de girew in. Lewra ji bo parastina berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê, Hewlêr nikare tenê temaşevan bimîne, li şûnê, divê di vê şanoyê de bibe lîstikvaneke zindî û beşdarî arastekirina rolan bibe; bila li ser asta herî nizm be jî, heke na divê paşê mîna qurbaniyeke bêkes tenê hewarekê bike ku kes, ti kes dê nebihîze!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmûd Necmedîn / Wêne: Rûdaw

Beyrût dîsa dikele

Kurdên çarereş mîna lîstika Real Madrîd û Barselonayê di kuştina Heniyeyê de jî fitfit li wan ketiye, hinek şînê li ser wî girê didin û hinek jî serê govendê digerînin.