Kewên Gozel ... PYDê û ENKSê û zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê
Pêş destpêka kirîza Sûriyê di sala 2011an de, bikaranîna zimanê Kurdî ji axaftina li saziyên fermî yên hikûmeta Sûriyê, xwendin, nivîsandin, medya û rojnamegerî û çapkirina pirtûkan ji bo Kurdan ne azad û serbest û wekî tohmetekê bû, û ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve bi fermî ne dihate pejirandin û qedexe bû, lê piştî destpêka kirîza Sûriyê, êdî derfet li pêş zimanê kurdî vebû, û heta bi hikûmeta Sûriyê be jî, korsên zimanê Kurdî bi fermî li peymangehên zimanan li zanîngehên Helebê û Şamê vekirin, û êdî ew qedexeya berê hinekî rabû û rewş baştir bû.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî wekî civak û rêxistinên civaka sivîl xwestin sûdê ji wê derfetê bibînin, û piştî damezrandina Rêveberiya Xweser, hêdî hêdî xwendina perwerdeyê ji pola 1ê heta 12an li herêmên kurdî Efrîn, Kobanî û Cizîrê bû bi zimanê Kurdî, û kar ji bo kurdîkirina perwerdeyê li zanîngehan jî hate kirin û berdewame jî, lê li ser wê biryara Rêveberiya Xweser ya kurdîkirina perwerdeyê 2 nerînên ji hev cuda derketin holê, PYDê û partiyên li gel wê di Rêveberiya Xweser de rijd in ku perwerde bi zimanê Kurdî be, û opozisyona Rêveberiya Xweser jî, ango Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê jî bi sîstema perwerde û xwendina Rêveberiya Xweser ya bi zimanê kurdî ne raziye, lê ti plan û alternatîvên wê yên zelal, eşkere û pratîkî tune ne û xelk nizane çi dixwaze.
Li alîkî xwendin û perwerdeya bi zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê bûye derfeteke zêrîn ji bo avakirina nifşekî Kurd ê nû di zanîna zimanê xwe yê dayikê de û pêşketina wî zimanî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, li aliyê din ji bo malbata Kurd bûye tirseke mezin û pirsgirêk li ser siberoja zarokên wan, ji ber ku meteryal û rêbazên xwendina bi zimanê kurdî yên Rêveberiya Xweser, ne ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, û ne jî ji aliyê rêxistina Unesco ya Neteweyên Yekbûyî ve pênasîn pê ne hatiye kirin, û piştî ku xwendekarên Kurd qonaxa pola 12an û bekeloriya derbas dikin, tenê dikarin li herdu zanîngehên Kurdî ya Kobanî û ya Rojava li Cizîrê xwendina xwe ya bilind berdewam bikin, û pirsgirêka mezin ew e, dema ku derfeta xwendinê li wan herdu zanîngehan bi dest xwendekarên kurd nekeve, ew nikarin li ti zanîngehên hikûmeta Sûriyê û li derveyî welat xwendina xwe bi Bekaloriya Rêveberiya Xweser berdewam bikin, ji ber ku pênasîn pê nayê kirin, û wisa siberoja xwendekarê Kurd tevlihev dibe û dikeve bi hêla metirsiyê.
Ya baş û rast ew bû ku Rêveberiya Xweser li ser sîstema perwerdeya hikûmeta Sûriyê li herêmên Kurdî û deverên di bin kontrola wê de berdewam bibûya, helbet piştî hin guhertinên wekî rakirin an jî guhertina meteryalên neteweyî û olî û taybetmendiyên girêdayî partiya Beis, û xwendina bi zimanê kurdî jî li perwerdeyê zêde bikira tevî ku di ezmûnên fermî de tuneba jî, bi wê yekê him siberoja xwendekarê kurd dihate dabînkirin, û him jî civaka Kurd ji siberoja zarokên xwe piştrast dibû û ne ditirsiya, û wê him jî Rêveberiya Xweser sûd ji xizmetên hikûmeta Sûriyê bidîta, ku heta roja îro hikûmet mûçeyên mamoste û karmendên perwerdeyê yên ser bi wezareta perwerdeya Sûriyê ve dide.
Bê guman ziyanên rijdbûna Rêveberiya Xweser li ser sîstema perwerde û xwendina tenê bi zimanê Kurdî û qedexekirina korsên taybet bi perwerdeya hikûmeta Sûriyê, wê bi demê re zêde bibin, ji wan jî kêmbûn û nemana baweriya zêdetir bi sîstema perwerdeya Rêveberiya Xweser, û him jî wê aliyên li dijî Rêveberiya Xweser karta perwerdeyê wekî karteke siyasî ji xwe re bikar bînin û çalakiyan li dijî wê lidar bixin, û bi wê yekê, wê ne aramî û dudiliya xelkê zêde bibe û wê hezkirin û baweriya bi zimanê kurdî roj bi roj kêmtir û lawaztir bibe, û li dawiyê wê miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê zerermendê yekem be, û herweha di encama wê nakokiyê de, wê ew pirs bibe hokarekî din yê zêdebûna koçberiya kurdan ber bi deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê û welatên derve de.
Li aliyê din gotar û helwesta ENKSê jî di derbarê perwerde û xwendina bi zimanê Kurdî de ne zelal û ne di cihê xwe de ye, ne plan û alternatîvan pêşkêş dike, û ne jî eşkere û zelal dibêje ku ew li gel sîstema perwerde û xwendina hikûmeta Sûriyê ye, ango ti projeya wê tuneye û tenê daxuyanî û çalakiyan li dijî sîstema perwerde û xwendina Rêveberiya Xweser lidardixe, di encamê de wekî ku li dijî zimanê Kurdî be xwe dide nasîn û nirxê zimanê Kurdî li ber raya giştî kêm dike, û herweha bi qasî ku rexneyan li Rêveberiya Xweser dike, di vî warî de pir behsa rewşa perwerde û xwendinê û zimanê Kurdî li herêmên Kurdî Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê yên di bin kontrola opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê de nake, û gelek caran çavên xwe li ser binpêkirin û kiryarên gurûpên çekdar yên terorîst digre û bê deng dimîne.
Wate wê çawa ENKSê baweriyê bi xelkê re çê bike ku ew daxwaza mafên neteweyî ji bo miletê kurd dike, ku yek ji wan mafên sereke û bingehîn zimanê kurdî ye, di eynî demê de dibêje ku tiştekî kurdî di bernameya Rêveberiya Xweser de tuneye, û li aliyê din xwepêşandan û çalakiyan li dijî perwerde û xwendina Rêveberiya Xweser ya bi zimanê kurdî lidardixe, û herweha di eynî demê de gotar, daxuyanî û rojnamegeriya wê ya fermî bi zimanê Erebî ye, û piraniya serkirdeyên wê nizanin bi zimanê kurdî bixwînin û binivsînin.
Li dawiyê divê PYDê û ENKSê rêzê li hişmendiya xelkê û siberoja zarokên wan bigrin, û perwerde û xwendinê û guhdana bi zimanê kurdî ji xwe re nekin silogan û têkelî nakokiyên xwe yên siyasî nekin, ji ber ku milet û siberoja zarokên wan ji hemî partiyan mezintire, û siberoj û avakirina nifşê kurd yê xwendî û fêrbûna zimanê kurdî, hîmên sereke û bingehîn yên berdewamiya hebûna kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ne, û nabe bibin lîstok û zeviyên serpêhatiyan ji aliyên siyasî re, ku êdî hejmareke mezin ji xelkê, nefretê ji gotara wan ya ne hezî û dijmantiya tûnd ya wekî qebqeba Kewên Gozel dike.
Têbînî: Naveroka nivîsên kesayetên ku li malpera Rûdawê tên belavkirin, bîr û hizra nivîskarên wan nivîsan e û Tora Medyayî ya Rûdawê ji naveroka wan neberpirsyar e.