Ger bidome, dê gendelî dawî li dewleta Iraqê bîne

Di demekê de ku tevaya xizmetguzariyan li Iraqê ber bi paş ve diçin û nîşanên hejariyê zêdetir dibin, saziyên fermî yên dewletê bombeyeke mezin teqand: 3.7 tirîlyon dînarên pereyên bac û gumrikê ji aliyê 5 şirketên xeyalî ve hatine birin ku bihayê wan bi diravê giran digihe nêzîkî 2.5 milyar dolaran!

Pereyên ku hatin birin spartekên şirketên bazirganî û petrolê ne ku li gor yasayê, tibaba ji %5ê her peymanekê li hesabeke Banka Rafîdeynê datînin heta dema ku bac û cezayên li ser wan paqij dikin, heke na dê ew spartek werin desteserkirin. Li vê gorê, ew pere beşek ji samanê giştî ne û li dewsa bac û risûmatên veberhêneran e.

Di gotûbêjên parlamento û nûçeyên medyayê de navê "diziya sedsalê" li birina van pereyan hat kirin. Şêwaza kişandina wan diravan jî bi rêya 247 çekên bankî û di navbera îlona 2021 û tebaxa 2022 de bû ku Iraq bi hilbijartinan û gengêşîna encamên wan daketibû.

Awa û tedbîrên kişandina van pereyên zêde nîşan dide ku ev ne bi tenê karê wan pênc şirketên xeyalî ye ku hênceta kişandina pereyan dîtine, lêbelê karê toreke berpirs, simsar û hindek tedbîrên din ên hêsanker e ku ji komîteya darayî ya parlamentoyê dest pê kiriye heta gihiştiye saziyên bilind ên hikûmetê û ev perebirin bi ser hev de lod bûye.

Derbarê çawaniya derxistina derve yan xerckirina wan, ravekirin û girîmaneyên curbicur hene. Di vî warî de jî guman li dora 16 berpirsên parlamenî û hikûmî çerx dibin ku bi awayekî ji awayan hêsankarî ji bo birina van pereyan kirine.

Doz ku niha cihê giringîdana navxweyî û derveyî ye jî, nûtirîn encam û netîceya wê pergala diravî û çavdêriya wêran û bêserûber e ku dewleta Iraqê pê tê birêvebirin, tew şiyana vê sîstemê ya paqijkirina budceya piraniya salan jî nîne (hesabên dawî), ev jî rê xweş dike ji bo ku saziyên cîbicîkirinê çawa bixwazin hênceta xerckirinê ji bo pereyên texmînkirî û terxankirî bibînin.

Di vî warî de jî Heyder Ebadî ku pir bangewaziya destpakî û vegerandina samanê giştî li qaseya dewletê dike, di heyama xwe da (2014 – 2018), heta niha tenê hesabên dawî û paqijkariya xerciyên budceya sala 2015an bi tevayî kiriye û nû bi nû, hûrbînî li jimêriya 2016an jî tê kirin, ev jî li gor daxuyaniya Dîwana Çavdêriya Darayî! Tiştekî zelal e jî ku heger li her welat û deverekê jimêriya dawî nebû, wateyeke wisa berbiçav ji bo texmînên budceyê jî namîne.

Heger tu vegerî heyama Malikî jî ku salên belawelakirina budceyên 100 milyar dolarî bûn, çîrokên valaxerckirin û gendeliyê kuta nabin û ji bilî pereyên ku ji bo mûçeyên kaş çûne, gotin û rapor li ser tevaya xerciyên din hene û hindek pereyên ji bo nexweşxane û saziyên xizmetguzarî terxankirî ti şûnwareke wan tune ye. Hindek projeyên ku bingeha wan hatiye danîn jî, ne proje û ne jî pere ne diyar in!

Di dosyeya diyarnemana du milyar û nîv ên bacê de, agahiyên ewqasî sosret hene ku li gel prensîbên dewletdariyê li hev nakin û berevajî her lojîkekê ne. Ev jî di demekê de ku dîroka Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê vedigere sala 1927. Wek mînak ciwanekê ku temenê wî 21 sal e, şirketek bi sermayeya milyon dînarên iraqî (bi tenê 750 dolar) bi navê (Riyah Bexdad) damezrandiye, lêbelê tibaba 624 milyar dînaran (500 milyon dolar) ji pereyên bacê kişandiye!

Piştî dengvedana dosyeyê, dadgehê bangî birêveberê giştî yê bacê kir. Her wiha fermana girtina xwediyên her pênc şirketan jî derxist. Lê ji ber ku guman tê kirin ew rûdêmê aliyên pir kûr û desthilatdar bin, û bi tenê qaşila proseyê bin, lewra ti hêviyek bi encama lêpirsînê nîne. Xasma koka hêsankariya ji bo birina van pereyan ji gera borî ya parlamentoyê dest pê dike û gumanbar jî li ser komîteya darayî ya parlamentoyê, movikên hikûmetê, Wezareta Darayî û desteya giştî ya bacê dabeş dibin.

Eşkerebûna vê gendeliya mezin di demekê de ye ku hindek parlamenterên çalak venaşêrin ku simsar li parlamentoya Iraqê hene ku li hember çend milyon dolaran bendên qanûnî li parlamentoyê bi rêya komîteya darayî li berjewendiya xwediyê bertîlê derbas dikin. Her wiha komîteyên çavdêriyê behsa wê yekê kirine ku 37 postên wezîfî û 17 komîteyên hikûmî û perlemanî zêdetirîn xwestek li ser wan heye li Bexdayê ji ber ku derfeta wan heye gendeliyê derbas bikin yan çavê xwe jê bigirin.

Tu qanûneke taybet jî nîne ku karê van movikên hestyar dûz bike. Bi baweriya hindekan ji wan jî heger yasayên taybet jî hebin rewşê zêde naguherin, çunke nêzîktirîn mînaka ji Iraqê ku Libnan e, derdora 300 qanûnên wê yên curbecur yên çavdêrî û şopandinê hene, lêbelê encama wê bi îflasbûn û xopaniya rewşa aborî bi dawî hat. Ev jî bi sedema sistî û xerabiya desthilata cîbicîkirinê.

Çîroka birina pereyên bacê rastiyekê eşkere dike ku pêkan e bi sedema gendeliyê dawî li Iraqê were. Di vî biwarî de jî bi baweriya Dezgeha Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê niha gefên ku rûbirûyî Iraqê bûne di rêza yekem da çar tişt in: Teror, madeyên hişber, guhertinên keşûhewayê, gendelî û dizîn samanê giştî.

Metirsiya gefa çarem jî ku gendelî ye di wê yekê de ye ku kelem û pirsgirêk e ji bo nehiştina encamên her sê metirsiyên din ku pêdiviya wan bi terxankirina budceyê ji bo nehiştina wan heye. Heger valaxerckirin û gendelî bi vî rengê niha berdewam bike jî, dibe ku bibe sedema sereke ya bidawîbûna dewletê bi wateya wê ya rastîn û li dewsa wê qewareyeke çelexwarî wek dewletên binkeftî li şûn bimîne.

Beloqtirîn nîşana vê pêşhatê jî, rewşa niha ye ku zêdebarî giranbûna nirxê petrolê, Iraqê sala 2022yan bêyî qanûna budceyê derbas kir. Ji wê yasaya darayî ku ji nişka ve derxist jî bi agahdariya parlamentoyê tibaba 70 milyar dînarî ji bo nûjenkirina ofîsên leşkerî û hikûmî çûye di demekê de ku navê wê yasayê "palpiştiya tavilê ya ewlehiya xwarinê ye!"