Zimanê Kurdî di navbera Abdulîlah û Gul de!
Di çûna xwe ya vê carê ji bo Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de, min çend kesayetiyên siyasî û çandî yên kurd dîtin, her wisa min serdana muzexaneya Apê Mûsa Anter li gundê wî kir.
Ez çûm meydana ku Şêx Seîdê Pîran lê bidarve kiribûn, lê hêj ne cihek e ku xelk serdana wê bikin û bibêjin ev gora Şêx Seîd e. Axir tirk di wê heman şevê de ku Şêx Seîd û 72 hevalên wî îdam dikin, wan li cihekî din vedişêrin, lê piştî 93 salan hêj cihê gorên wan veşartî ye û bi nehênî hatiye hiştin.
Dema min Şêx Abdulîlah Firat ê neviyê Şêx Seîd dît, min jê pirsî gelo hûn cihê gora Şêx Seîd dizanin? Bi dengekî qebe got: Erê, ma çawa em nizanin, lê dewlet nahêle em herin wir ku baregeheke leşkerî ya mezin li nav dilê Amedê (Diyarbekirê) ye.
Ez naxwazim di vê gotarê de herim ser mijara serîhildana Şêx Seîd û encamên wê, lêbelê ez dixwazim li ser mijarekê biaxivim ku me bi neviyê Şêx Seîd re qala wê kir, ku ew jî girîngiya zimanê kurdî ye.
Her kes dipejirîne ku miletê zimanê xwe neparêze dê çarenivîsa wî ji çarenivîsa dînozorên ku vêga tovê wan li ser rûyê erdê qeliyaye, ne çêtir be.
Neviyên Şêx Seîd li ser çend bereyan dabeş bûne, hinek ji wan ji ber misilmantî û şêxîtiya xwe bûne beşek ji partiyên siyasî yên îslamî wek Refa, AK Partî û Seadetê û hejmareke kêm ji wan jî di nav HDPê de ne.
Şêx Abdulîlah Firat bi rêya Necmedîn Erbekan tevlî Partiya Refahê dibe û heta vêga jî li ser heman rêçê berdewam dike, her çiqasî Partiya Refahê bi yasayê hatiye qedexekirin jî, lê alîgirên wê xwe di partiyeke din de ji nû ve bi rêxistin kirine.
Şêx bi rijdî tekez dikir ku Necmedîn Erbekan kurê serokeşîrekê kurd e û kurd e, wî ango Erbekan tu carî kurdbûna xwe li bal wî înkar nedikir, lê şêx digot wî hertim ji min re digot ku ji kerema xwe vê meseleya kurdbûna min ji bo piştî mirina min bihêle, çunke ez dizanim ku dê ji her alî ve êrişî min bikin
Ya ku ji min re balkêş hat ew bû ku neviyê Şêx Seîd bi kurdîyeke xwerû û paqij diaxivî, tew neviyên wî jî li ser heman şopa bav û kalên xwe çûne û tevî hemû kelem û astengiyan jî zimanê xwe parastine.
Derbarê giringiya zimanê kurdî jî Şêx digot, tew ziravê gelek îslamiyên tirk jî ji zimanê kurdî diqete, ji ber ku ew jî bi hênceta ku em hemû misilman û birayên hev in, dixwazin kurd zimanê xwe ji bîr bikin û ala spî ya tirkbûna xwe bilind bikin, bibin tirkên misilman, axir kurd bi zimanê xwe kurd in, heke na bila heta êvarê bi milyonan kurd bi tirkî bibêjin em kurd in!
Şêx li ser siyasetmedarê Tirk Abdullah Gul jî wisa got: "Em cîranên hev bûn û em di heman partiyê de dixebitîn. Me her roj kurên xwe di heman saetê de dibir dibistanê, ji ber ku di heman dibistanê de dixwendin. Cudahî ew bû ku ez li ber çavê her kesî bi kurê xwe re bi kurdî diaxivîm, lê min nizanibû ku axaftina min a bi kurdî li ser dilê Abdullah Gulî bûye girêka kor. Rojekê di konferansa partiya me de ku piraniya serkirdan, Erdogan jî di nav de amade bûn, Abdullah Gul xwe nema girt û got: Ma hûn dizanin ku ev neviyê Şêx Seîd ji Ataturk xetertir e? Cemaet hemû matmayî ma, ez jî pir matmayî mam! Gul got ev mirov heta niha jî bi kurê xwe re bi kurdî diaxive, lewra Ataturk çiqasî ji bo îslamê xerab bû, axaftina bi kurdî jî ewqasî ji bo Tirkiyeyê xerab e!"
Ev nêrîna şaş û dijminane li hemberî kurdan û zimanê wan zêdeyî sed salî ye tê pêşxistin û gurkirin, mixabin hewldanên dewletê hema bêje digihêjin armancên xwe.
Vêga zimanê kurdî li bakur û Tirkiyê di rewşa herî xerab de ye û ber bi nemanê ve diçe. Ji ber vê yekê divê kurd hemû giraniya xebat û têkoşîna xwe li ser parastin û zindîkirina zimanê xwe xerc bikin. Heke na dê bîst salan bi şûn de miletek derkeve holê ku bi tirkî bibêje: "Babam Kurd, anêm Kurd, ama ez Kurmancî nizanim". (Bavê min kurd e, dayika min Kurd e, lê ez bi Kurmancî nizanim).
Wek meteloka pêşiyên kurdan jî dibêje, "Çû heyfa bavê, q..a dê jî li ser kir", divê kurdên bakur jî bibêjin ku me ji bo avakirina dewletê şoreş kir, lê me zimanê xwe jî ji bîr kir û li ser kir.