Huner û kultûr pira diyalogê çêdikin
Girseya dilxweş a xelkê li Dergehê Brandenburgê, xelk mil di milê hev de ji kêfan hevdem dikenin û digirîn. Ev wêneyên hestlivîner, me bi roja ketina dîwar di mijdara 1989an de û hevgirtina Almanya di sî salên borî de girê didin.
Hemû cîhanê bi sersamî li wê bûyerê mêze dikir. Sersam bûn bi wê hêza ku bi saya gernasiya xelkê derketibû, sersam bûn bê çawa xewna dadmendî û azadiyê dikare bi awayekî aştiyane zora dîktatoriyê bibe. Di demekê de bûyerên payîza 1989an ji her kesî re bûyerên sersamker bûn, ketina Dîwarê Berlînê ne ji hîçiyê peyda bûye.
Bingeha hevgirtinê bi rêya siyaseta aştî û asayîkirina pêwendiyan û çend dehsalan ji diyaloga civaka sivîl – di navbera takekesan de- hatibû danîn. Vê yekê pirek di navbera her du rexên dîwêr de ava kiribû. Paşê însanên wêrek bûn sedema ketin û hilweşîna dîwêr.
Her piştî salekê jî, di roja 3ê cotmeta 1990î de, hevgirtina her du dewletên almanî bi dû de hat. Ew encama danûstandina bihêz û germ û bitîn ligel hevpeymanan û welatên cînar bû. Bi sedema wan mirovan bû ku îro statûyeke bihêz a welatê me di civaka navneteweyî û Ewropayeke hevgirtî û aram de heye.
Dema sî salî ji yekîtiya Almanya derfet ne tenê bo gelek şêniyên Almanya, lê belê bo gelek kesên din jî li seranserê cîhanê berdest kiriye ku carekê li demboriyê mêze bikin. Wê çaxê peyam ew bû ku serkeftina mezin bi tenê misoger nabe, lê belê tenê bi hevkariya nêzîk ligel cînar û hevbeşan pêk tê.
Hevkariya nêzîk li ser bingeha baweriyê, bingeha arasteder a konevaniya derve ya Almanyayê ye. Her çiqasî hergav hewldan ji bo dîtina çareseriyên hevbeş ew encama lezgîn jê peyda nabe ku gelek kes dixwazin pê bigihin, lê hewldanên serhişk ji bona “her kesek bo xwe” û vegera li vînxwaziya niştimanî werçerxanên çewt in ku ti encameke baş bi dû wan de nayê.
Em hemû hest pê dikin ku kêşe û pirsgirêkên mezin ên girêdayî mirovatiyê tenê bi yekbûna hêzan çareser dibin an her çareser nabin, wek çawa webaya cîhanî ya Covid-19ê jî heman tişt nîşanî me da.
Divê ev çareserî li ser bingeha hewla bihêzkirina pevguhertina zêdetir û têgihiştina kûrtir bo hev bin. Ev erkeke ne tenê dikeve ser milê siyasetvanên welatan, lê belê erkeke bo civaka sivîl, perwerde û kultûrê jî.
Bi taybetî huner û kultûr dikarin pirên giring ên diyalogê ava bikin. Ev her du war dikarin alîkar bin da ku em ji xewn û tramwayên civakê fam bikin û hewla dîtina nêrînên hevbeş ji wan re bidin.
Almanya ku niha 30 sal e hevgirtî ye, piştgiriya siyaseta aştiyê dike û fokûsa wê li ser wan çareseriyan e ku bi hevkarî dertên holê, ew jî li Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û herwiha li hevpeymaniya alîgir di piralîtiyê de dîsa wisa ye ku Almanya ligel hevbeşên xwe bi hev re dest pê kiriye.
Hilweşîna Dîwarê Berlînê û yekbûna Almanya nîşanî me dan ku gelek tiştên ku demeke zêde wek mehal û nepêkan dixuyan, çêdibe rû bidin. Gihiştina bi wan tiştan dilêrî, mikurî û şiyaneke zikmakî dixwaze da ku em di dema pêwîst de biryarên rast bidin.
Heya niha jî pêwîstiya me bi wan taybetmendiyan heye; di demekê de em wek civaka navneteweyî rûbirûyî arîşe û astengiyên pir mezin bûne, lê ti hokarek nîne ku em li ber wan kelem û astengiyan stûxwar bibin.
Werin em damezrandina (NY) berî 75 salan bînin bîra xwe, ku tam piştî rewşa bixof a Cenga Cîhanî ya Duyem bû. Wê çaxê gelek sebeb û hokar li ber destên xelkê hebûn da baweriya wan bi hev nebe.
Hokar pir bûn da ku bi tirs bendewariya siberojê bikin. Ligel vê yekê jî xelkê got: Em (NY) dadimezrînin çunke baweriya me pê heye ku em bi hev re dikarin di karên xwe bo pêşvebirina aştî û azadiyê de kartêkertir û bi bandortir bin.
Divê em pir zêdetir ji niha wê yekê bînin bîra xwe. Hokar hene ku wisa dikin hêviya me hebe.
Eger ne îro be, nexwe biryar e kengî gelê Almanyayê li hember vê yekê hişyartir be!
* Ev gotara Wezîrê Karûbarên Derve yê Hikûmeta Federal a Almanya (Heiko Maas) e. Bi helkefta roja yekîtiya Almanyayê di 3ê cotmeha 2020an de. Ji aliyê konsulxaneya Almanya li Herêma Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin.