Gelo Elî Babacan dê weke Berhem Salihê me lê bê?

08-08-2019
Hêmin Lihonî
Nîşan Berhem Salih Elî Babacan YNK AK Partî çaksazî Kurdistan Tirkiye
A+ A-

Rewşeke mîna ya di van heyamên dawîn de ku li Tirkiyê bûye rojev, me li Herêma Kurdistanê dît û jiya. Çîrok bi sedî sed ne weke hev be jî xalên wan ên hevbeş gelek zêde ne.

 

Navê çîroka li gel me, ‘Berhem Salih’ bû û navê ya li Tirkiyê jî, ‘Elî Babacan’ e.

 

Berhem Salih bi saya partiya xwe, Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û di gelek postên din ên pilebilind de erk wergirt.

 

Salih, beriya wefata Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, rexne li partiya xwe digirtin û digot, YNK, ketiye bin ‘hegemonyaya malbatî’ û ji ber vê yekê pêwîst e reform bên kirin.

 

Salih ku hêdî hêdî dest bi vekişîna ji nav YNKê kir, bi gotina, “Ev partî li gel prensîbên ku baweriya min pê heye nagunce, ez dixwazim cuda bibim” û dest ji YNKê kişand.

 

Berhem Salih ji partiya xwe ku bi salan bû bo têdikoşiya cuda bû û ji bo xwe, dest bi pêkanîna, ‘platformeke’ nû kir.

 

Bi şêwazê xwe yê taybet, ji Zaxo heta Helebçeyê sempatî û baweriya girseyekê bidest xist. Ew bi nasnameya xwe ya reformist derket pêş û ji welatên rojava jî piştevanî wergirt. Tevî astengên li pêşiya wî, baweriya wî gelek zêde bi wî hebû ku dê çaksaziyan encam bide. Heta ji bo aboriya Kurdistanê teza wî bi xwe jî hebû.

 

Beşeke endamên YNKê jî bi baweriya ku dê bibe alternatîfê serokê partiyê yê karîzmatîk Mam Celal, piştevaniya wî kirin.

 

Piştî ku heyamekê bêdeng ma, sala 2017an biryar da partiya xwe bi xwe ava bike. Bi vê pêngavî karî kadroyeke ji ciwanan bi beşdarbûna parlamenter û kesên ku di hinek partiyan de serkirdayetî kirine, bikêşe aliyê xwe. Dema cuda jî bû beşek ji partiya xwe li gel xwe birin.

 

Navê platforma xwe jî weke, ‘Hevpeymanî’ destnîşan kir. Bi dirûşma hevpeymaniya reformîstan beşdarî hilbijartinê bû û di demeke kurt bi mitîngeke mezin ket rojevê û herwiha karî piştevaniyeke gelek mezin a medyayê jî werbigire.

 

Di demeke kurt de li rojnameyan bû sernûçe, her gava wî bû nûçe û mijara lêkolînê. Medyaya biyanî jî Berhem Salih weke alternatîfê ‘PDK û YNK’ nîşan dan û mesele mezintir kirin. Salih, weke alternatîfê Mam Celal derdiket pêş.

 

Hilbijartin hatin kirin û encam ji bo ‘Hevpeymaniyê’ tam xeyalşikestinek bû. Partiya Salih, di Hilbijartinên Parlamentiya Iraqê de tenê du kursî wergirt û bû ya dawîn. Encama hilbijartinê ewqas hejîner bû ku endam mîna dengê zengilê bibihîzin lê hatibûn. Ew kesên li gel wî ketin rê, ketin bêhêviyeke mezin.

 

Li vir pirsa esas ev e: Rêberekî weke Berhem Salih reformîst û jîr, çawa dikeve rewşeke wiha? Di demeke ku Herêma Kurdistanê di rojên herî xirab de bû û nedikarî mûçeyên karmendan jî bide.

 

Ji aliyê bereya Salih ve em dikarin encaman di bin çend serenavan de kom bikin;

 

Ya yekem: Kesek eger ji aliyê partiyê ve û li gel kesekî karîzmatîk gihiştibe, herwiha ji alîgirên wê partiyê deng wergirtibin û bûbe xwediyê meqam û postan, dema wî kesî rêya xwe li gel partiya xwe cuda kir, gelek zehmet e ku piştgiriyê ji alîgirên wê partiyê werbigire.

 

Ya duyem: Jibilî partiyên mezin, destavêtina meseleyên çaksaziyê hewldaneke zehmet e. Ji ber ku ew kesên çaksaziyê dixwazin pêwîst e ewilî ji partiya xwe dest pê bikin. Taybet jî kesên ku di partiya xwe de li ser postên bilind bûn an jî di partiya xwe de erkên pilebilind birêve dibirin, ev rewş dijwartir e.

 

Ya sêyem: Divê mirov di bin bandora çapemenî û medyayê de ne nemîne, taybet jî medyayên biyanî. Ji ber ku ew ti deman civakê bi hemû zelaliya xwe analîz nakin.

 

Ya çarem: Çûyîna rewşa aboriyê ber bi xirabûnê ve, derfetek bû ku Berhem Salih derkeve pêş lêbelê ji bo gotina dawîn a xelkê, meseleyên asayîş û terorê derxistin pêş.

 

Salih ku di demeke kurt de têgihişt ku şaşî kiriye, bi lez dest bi dîyaloga li gel YNKê kir. Tevî ewqas rexneyên aşkere jî, dest ji wê partiya ku nû damezirandibû berda û vegeriya nav refên YNKê.

 

Berhem Salih, niha li cihê Mam Celal, li ser postê Serokomariya Iraqê rûdine. Weke YNKyiyek li ser rêya xwe berdewam e. Ew niha dizane ku dikare di nav YNKê de çaksaziyê bike û di haya wê de ye ku bi cudabûna wî ji YNKê hemû gavên wî yên ji bo çaksaziyan dê bên astengkirin.

 

Ev çîrok dibe ji bo Tirkiyê jî bibe mînakek. Ev çîrok, weke çîroka Elî Babacan e ku ji Ak Partiyê hat bû Cîgirê Serokwezîr, wezîr û di gelek postên din ên bilind de cih girt. Tekane tiştê cuda, coxrafî ye.

 

Babacan, hewl dide di wê rêya ku Berhem Salih girtûbû ber xwe de, biçe. Ew jî di wê baweriyê de ye ku dê li derveyî partiya xwe çaksaziyan pêk bîne û ew beşa ku ji AK Partiyê sar bûye, dê deng bidin wî. Lêbelê dibe bi cudbûna wî, mohra, ‘bêwefabûnê’ bixwe. Ji ber hindê xuya ye ku zehmet e tiştê dixwaze bibîne.

 

Di proseya pêş me de dibe em şahidiya wê yekê bikin ku dezgehên medyayî yên biyanî, Babacan weke alternatîfê Erdogan, mîna, ‘stêrkekî nû’ nîşan bidin. Encamên hilbijartinê vê yekê dê bi zelalî derxînin holê; Eger tu bi mayîna li nav partiya xwe daxwaza çaksaziyan bikî û ji nav refên partiya xwe cuda nebî, tu dê bibî kesekî gelek jêhezkirî.

 

Berhem Salih bi saya partiya xwe, karî bibe alternatîfê Mam Celal. Di vê rastiyê jî têgihişt; Bi mayîna li derveyî YNK, ne alternatîfî, nedikarî çaksaziyan jî bike.

 

Ji ber hindê eger Elî Babacan bixwaze him çaksaziyan bike û him jî bibe alternatîfê Erdogan (ku ev egereke gelek dur e) rêya vê, tenê di AK Partiyê re derbas dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Diyar Sadî

Qonaxeke metirsîdartir a êrişên elektronîk

Çiqas teknolojî bêtir bi pêş ve here, hêza dijberên wê jî zêdetir dibe. Yek ji wan êrişkarên cîhana dîjîtal in ku li ser du çînan hatine dabeşkirin. Armanca çînekê ji wan çareserkirina pirsgirêkên şirket û welatiyan e seba misogerkirina jiyaneke parastî di qada dîjîtal (siber) de. Armanca çîna din jî wêrankirin û dizîna agahî û daneyên şirketan ji bo meremeke taybet e.