Ez, di hawirdoreke ji ziman û çand heya xwarin û nexweşiyê kurdî de mezin bûm. Bavê min gava nexweş diket, ji xwe ve dest bi stranên Arifê Cizîrî dikir, dermanê wî ew bû. Li derveyî dibistanê bi tirkî axaftin, hê şermeke mezin bû. Havînan li Sêrtê li gund li ser enzêlên şirşan, çavên me li çiyayên Botanê, bi çîrokên nijdevanên navdar weke Emerê Xoxê û yên din, em bi xew re diçûn. Ku ew çiya bi salên 1980an bûn hêlîna şervanên serxwebûnê.
Ewilî bênav bû. Min di zarokatiya xwe de navê Barzanî seh kir. Ji mijûlayiya dêyên me, “wî erdê me jî (bakurê Kurdistanê) dixwest”. Çiqas çû wî navî zêdetir deng da. Ji çûyî û hatiyan, gotina pêşmergê ket jiyana me. 1969-1970ê bû, em hê xeşîm bûn. Li Batmanê berê me ket qehwexaneya PDKyiyan. Ji sibê heya êvarê, “bêdeng”, dame û şetrenc dileyîstin. Me belavok nas kirin, ku bibûn sedemê lêdan û girtinê. Xwediyê qehwexanê bavê hevalekî min bû, dilsozê Barzanî bû, derbeya leşkerî ya 1980ê bi lêdanê ew kuşt.
Serdema 1970an, a zanîngehan û çepgiriyê bû. Li Başûr şikestina 1975ê, di siyaseta kurd de rê ji serdestiya çepgiriyê re vekir. Êdî çîrokên efsanewî têra me nedikir. Divê navek, armanceke pîroz hebûya. Ew, Kurdistan bû. Ew, êsîr û dabeşkirî bû. Ew, di bin zordarî, talan û înkarê de dinalî.
Rizgarkirina Kurdistanê, sedemê zayîn û hebûna çepgiriya kurd e. Me bi sedemê “serxwebûn-nexwestinê”, Barzanî rexne dikir. Hîleta me gotina “reform” û “xweseriyê” diçû. Yek rê hebû: An serxwebûn û yekbûna Kurdistanê an neman.
Fedakarî û lehengî
Ji bo wê mebesta pîroz, berdêlên me dayî, nayên gotin. Her yekê çîroka xwe ye. Lê ev diyar e: Bêyî wan, îroya me bêderfet bû û wê paşeroja me jî bi xêra wan be. Ji Bakur dengê serxwebûnê, bi 1980ê ve Rojavayê pêça. Bi 1984ê re xwîna wan jî tevlî ava dara serxwebûnê bû. Başûrî û dûvre Rojhilatî ketin dorê. Ez bûm şahidê wê ku pêşmergeyên temenmezin bi serfirazî bi tiliyên xwe, berxwedanên kurdan rêz dikirin. Li welatên Ewropayê Kurdên koçber, ji pêşdaraziyên beşê azad, derfetên xwe ji xebata serxwebûnê re vekirin. Ji Kanadayê heya Awustralyayê ciwanên kurd bi kelecaneke mezin beziyan berxwedanê. Ked, xwêdan û xwîna wan tevlîhev bû, kîjan ji kîjan beşê bû û li kîjan beşê ketibû û dikeve, êdî ew ne pirs bû, ji ber ku tenê Kurdistanek hebû.
Îro daxwazên partiyên me çi bin jî, ez bi yeqînî jê bawer im, ku di dil û lûleyên tifinga şervanan de û di qîrrîn û tilîliya gel de, weke dûh îro jî vîn û daxwaza serxwebûnê û yekkirina Kurdistanê heye.
Xewneke xelet e?
Hinek ji me, dabeşbûnê û herwiha şert û mercên cudabûyî yên beşan dikin mehne. Hinek jî rewşa siyasî ya herêmê didin pêş. Hemû jî rast in. Lê mirov nikare hebûn ve paşeroja xwe, radestî wan sedeman bike. Ji ber ku dabeşbûn, ne rewa ye û sedemê karasetên
heya îro ye.
Binxêzkirina ve rastiyê ne dubarekirin e: Sedemekî herî mezin a tevlîheviya Rojhilata Navîn, ji koletiya kurdan û parvebûna Kurdistanê tê. Heya rewş ew be, ne tenê em, lê netewên serdest jî ji pirsgirêk û karesatan nafilitin û nagihên başiyê. Serxwebûn, ne neteweperestiya paşverû ye û dema wê jî neboriye. Mirov nikare yekbûna Kurdistanê, bi berjewendiyên neteweke din bipîve. Heke serxwebûn û yekbûna Kurdistanê hewqas wan diêşîne, çima ew dijîtiya dewleta xwe nakin?
Kurdistan bi erdnîgarî, çiya, newal, ro, deşt, dar, ajel, giya, ziman, kevneşop, çand, cil û berg, xwîn û êşên xwe, jixwe yek e. Em ji Komkujiya 33 Berikan (1943, Qerqelî/Wan) heya Komkujiya Roboskiyê (28.12.2011, Qilaban) baş zanin, ku Kurdan sînor nas nekirine û dijminên me jî, tevî sînorên sedsalî, me weke yek netew dikin hedef.
Îro ew sînor yekcar bêwate bûne. Heke astengiyên dewleta tirk tinebin, têkiliya Rihayê bi Hewlêrê re, ji ya bi Stenbolê re wê ne hêsantir be? Ma çi wateya cudahiya Bakur û Rojava, an jî ya Rojava û Başûr maye? Ma Kobanî êdî ne weke beşeke Bakur e? Ji bo me çi cudahiya Dêrsim û Mehabadê maye? Em çiqas xwe bi sînorên çêkirî û bi entegrasyonê ve girê bidin, emê ji kerasetan re hewqas rê vekin. Jiyan û boçûn, sînoran radike, lê em nikarin wan ji mejiyê xwe rakin.
Gotina hîletjêçûyî: “Ev beş ya me ye”
Di babetê de tevlîheviya bîrdozî û polîtîkaya partiyên me, divê bala we kişandibe. Yên dewletbûnê, yên xweseriyê, yên tenê demokrasiyê dixwazin, hene... Her yekê ji xwe re herêmeke serweriyê ava kiriye û di hewldana berfirehtirkirina wê de ne. Dibe ji bo sergoyê xwe, xwe ji hev re jî rakin, tevî ku wê ew parastina statukoya dabeşkirî be jî.
Mixabin rewşenbîr jî, di nav wan de parve bûne û her partiyekê qey ji xwe re civakek çêkiriye. Heke ew bi vî awayî bi ser bikevin, ditirsim ku emê bi gellek cure statukoyên re rûbirû bibin. Ev tevlîheviya mejî û qebûxwestina erzan, pirsgirêkeke mezin e. Em ne fesîh in. Em ne jidil in. Em Kurdistanê dixwazin an ne?
Ji bo Xwêdê bêjin: Kurdên cîranên hev, Kurdên ji heman zimanî, Kurdên ji heman êlê, çima nebin yek? Li seranserê dinê niheqiyeke wiha ma qet heye? Bajarên kurdan ên çend deh kîlometreyan ji hev dûr, nikarin bi hev re bikevin têkiliyê, lê ew bi bajarên bi hezar kîlometreyan dûr ên tirk, fars û ereban re dûçarê têkiliyê ne.
Bandora dewletên serdest em jehr, kor, bêhiş û dîn kirine. Em kor in, em naxwazin rêgeha bûyeran bibînin. Ma dê Kurdistanê di sinîka zêrîn de pêşkeşî me bikin? Berî 20 salan hizirkirina wêneyê îro, ma qabil bû? Bi şert û mercên îro, ma mirov nikare wêneyê 10-20 salên tê, hizir bike? Lê divê mejiyê me zelal be, divê dilê me bi bawerî û evîna welatê azad û yekbûyî tijî be.
Dawiya 1984ê ez û birek pêşmerge em bi kamyonê ji Başûr diçûn Rojhilat. Bi me re leşkerên Îranê jî hebûn. Gava em ji Başûr (ji Îraqê) ketin Rojhilatê (Îranê), leşkerekî îranî ji keyfê firiya, bi qîrrîn destên xwe li hev dan. Me Kurdan bi rûyên ji şermê sorbûyî, li hev nêrî. Me zanî ku herdû alî jî Kurdistan bû û ya me bû, lê me newêriya em wê bêjin. Gelo emê kengê
biwêrbinê?
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse