Gelê Kurd şer rawestand lê ti maf nestand

04-06-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

Roja 20 gulanê şanda HDPê ku ji cîgirên serokê koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Perwîn Buldan û Îdrîs Baluken û alîkarê hevserokê HDPê Sirî Sureya Obder pêk tê, bi cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay, wezîrê karê hindur Afkan Ala û wezîrê dadê Bekîr Bozdag re li ser mijarên pêvajoya aştî û çareseriya ku di navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyê de dimeşe, hevdîtin pêkanîn.

Sirî Sureya Onder ragihand ku hikûmeta Tirkiyê soz daye ku êdî wê ji bo pêvajoyê gavên qanûnî bavêje û êdî pêvajo têkeve qonaxeke nû.

Beşîr Atalay jî ji çapemeniyê re diyar kir ku êdî pêvajo kete qonaxeke siyasî û wê hikûmet di rêya şandên siyasî re danûstandinên siyasî bi Îmraliyê çê bike û nexşeyeke rê li ser 18 mehan hatiye dabeşkirin wê têkeve piratîkê. Heman gotinên Atalay rêberê PKKê Abdullah Ocalan di rêya şanda HDPê re anî ziman, lê cîgirê serokwezîrê Tirkiyê û berdevkê hikûmeta AKPê Bulent arinç ew gotin hemû red kirin û got ku tiştekî wiha tine ye.

Piştî civîna encûmena wezîran û li ser pirsê rojnamevan ku Atalay behsa hevdîtinên siyasî ligel Ocalan dike, Arinç got “Ez berdevkê hikûmetê me, ne berdevkê cîgirê serokwezîrim, wî li kuderê çi gotiye ez nizanim, eger kes behsa danûstandin û xebatên siyasî di pêvajoya aştî de dike bi qasî ku ez dizanim tiştekî wiha tine ye, eger tiştekî wiha jî destpêbike yan ez yan ew emê ji were raghînin”.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan jî li ser heman pirsê ji çapemeniyê re ragihand “Ti danûstandinên siyasî tine yeû HDPê û BDPê bi van kiryarên xwe deriyên heyî jî digrin, tenê hin endamên HDPê ku me rê dabûn wan û şndeke Mîta Tirkiyê diçin Îmraliyê û car carna hinek komîteyên navneteweyî ku ji Ewropa tên yan jî şandeyên girêdayî mijarên tenduristiye diçin Îmraliyê. Lê kesên ku dibêjin şandên siyasî yan endamên ragihandinê diçin wêderê ew tişt ne raste, lê di demên bê de wê şandên siyasî û ragihandinê biçin neçin, ew girêdayî şert û mercên wê demê ne.

Hevserokê BDPê Salahedîn Demîrtaş duh li Stembolê ji Rûdawê re ragihand ku wan ji bo ew xetimandinên ku di pêvajoyê de çêbûne derbas bikin, bi hikûmetê re rûniştin û wan soz da ku ewê gavan bavêjin û nexşeyeke rê ji pêvajoyê re deynin, lê diyare ti niyeta wan li gor nexşeyeke wiha bimeşin tine ye.

Demîrtaş derbarê axaftinên Arinç de aşkere kir ku axaftina berdevkê hikûmetê Bulet Arinç ku ti danûstandinên siyasî di pêvajoyê de tine ye, em matmayî kirin, ev nîzkatiyeke şaşe, bi hevdîtinên veşartî li paş deriyên girtî, pêvajo pêş nakeve, li aliyekî Beşîr atalay dibêje danûstandinên siyasî hatine destpêkirin, li aliyê din jî Arinç dibêje tiştekeî wiha tine ye, ev tê wê wateyê ku ti amadekariya vê hikûmetê ji pêvajoyê re nîne.

Li gor van daxuyaniyên Hikûmetê û rayedarên HDPê û BDPê, tê fêm kirin ku ji aliyekê hikûmet dixwaze ev pêvajo bimeşe û sûdê ji aştiyê û agirbestê bibîne, lê ji tirsa nijadperestên xwe, newêre gavan bavêje, û di navber van dudiliyên hikûmetê fatora herî mezin gelê kurd dide, şer rawestand lê ti maf nestand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst