'Tu ker î û du guhên dirêj ji te kêm in‘

Cîranekî me li Amûdê hebû, jiyana xwe hemû dabû siyasetê. Berevajî gellek kesên din, ku dibûn komonîst û heta mirinê komonîst diman, yan jî neteweperest bûn û heta mirinê di partiyekê de û di bin siya serokekî de diman, ew li gor demê dikarîbû xwe biguhere.

Di qonaxa çepîtiyê de, ku her kes bibû marksî, cîranê min dizanîbû Lênîn di kîjan pirtûkê de û di kîjan rûpelê de behsa çi kiriye û herdem navê pirtûkê û hejmara rûpelan ji xwe re dikir palpişt û dijberê xwe şaş derdixist. Lênîn di bêrîka wî de ji demançeyeke tetikamade hazirtir bû û kê çi bigota yekser ew dida ber rûyê wî. Lê gava ku dijberê wî dîsa jî li ser ya xwe dima û mineta Lênîn jî diavêt aliyekî, wê gavê cênîkên cîranê min lêdixistin û dev ji axaftin û pirtûkên Lênîn û hejmara rûpelan berdida û bi boksan êrişî dijberê xwe dikir. Di wan kêlîkan de dijberê wî dibû kesekî ji eniya din ku ji zimanê zor û hêzê tenê fêmdikin. Jixwe dinya jî li cem wî du enî bûn. Eniya rastiyê, ya xêrê, ya karker, cotkar û kedkaran û eniya din jî ya şer, xerabî, kedxwar û zordaran bû.

Dem di ser cîranê min re derbas bû. Yekîtiya Sovyetê nema, welatên sosyalîst neman û qonaxa demokratîkbûnê destpêkir. Cîranê min yek ji wan kesan bû ku dikarîbû dest ji rêxistina xwe ya marksî berde û wekî hemû endamên nifşê nû bibe demokrat. Vêca qonaxa “Ev jî dîtina te ye“ destpêkiribû. Salin dirêj di ser me re derbas bûn, me modeya marksîzmê bi modeya demokratiyê guherand û xwedêgiravî rastî ne li aliyekî tenê ye û kî çi bêje ew dîtina wî ye û dibe ew dîtin rast be, yan jî ne rast be, lê ji mafê her kesî ye ku dîtina xwe vekirî û bi awayekî azad bibêje.

Cîranê min dikir û nedikir ku karibe li her dîtinê guhdarî bike, bê ku destên xwe bikarbîne, û di ser re jî bêdeng bimîne, nikarîbû. Rojekê cîranê min westiyayî berê xwe da min û dilê xwe ji min re vekir. Bi xemgîniyeke mezin têkçûna xwe ya li hember mercên vê qonaxa nû li ber min raxist: “Cîran bi Xwedê ev meseleya ’Ev dîtina te ye û ev ya min e, ne ket serê min.“ Min ji axaftina wî fêm kir ku ew ji şerekî giran derketiye û hatiye cem min. Çîroka şerê wî bi kurtayî ev bû; piştî danûstendineke siyasî bi kesekî re, wî kesî axaftina xwe wisa bi encam kiribû; di dîtina min de mast reş e yan jî şîn e û ev dîtina min e. Cîranê min jî jêre gotibû; dîtina min jî ew e ku tu ker î û du guhên dirêj ji te kêm in, ev jî dîtina min e. Gava ku wî jî dijûna wî lê vegerand, dest ketin dewrê û cîranê min rexneyên xwe bi destên xwe bi encam kiribûn. Bi vî awayî cîranê min dawî li qonaxa xwe ya demokratiyê, ku qet neketibû serê wî, anî.

Beriya demekê, di nav vê xirecira ku li Sûriyê û li herêmên Kurdan jî pêre destpêkiriye, dengê cîranê min ê qebe di telefonê de bilind bû û kêfxweşiya xwe ji vê qonaxa nû re anî ziman, lê dîsa jî heyirî mabû. Kêfxweş bû ku ew qonaxa “ev jî dîtina te ye“ di nav Kurdan de bi dawî hatiye û Kurd dîsa bûne du enî, du alî û wî hîna biryara xwe nedaye, bê ewê rexneyên xwe li vî alî bike, yan jî li wî alî. Cîranê min tiliyên xwe diqirçandin, destên xwe germ dikirin û bi kelecaneke mezin li benda destpêkirina rexneyan bû.