Dengek bilind bû ji binê xetê

Min ew pêşî bi dengê wî nas kir. Salên 80yî yên darbeya leşkerî bûn, an li rêyekê di erebeyekê de ji bandeke ku navê stranbêjekî tirkîbêj li ser e, an jî li derekê bidizî, ji kaseteke ku bi qaçaxî serxet bûbû me guhdarî dikir. Lê ji hemûyan balkêştir; carna li binê xetê, li ser banekî an meydanekê “hefle” an dawet çêdikirin, dengê hoparlorê vedikirin, wek ku li serxetê bin, li serê ban û kolanan xelkê govend digirt, Qamişlo lêdida, Nisêbîn direqisî. Çawa ku tu bi şev ji Beriya Mêrdînê an jî Cizîrê xwe ber bi Nisêbînê ve berdidî, ji şewq û ronahiya zêde herdu bajar wek metropoleke mezin xuya dikin, di wan şahiyan de jî herdu bajarên me dibûn yek. Ew dengê ku ji binê xetê, wî alî telan, di ser erdên mayinkirî re ji wan hoparloran bilind dibû, ji wan rojên zarokatiyê ve di guhê min de maye, dibe ku ji guh bêhtir li ser dil mabe.

Ji wê rojê ve ez ketim pey wî dengî, ne tenê guh, çavê min jî li ser bû lê li Sûka Qaçaxçiyan a Nisêbînê, ji posterên İbrahim Tatlıses ên albûma “Mavi Mavi” û “Acıların Çocuğuyum” (Küçük Emrah) pê ve, tiştekî din zêde xuya nedikir. Sînemayên Aslan, Mungan ku me li wan filmên Çînî, yên Arzu Okay, Zerrin Egeliler temaşe dikir, li ber girtinê bûn, êdî tellalan li ser ereboka hespan afîşên “iki film birden” ji Dörtyolê heta bi Weysîkê nedigerandin, pesnê “Brucelle” nedidan, li pey hev “Aile Çay Bahçesi” vedibûn lê pir kêm “aile” diçûn wan. Ligel gazoza Elvan, êdî ji VHS filmên Oya Aydoğan, stranbêjên arabeskê dihatin seyrkirin. Çavê me êdî ne li ser televizyonên reş û spî yên Sûrî û Bexdayê bûn. Roja înê bernameyek mûzîkê hebû di televizyona Şamê de û seriyalên Misrî nîşan didan. “Ne’man” ji Tarzan kêmtir nedihat naskirin. Wî çaxî filmen bi dublaj nebûn, hebûna jî zimanê ku pê dublaj dikirin, xelkê pir kêm dizanî. Ji ber wê kesên temaşevan wekî senarîstan bûn, wan bixwe çîrok ji dîmenan re dihûnandin. Di televizyona Bexdayê de jî carna wek ku bi şaşî danîbin ser, konserên Mihemed Arif û Îsa Berwarî derdiketin. Radyoya Êrîvanê me nas nedikir. Di wê atmosferê de min Nisêbîn terk kir û bo xwendinê hatim Enqera.

Ez ji bo edebiyatê bixwînin çûbûm Enqerê, lê dersên mektebê û tasawûra min a edebî ji hev pir dûr bûn. Min jî xwe da xwendinê, rojên min ji mektebê bêhtir, li Kitêbxaneya Dost a li “Zafer Çarşısı” derbas dibûn. Dîsa di wan salan de ji mûzîka klasîk ta bi rock, folk, heavy metal, caz û newage... min li gelek mûzîkan guhdarî dikir û bêriya mûzîka zarokatiya xwe ya bi zimanê xwe dikir a ku ji wî aliye hidûd bilind dibû. Di çûnûhatina tatîlê ya Nisêbînê de, nas û hevalekî min î ku meraqa min a mûzîkê dizanî û karê kasetan dikir, ew kasetên orijînal ku nav û foto li ser bûn, ji min re dihilandin. Di nav wan kasetan de ez dîsa rastî wî dengî hatim. Wek xezîneyekê bûn. Min tenê guhdarî nedikir, dixwend jî, erê wek ku romanekê bixwînim di serê xwe de min ew çîrok dirêj dikir, li hev dianî.

Berî wan min li “Seyrê”ya Miradê Kinê, “Mîrzo”yê “Aşiq Selîmê Cizrawî” (wisa di hişê min de maye, di serê kasetê de wisa dihate pêşkêşkirin), Siyabend û Xecê û gelek tiştên din guhdarî kiribû û hewl dabû wan binivîsim, adapteyî jiyana niha bikim lê bi ser neketibûm. Hê jî ku “xencera bostek û çar tiliyan” a di laşê Eliyê Mamend re çikiyayî dibihîzim an ta’na bavê Mîrzo ku digo, “Hay Mîrzo, lawê mino tu ne ti mêr î” tê bîra min, laşê min direelê.

Zehmet e meriv vêga “Siyabend û Xecê” bi nifşê nû bide famkirin: Siyabendê kinik aşiqî Xecê dibe, dixwaze nadinê, direvîne, bav û heft bira dikevin pey, her heştan dikuje, derdikevin serê Sîpanê Xelatê, Siyabend dibê Xeca min, hela çoka xwe deyne, ez hinekî razim... Westiyaye ji kuştina bav û bira... bi hêstirên Xecê re şiyar dibe, Xeca ku “ji bo wê” heşt zilam, bav û heft birayê wê kuştine çima digrî? Kê çi pê kiriye, ka ez herim bikujim... û pezkovî... 

Vêga bav vê ji kur an keça xwe re bêje, zarok ê biçe ji diya xwe re bêje, “Anne babam çıldırmış.” Çîrok û dastanên me ji ber ku me zêde dest neavêtiye wan, bi sedan salan e wek xwe mane.

Hunermendê ku ez behs dikim, tenê stranên xwe û kilam û stranên folklorîk digotin. Tu caran strana kesekî din negot û tiştekî ku bibe nasîbê kêm hunermendan bû, gelek stranên wî vêga wekî stranên folklor, anonîm tên zanîn û hinek stranên folklorîk ku wî gotine, wek ê wî tên naskirin. Bû pirek di navbera kevn û nû de, stranên xwe ji aliyê tarz û naverokê ve adapteyî dema xwe kir, mûzîka wî wek setekê, rê li ber mûzîka biyanî girt.

Hunermendê ku ez behs dikim, di wan kasetên ku bi gelek zehmetî min bi dest xistibûn û heta îro parastine, tiştekî gelek girîng dikir: bi kurdiyeke delal û fesîh, derfet dida guhdêr ku bi kurdî bifikire, ne tenê tiştên berê, karibe di gelek warên cihê de bi zimanê xwe hizir bike, jiyana xwe bi kurdî ava bike, bi kurdî hez bike, bêrî bike... di wan rojên tunebûnê de ku ne kitêbek an romanek, hê me tekstek bi kurdî nedîtibû, ew cesaret dida me ku em dikarin hertiştî bi zimanê xwe ava bikin, xwe ji tunebûnê ber bi hebûnê ve bibin...

We vêga nas kir bê ez behsa kê dikim?

(Bo nivîsên din, biçin ser navê nivîskar)