Serokek ji Silêmaniyê ve

Civîna Goran û PDKê dive civîneke yekalîkir be û arîşeyên hilawîstî bi pakêcekê danin ser maseya danûstandinê. Çareserbûna pirsgirêkên navbera Goranê û PDKê, bi şêweyeke otomatîkî arîşeya beşek ji YNKê ya bi PDKê re jî çareser dike. Cewhera arîşeya navbera Goran û PDKê li ser meseleya desthilatdariya li Kurdistanê ye û Goran weke nûnerê devera Silêmaniyê tekezî li ser vegerandina mezinatiya dîrokî bo Silêmaniyê dike. Divê PDK ji wê yekê têgihîştibe, ku Goran ji bertekeke dîrokî ya li hember desthilatdariya reha ya PDKê derketiye meydanê, ji ber wê jî îro ku PDK bûye hilgirê ala serxwebûnê, li ser wan arîşeyên ku hene, amadeyê destberdanên zêdetir û zêdetir be.

 

Piştî têkelbûna her du rêveberiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ( ku 12 salên hikûmetê 2 sal ber YNKê kevtiye), Silêmanî bûye kana nakokiyên siyasî û bi siya wê yekê jî xeleke zêde zirar kirine. Kêm kes li Silêmaniyê hene ku vê hikûmetê û rêveberiya niha bi ya xwe dizanin, tekane tişta ku wan bi Hewlêrê ve girê dide, mûçe ye û bes! Çavkaniya wê yekê ev e ku wisa hizir dikin, ku PDK hemû gupikên hestyarên desthilatdariya welat (helbet bi piştevaniya malbata Talebanî) ji xwe û şirîkê xwe re qorix kiriye.

 

Pêdagiriya li ser sererastkirina yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê û sîstema parlameniyê, eger beşek ji wê girêdayî bi wê yek be, ku bi wê yasaya niha di desthilatdariyê de rûbirûbûn di navbera serokatiyan de çê dibe, beşa herî sereke yaw ê ev e ku ew post jî weke hemû postên din ên welat bikeve nava pakêca danûstandinên siyasî û her aliyek pişka xwe ji desthilatdariya welat werbigire.

 

Pirensîpa piraniya parlemanî hê li Kurdistanê wehm û xeyal e, çimku tişta ku pê hukêm welat tê kirin, rêkevtina siyasî ye û eger ew rêkevtin ji dest çû, tevahiya sîstemê diherife. Ji ber wê, her weke ku çawan partiyan di pêkhateya rêveberiya xwe de, hesabê ji endam û alîgirên xwe re dikin, dive her bi heman awayî jî pêkhateya desthilatdariya Kurdistanê mulkê yek an jî çend partiyan, û çend navçeyên coxrafî nebe, bi wê yekê jî dibe ku heta kamilbûna demokrasiyê di nava dewleta serbixwe ya Kurdistanê de, em xwediyê welatekî yekgirtî bin.

 

Pêgeheke sertir ji bo Barzanî

 

Di germegerma danûstandinên piştî 23ê Hezîrana 2015ê û pêş ji kar kevtina parlamentoyê, daxwaza PDKê ji aliyan ev bû ku heta du salên din dema serokatiya Barzanî were dirêjkirin, ji ber du sedeman; Yekem, berdewamiya şerê DAIŞê û erkê Barzanî weke Fermandeyê Hêza Pêşmerge, Duyem, ragihandina referanduma serxwebûnê. Barzanî her du armancên xwe anîn cih û êdî maye ser wê çendê ku PDK çawan dikare weke partiyekê wan tiştan bike destkevtên niştimanî.

 

Barzanî yek du caran poşmanbûna xwe ji dubare wergirtina posta Serokatiya Herêma Kurdistanê aniye ziman û çend caran jî ragihandiye, ku êdî ew xwe ji vê postê re kandîd nake. Ji wê nêrînê ve yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û desthilatn wê (bi rêkevtina navbera YNK û PDK) ji boşexsê Mesûd Barzanî hatibû nivîsandin ( ku Barzanî piraniya wan desthilatan bi kar neanî), dibe ku ji bo qonaxa piştî wî, ew yasa were sererastkirin.

 

Çimku bi wê yekê bi pileyê yekem, krîza siyasî ya navxwe ya Kurdistanê tê çareserkirin û hemû alî jî baş dizanin, ku di îro ya Kurdistanê de, ne kes dikare %70ê dengên Kurdistanê bihîne, renge bi dest anîna piraniya dengan piştî Barzanî ( ku Celal Talebanî derî bi derî digeriya heta ku dengan jê re kom bike), karekî hêsan nîne û dubare dibe heman tas û hemam a sala 1992 ku wisa lê hat, her posta rêberîtiya giştî ya tevgera rizgarîxwaza Kurd werbigire. Herwiha kes jî nikare garantiya wê yekê bike, ku ew kesê piştî Mesûd Barzanî wê postê werdigire, desthilatên xwe weke wî bi însaf û niştimanperwerane bi kar bîne.

 

Posta dahatî ya Barzanî, rêberê tevgera sexwebûnxwaziya gelê Kurdistanê dibe, ne tenê li Başûrê Kurdistanê, belku li parçeyên din jî, û merceiyeta biryara çarenivîssaz e bo paşeroja millet. Ti kes û welatek nikarin bêne Kurdistanê û Barzanî nebînin! Ji ber wê jî PDK divê destpêşxer be ji bo bilindkirina pêgeha Barzanî û garantîkirina serokatiyeke heta hetayî ku berhemê ti rêkevtineke siyasî nîne.

 

PDK divê pêşdestiyê bike, di sererastkirina bilez a yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê û li gel aliyên din wê mijarê bigihîne nusxeyeke dawî.

 

Partiya serbixwe ya bê alî ya kerta taybet

 

Helbet eger di pêşerojê de, sermayedarkiriyê Silêmaniyê bixwaze partiyeke siyasî damezrîne, navê partiya wî ev nabe, lê belê ewa ku propagandayê ji partiya wî re dike, kanaleke televizyonî ye û dezgeheke medyayî ye ku hilgirê peyama bê alîtî û serbixwebûnê ye û îdiaya wê yekê dike, ku ya kerta taybet e!

 

Karê min bi wê yekê nîne, ku piştevaniyê li kîjan eniyê dike, çimku karê kanala medyayî ya profesyonel ew nîne ku eniyeke siyasî rabigihîne, ku ragihand jîm êdî rastbêjiya xwe ji dest daye.

 

Ewder cihek nîne ku xewnên Obama tê de bêne cih, û zehmete jî ku Trumpek (ku Amerîka jî bi zehmet wî qebûl dike) li Kurdistanê çê bibe. Di baştirîn halet de, dê Kemal Mîrawdeliyekî din serî rake! Dibe ku xelkê Kurdistanê li ser du eniyan dabeş bibin, lê belê bi kar anîna derfetê û dengê nexêr ji bo tijîkirina berîkan û karê bazirganiyê, bêrêzîkirin bi hest û îradeya xelkê ye.

 

(Ramanên nivîskar ayidî nivîskar in, Tora Medyayî ya Rûdawê ji ramanên nivîskar ne berpirsyar e.)