Mihemedê Kurd! Haydê nobetê!

2 demjimêr berê
Necat Zanyar
Nîşan Devlet Bahçelî MHP DEM Partî Silav
A+ A-

Li Tirkiyeyê klîşeyek heye: “Alavere dalavere! Mihemedê Kurd! Haydê nobetê!”

Kurt û Kurmancî, nêrîna Tirkan a li Kurdan, her ev e.

Yekê çiriya pêşîn meclisa Tirkan vebû. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Erdogan di axaftina vebûnê de, mîna her carê behsa metirsiyên li ser Tirkiyeyê kir.

Erdogan got, “Piştî Filistîn û Libnanê Îsraîl dê çavê xwe berde wetenê me. Hemî hesab li ser vê ne.”

Piştre gotin anî ser Kurdistanê û got, “Îsraîl dixwaze li bakurê Îraqê û bakurê Sûriyeyê desthilatdariyan çêke.”

Dîmenê yekem ê destpêka serdema nû yê meclisa Tirk ev bû.

Lê dîmenê duyem ecêbtir bû. Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, li meclisê çû ber koma DEM Partiyê û destê hev girtin, silav li hev kirin.

MHP, partiya nîjadperest ya Tirkperestiyê ye lê pirsgirêk ne tenê MHP ye.

Li Tirkiyeyê hemî partî Tirkperest in. Dewlet Tirkperest e. Milet Tirkperest e. Çepgir, rastgir û Îslamîst, Tirkperest in.

Di nav van cureyên Tirkperestiyê de, MHP Tirkperestiya çîptazî ye. Lewma dewlet dema dixwaze siyaseteke nû bi rê ve bibe, bi destê MHPyê derdorê amade dike.

Deh sal in, dewleta Tirk navê HDP-DEM Partiyê û terorê kiribû yek. Dengê wan bi her awayî ji medyayê birîbû. Kê silav li wan bikira sûcdar bû.

Lê niha serokê MHP û DEMê bi rûkenî destê hev digirin.

Peyama Bahçelî ya piştî silavê jî balkêş bû. Bahçelî got, “Em dikevin serdemeke nû. Dema em li cîhanê aştiyê dixwazin, divê em li Tirkiyeyê jî aştiyê pêk bînin.”

Belasebeb negotine, “Gava rovî dest bi weazê kir, bila çavê we li mirîşkan be.”

Dîmenê sêyem, şiroveya serokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan e. Serokê DEMê got:

“Ev tablo pêwîst bû. Ji bo em li ser mijarên esasî yên Tirkiyeyê biaxivin û çareseriyan bibînin, gelan em şandine meclisê. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi aşîtiyeke civakî heye.

Li kêleka me şer û pevçûn hene. Em nizanin dê li kur belav bibe. Di vê pêvajoyê de li Tirkiyeyê ji her demê bêtir diyalog û muzakere pêwîst e. Hatina rêzdar Bahçelî xayet normal e.”

Ji dil be yan bi dev be, Bakirhan qet behsa doza Kurdistanê nake û bi mîna serdestiya Tirk mijarê dinirxîne. Tirkiye di xetereyê de ye, divê em rê li ber vê xetereyê bigirin!

Li aliyekî, Tirk her roj laşên miriyan parve dikin, bi torbeyên zer gefan li Kurdan dixwin û behsa tehcîra Kurdan dikin.

Li aliyê din, Tirkiye li derveyî sînorê xwe jî bombeyan li Kurdistanê dibarîne, qereqolan çêdike, bajaran dagir dike, dide destê hêzên paramîlîter.

Bextê Romê nîne. Silava gurê har ne li xêrê ye.

Mîna serdema şerê cîhanê yê yekem, herêm di rewşeke dîrokî re derbas dibe.

Her milet xema xwe û welatê xwe dixwe. Çima Kurd xema xwe nexwin, li dû azadî û serxwebûna xwe neçin!

Xetereya herî mezin li Kurdistanê ye. Teyrê ecelê li ser serê Kurdan digere. Heger pergala heyî têk biçe, belkî deriyê rizgariyê li Kurdan vebe.

Lê siyaseta Kurd, mîna hatibe xesandin, behsa xetereyên li ser Tirkiye û Îranê dike. Çêr û dijûn û tohmetbariyê ji hev kêm nake.

Jixwe haya Tirk û Farisan ji wan heye. Îcar çi hewce bi nobedariya me ye!

Aqilê sivik barê giran, keriyê belav xurê guran.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Kawe Emîn / Wêne: Rûdaw Grafîk

Birîna reş a Apê Mûsa Anter qemûşk nagire!

Li nik Kurdan, sînor tenê kişandina xetekê ye, ti nirx û qîmeteke wê tune, loma di vê dabeşkirinê de Nisêbîn ketiye ser xetê (bakur) û Qamişlo jî ketiye binê xetê (Rojavayê Kurdistanê) lê di pratîkê de mîna ku tu bi xencerekê kezeba mirovekî bikî du parçe, çimkî sînor bûye baregeha leşkerî ya du dewletên nakok ku tenê li ser yek tiştî li hev dikin: Dijayetiya Kurdistanê