Deriyê Sêmalka bi destbadanê nayê birêvebirin û milet baca girtina wî dide

04-06-2023
Omar Kalo
Omar Kalo
A+ A-

Dema ku di sala 2013an de Deriyê Sêmalka - Pêşabûrê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser hate vekirin, miletê Kurd ew yek wekî destkeft û derfeteke dîrokî ji xwe re dît, bi taybetî ji bo miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ku di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û dorpêç kiriye, û pêwistiya wî ji Kurdên Başûrê Kurdistanê bêhtir bi wî derî heye, lê bi demê re ew derî carna wekî fişar û karteke siyasî tê bikaranîn, û rê li ber kasayetiyên hin aliyên siyasî tên girtin, ku dibe sedema girtina wî derî, û di encamê de miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bacê dide, û bi wê yekê dibe deriyekî lawazkirina hestên neteweyî yên miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, dibe hokarekî din ê kêmkirina baweriya miletê Kurd bi nasnameya xwe û girêdana wan bi xaka Kurdistanê de.

Heta çend salan miletê Kurd bi helekî xerab bi qayik û gemiyan di navbera herdu perçeyên Kurdistanê de û di ser çemê Dicle re diçûn û dihatin, di eynî demê de gelek cureyên pez û ajelan ji mih û berxên wan, bizin û karên wan, çêlek û golikên wan bi rûmet û kerameteke mezin li otombîl û kemyonan siwar dibûn, û ji mirovên Kurd û zarokên wan bi rûmetir û serbilindtir di ser pira bazirganî ya li ser çemê Dicle re derbas dibûn, ji ber ku ji bo armancên bazirganî ew ajel ji rûmet, keramet û rêzgirtina mirovê Kurd bi sûdtir û qezenctir bûn, û bê wate û behane rê li pêş mirovên Kurd nedihate vekirin, ku ew jî 25 dolarên xwe bidin û rûmeta xwe wekî ya ajelan biparêzin, û bi azadî çûn û hatinê di navbera herdu perçeyên Kurdistanê de bikin, heta ku vê dawiyê Herêma Kurdistanê çend minîbûs ji bo derbaskirina xelkê terxan kirin, lê gefa girtinê û astengkirina xelkê hertim berdewam e.

Ev bû 10 sal in û heta roja îro ew derî ji bo çûn hatina miletê Kurd a bê merc ne serbest û azad e, hin şert û merc hatine danîn ku bûne tûk û kelem ji bo çûnûhatina xelkê, miletê Kurd nikare bi azadî û serbestî di wî derî re serdana herdu perçeyên Kurdistanê bike, bi behaneya ku ew derî tenê ji bo derbasbûna nexweşan, armancên mirovî, xwediyên paseport û îqameyên biyanî û Ewropî û liv û tevgera bazirganiyê vekiriye, lê ew di dema her nakokiyekê de jî dîsa tê girtin, û bi wê yekê bêhêvîbûna miletê Kurd û girêdana wan bi xaka welatê wan Kurdistanê de lawaztir dike.

Sîstem û mercên çûn û hatina di Deriyê Sêmalka - Pêşabûrê re, xelkê fêrî derewan dike û rê xweş dike ku exlaqê wan xerab bibe, û xizmeteke baş ji simsar û dizan re pêşkêş bike, ango divê Kurdên sax û saxlem di derûn û hestên xwe yên netewî de, xwe şêt û nexweş bikin û raporên nexweşiyê yên sexte û derewîn ji simsaran peyda bikin, heta ku bikaribin di derî re derbas bibin, an jî pereyên pir bidin simsar û qaçaxciyan, heta ku bikaribin bi dizî û qaçaxî di sînor re derbas bibin, ango rê nayê dayîn ku bi azadî Kurdên li herdu perçeyên Kurdistanê dijîn sedana hev bikin, û hest bikin ku ew li welatê xwe azad bi rûmet dijîn, û sînorên ku dijminan di nava welatê wan çêkirine û dadnîne, ne rast in û hatine şikandin an jî bi kêmanî hatine sistkirin û vekirin.

Herwiha yek ji sîstem û mercên rêdana derbasbûna di Deriyê Sêmalka - Pêşabûrê re ew e, ku xwediyên pasport û îqameyên biyanî û Ewropî dikarin azad û serbest di derî re derbas bibin, divê li rex wê biryarê, ji bo Kurdên ku li ser xaka herdu perçeyên Kurdistanê dijîn jî hêsankarî werin pêşkêşkirin, heta ku mirovê Kurd hest bike ku dema ji welatê xwe koç neke û dernekeve, bo wî baştir û bi rûmetir e, û ne ku paseport û îqameyên biyanî û Ewropî ji yên welat baştirin, û xelk bawer bibe ku ew li welatê xwe mirovên baş û bi nirx û qîmet in, û dem ku li ser xaka Kurdistanê bimînin û di bin desthilatdariya Kurdan de bijîn ji bo wan baş û xweştir e.

Dûrî siyasetê û alîgirtinê û çepikan, hezar heyf û mixabin, ku berjewendiya aliyekî yan yê din bihêle mirovê Kurd hest bike ku ew xwedî welat û nasnameyeke lawaz û bê nirx e, ji welatê xwe bêhêvî bibe û berê xwe bide welatên dûr, di dema ku berjewendî û çarenûsa miletê Kurd û xêr bêra Kurdistanê di destê Kurdan bi xwe de be, û reftar li gel Kurdan were kirin ku hîn bindest û kole û ne azad in, yan çepikcî û dîlên sloganan bin, yan jî dûrî welatê xwe birevin û li jiyaneke aram û bi rûmet bigerin, beşekî mezin ji xelkê îşê xwe aliyên siyasî naynin ne bi çê û ne jî bi xerabî, lê mafê wan wekî her alîgirekî siyasî di wî welatî de heye, û divê azad û bi rûmet bijî.

Ew deriyê ku bûye deriyekî şkandina îradeya mirovê Kurd, ew xaka Kurdistanê ye û milkê miletê Kurd e, divê kes rê li ber yê din negire û wî derî nekin fişar û karteke siyasî, divê nakokiyên siyasî li aliyekî bin, lê berjewendiya miletê Kurd di ser her tiştî re be û mafê her Kurdekî heye di wî derî biçe û bê, miletê Kurd êdî hişmende û têra xwe nas dike ku çi li derdora wî çê dibe û diqewime, divê xelk azad biçin û bên welatê xwe û serdana xwîşk û bira û xwediyên xwe li herdu perçeyên Kurdistanê bikin, herweha ji bo Kurd werin handan ku li welatê xwe bimînin û ji navên Kurd û Kurdistanê hez bikin û wan wekî du navên pîroz biparêzin.

Li aliyekî din, divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê berjewendiya Herêma Kurdistanê li ber çavan bigrin, û destêwerdanê di rewşa navxwe û siyaseta Başûrê Kurdistanê de nekin, bi kîjan welatî û alî re didin û distînin, çawa welatê xwe birêve dibin, ew ne karê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye, û divê xwe nekin bar li milê wan û nebin beşek ji nakokiyên Kurdistanî, Başûrê Kurdistanê gelek xizmet ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kirine û berdewam ji hemû Kurdan re alîkar û pişt bûye, û bûye pêgeh û mala her Kurdekî li seranserî dunyayê, loma ji her Kurdekî jî tê xwestin, ku çawa berjewendiyên xwe nas dike û diparêze, bi heman çavî û şêweyî berjewendiyên Başûrê Kurdistanê jî biparêze û rêzê lê bigre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst