Li bin Sûra Amedê diyalogên Kurd û Tirkekî..
Her çi qasî neteweperestiya Tirkan ewqas hişk e ku hemû sînor derbas kirine, xasma çîna desthilatdar û siyasetkarên wê ji bo li holê bimînin siyaseta tirkçîtiyê dimeşînin û hebûna Kurdan înkar dikin an jî bi çavekî sivik li wan dinêrin û hin Tirkên ku xwe ji bo parlamentoyê kandîd dikin vê mijarê ji bo kampanyayên hilbijartinê bi kar tînin û meseleya dijayetiya Kurdan dikin pêpelûka hilkişîna xwe, lap çawa ku hin kandîdên me jî bi navê mIxalefetê dengderên Kurdistanê dixapînin.
Hesin bi sarî dikutin
Li ba hin siyasetkarên Tirkiyeyê, ev xap û fen kartek e ku ew bi kar tînin, heke na, ew baş dizanin ku înkara hebûna miletekî wekî miletê Kurd li Tirkiyeyê tam wekî wê yekê ye ku tU hesin bi sarî bikutî, ji ber ku Kurd hene û hertim di nav bizav tevgerê de ne.
Lê li kêleka siyasetmedaran, gelek nivîskarên wêrek û cegerpola jî li Tirkiyeyê hebûn û hene û bi gernasî û bêyî tirs û pirs serê pênûsên xwe yên tûj di dilê desthilatdarên welatê xwe de diçikilînin û bi rastgoyî dabaşa stemkariya ku li Kurdan tê kirin, dikin.
Di nav wan de romannivîs Ferit Edgu, nivîskarê navdar Îsmaîl Beşikçî û romannivîsa jin Oya Baydar hene. Ev nivîskarên wêrek û gelekên din gihîştine wê qenaetê ku divê hebûna Kurdan wekî her miletê din li ser rûyê erdê bê nasîn û mafên wan bên dayîn. Rewşenbîrên ji dil gihîştine wê baweriyê ku şerê Kurd û Tirkan ne di berjewendiya Tirkiyeyê de ye, çimkî bi şer û hevrikiya ku berê hat kirin 'Ne Kurd bi dawî hatin û ne jî Tirk vehesiyan' (sernavê pirtûkeke min e).
Oya Baydar yek ji wan nivîskarên Tirk e ku dixwazin Kurd û Tirk wekî welatiyên rêza yekemîn bên dîtin. Vê romannivîsa Tirk di romanên xwe de tiliya xwe daniye ser birînên Tirkiyeyê, bi rastgoyî ji dewletê re got divê hûn mafê gelê Kurd bidinê. Diyalogên Sûrê (Surönü Diyalogları) yek ji romanên vê xanimê ye ku Selahedîn Bayezîdî ji Tirkî wergerandiye zimanê Kurdî (Kurmanciya jêrîn an soranî) û di nav weşanên Weşanxaneya Madyarê de li Sineyê derketiye. Roman di 183 rûpelan de hatiye çap û belavkirin. Ez vê romanê dikim hinceta mijareke girîng ku îro bêhn li Kurdan çikandiye û navçe jî tevlihev kiriye.
Diyalogên Sûrê dabaşa şerê xendekan dike
Ev roman dabaşa Tirkiyeyeke aloz û tijî arîşe dike. Tirkiyeyeke ku hertim tijî şer û hevrikî ye. Şer ji ketina Osmaniyan û heta destpêka avakirina komara Ataturk berdewam dike. Mîna Orhan Pamukê ku di romana Berfê de Tirkiyeyeke nearam disêwirîne, romana Diyalogên Sûrê ya Oya Baydarê jî çîroka çalakvanekî Tirk ku di dema şerê xendekan de berî dide bajarê Amedê radixe ber çavê xwîneran. Ew çalakvan hewl dide bi dirûşma 'ya girîng jiyan e' pêşî li wî şerê wêranker ku bûye sedema şewitandina kezeba dayikan û kavilbûna welatê wan, bigire. Di vê romanê de, cih navçeya Sûrê ya Amedê ye. Sûr dilê Diyarbekira kevn, bingeha bajêr û cihekî kevnar e.
Nûser di romanê de çîroka dayikên kezebşewitî yên ku daxwaza termên lawên xwe dikin, vedibêje. Li jêr sûran û li hember sûra ku navçeyeke Kurdan a Amedê ye û piraniya şêniyên wê Kurdên Elewî û Mesîhî ne, ew çalakvan bi kesekî Kurd re dikeve diyalogê û her du têgehên wek netewe, azadî, şer, ziman, mirin û wijdanê bi hev re gengeşe dikin. Lewra mijara sereke dibe pirsa Bakurê Kurdistanê û meseleya nasname û mafên hindikahiyan. Bi rêya diyaloga wan her du kesayetiyan qala jiyana dijwar a Tirkiyeyê dike û desthilatê rexne dike ka çima rewşa Kurdan li Tirkiyeyê zehmet û dijwar e.
Dema ku Tirk ne amade bin mafê Kurdan bidin wan, Kurd jî bêgav in rahêjin çekan û herin çepera şer û doza mafên xwe bikin. Wek di romanê de tê gotin, Tirk dibêjin Kurdê baş Kurdê mirî ye. Zêdeyî heştê salî ye ku vê hevokê rewşa Tirkiyeyê çelexwarî kiriye. Ji ber ku Kurd miletekî zindî ye û naxwaze wek mirî were dîtin û mafên xwe dixwaze.
"Ne ji bo kesî, ji bo xwe şer dikin"
Piraniya romanê diyaloga wan her du kesan e û nivîskar bi awayekî kêm çûye ser wêne û dîmena cih û kesan. Bêtir girîngî daye diyalogê û bi rêya diyaloga wan her du kesan diçe ser dîroka bixwîn a Tirkiyeyê û qala qirkirina Ermeniyan û komkujiya Dêrismê dike. Di romanê de tê gotin "Niha li Sûrê, li Cizîrê, li Slopiyayê, li Hezexê û taxên hejar ên Nisêbînê, ji xendek û çeperan wêdetir, çend armancên zarokên keviravêj hene ku ji serhildanê wêdetir diçin. Ew daxwaza mafên xwe û axa ku soz bi wan hatibû dayîn, dikin. Ew ji bo kesên din şer nakin, şerê ku dikin yê wan bi xwe ye…"
Di beşeke din a romana Diyalogên Sûrê de wiha tê gotin "Bavê min di zindana Diyarbekirê de ji ber şkenceyê mir. Ji xeynî Kurdî, dêya min bi zimanekî din nizanîbû. Bavê min ji ber ku bi hevjîna xwe re bi Kurdî axivîbû rastî îşkenceyê hat. Têkiliya bavê min ne bi rêxistinê ne jî bi çiya û terorê re hebû. Tenê ji ber ku Kurd bû, qebûl nekir çeka caşîtiyê bide milê xwe, loma jî ew avêtin girtîgehê."
Mînakên li jor piraniya atmosfera romana Diyalogên Sûrê pêk tînin. Romaneke hişk û ziwa ye. Ji bilî vê mijarê tiştekî din tê de nîne. Ji behskirina evîn, seks û jiyana normal a karakteran vala ye. Tenê diyalogek e ku bi mijarên şer, hevrikî, înkar û perçiqandinê dagirtî ye. Tewra xwîner nizane paşxaneya wan her du karakteran çi ye, çawa jiyane û girêdayî kîjan çîna civakê ne. Nola nivîser û rewşenbîrên jidil Baydarê jî dixwaze ji siyasetkar û desthilatdarên welatê xwe re bibêje ku Pirsa Kurd bi şer çareser nabe, encama şer kavilbûn û kezebşewitîn e.
Kurd ne eşîreke biçûk lê miletek e
Divê Kurd û Tirk pirsgirêkan bi rêya diyalog û şêwir û mişêwirê çareser bikin û Tirkiyeyeke aram çêbikin. Divê diyaloga li jêr sûran were bipêşxistin yan na Tirk dê venehesin û Kurd jî miletek e, ne eşîreke biçûk e û siyaseta helandin û tunekirinê nikare wan qir bike û arîşeyek e di dilê Tirkiyeyê de ku tenê bi gotûbêj û diyalogê çareser dibe. Bi şer û dagirkariyê çare nabe. Pirsgirêka Kurdan bi dronan çareser nabe. Dron gerîlayekî yan duduyan dişewitînin; li Wan, Dêrsim, Amed, Mêrdîn û heta Stenbolê bi milyonan Kurd doza mafên xwe dikin. Dron çepera berxwedana miletekî ku ji 20 milyonan bêtir e hilnaweşîne.
Na, dron vî derdî derman nake, li şûnê, birînê kûrtir dike. Xeyala bêrikberiyê û quretî û pozbilindiya zilhêziyê ger tu ne miqate bî, tu çiqas xurt bî jî, dê movika piştê li te bişikîne. Va şerê Rûsya û Ukraynayê dike berovajî bibe. Îcar heke Tirkiye bawer bike ku dikare Kurdan bi dronan qir bike, xeyal û meyalan dike ji ber ku pirsgirêka Kurd di dilê Tirkiyeyê de ye. Bi bombekirina Qendîlê çareser nabe.
Divê Tirkiye dev ji dronan berde û pirsgirêkê bi aştî çareser bike lê gelo dê wiha bike? Na xêr, vêgavê nake. Niha xwe xurt dihesibîne û pêdiviya wê bi Kurdan nîne û pêvajoya aştiyê di sindoqa roja reş de hêvişandiye û rojên berê ku nû bi çarlepkan ketibû ji bîr kirine dema ku bi gopalê Mam Celal çû Amedê û Kurd xapandin, piştî Talebanî jî hawara xwe gihandin Nêçîrvan Barzanî qene bi navbênkarî û nermîtiya wî pêvajoya aştiyê bidomînin.
Oya ji ber gotina heqiyê ket zindanê
Lê ew qonax kuta bû. Vêga hem quretiyê Tirkiyeyê serxweş kiriye û hem jî ev başûrê me ji ber lihevnekirina partiyan ketiye qeyranekê ku em dikin nakin jê dernakevin. Ne şîretên dostan, ne zimanê henek û nermîtiya serokê Herêma Kurdistanê, ne dua û lavayên dayikan li ser cilkên nimêjê ne jî rexneyên tund ên rewşenbîran vê nelihevî û qeşayê naşikînin û Îraqa nû bi çarlepkan ketî pozê xwe bilind kiriye û qure bûye û di wê baweriyê de ye ku dikare bi siyaseta birçîkirinê Kurdan ji holê rake, Kurdên ku Sedam birin ber werîsê sêpêyê. Vêga dosyaya başûr jî di sindoqa Sûdanî de ye û bi kilîdeke mezin hatiye asêkirin. Lê dinya weke xwe namîne. Halê hazir çiraya me qels e, lê bextê dewranê nîne, te hew dît berê xwe guhert!
Oyayê yek ji wan nivîskarên xwedî helwest e ku li ser gotina heqiyê gelek caran rastî metirsiyan hatiye û ketiye zindanê. Ji ber nivîsandina romana 'Xwedê zarok ji bîr kirine' li dibistanê rastî gefa qewitandinê hat. Herwisa ji ber ku teza wê ya doktorayê li ser peydabûna çîna karker li Tirkiyeyê bû, ji aliyê desteya profesorên zanîngehê ve hat redkirin û ev yek bû sedema kaos û tevliheviyê di hundirê zanîngehê de, sala 1971ê hat girtin û ji zanîngehê hat dûrxistin.
Oya Baydar kî ye?
Romannivîsa Tirk Oya Baydar sala 1940î li Stenbolê hatiye dinyayê, nivîskar û civaknaseke Tirk e. Li Dibistana Notre Dame de Sionê ku dibistaneke navendî ya keçan a Fransî ye, xwendiye. Dema xwendekara lîseyê bû, romana xwe ya ewil weşand û demekê dev ji nivîsandinê berda û di cîhana siyasetê de xebitî. Piştî çend salan vegeriya cîhana edebiyatê. Di sala 1964an de li Zanîngeha Stenbolê beşa Civaknasiyê qedand. Seba ku endama Partiya Karkerên Tirkiyeyê bû, Baydarê di dema derbeya 12ê Adara sala 1971ê de hat girtin.
Di derbeya 12ê Îlona 1980 de, Baydarê ji Tirkiyeyê hat derxistin, 12 salan li Almanyayê ma û sala 1992yan vegeriya Tirkiyeyê. Vê jina wêrek gotar û nivîsên xwe di rojname û kovaran de weşandine. Li ser roman û çîrokên ku nivîsandine gelek xelat wergirtine wek Xelata Yunus Nadi, Xelata Romanê ya Orhan Kemal û Xelata Çandê ya Deryaya Navîn. Ji xeynî vê romanê, vê nivîskarê çend berhemên din jî nivîsandine wek romana Vegera ne li ti derê, Nameyên kitikê, Ariya germ ma û Deriyê Yahuda.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)