PDK, Barzanî û Hikûmeta Federe
Di serî de bêjim, ev nivîsar dê nivîseke rexneyî be lê mîna hinek dikin, bi navê rexneyê dê gotinên dijminane, spekulasyon û sefseteyan nehewîne.
Kurd ji her kesî bêtir mecbûr in li hemberî hev dilpak bin, nerm bin, fîdakar û çêker bin.
Zimanê hestiyê wî tune ye, klavyeya krîtera wê tune ye, dikare her tiştî binivîse. Ya giring ew e mirov ji parzûna aqil derbas bike, di çarçoveya etîkê de, bi mêzîna hiqûqê biwezinîne û bêje.
Heya bîst salên dawî, li nav Kurdên bakurê Kurdistanê prestîjeke mezin ya Barzaniyan hebû. Ev prestîj, fêkiyê ked û têkoşîna herî kêm sed salî bû.
Di salên 1850î de Mîrektiyên Kurd bi temamî hatibûn rûxandin, Kurdistan ji aliyê Osmaniyan ve hatibû dagirkirin. Di vê serdemê de, Taceddînê ji nesla mîrên Amêdiyê ku kevneşopiya dewleta Kurdî temsîl dikir, li Barzanê dergehek vekir û ber bi otorîtebûnê ve çû. Bi postnişîniya kurê wî Mihemed Barzaniyê xelîfeyê Mewlana Xalid, serpêhatiya malbatê dest pê kir.
Mihemed Barzanî, di dawiya salên 1800î de ji aliyê Osmaniyan ve hat girtin. Bi wefata wî ya sala 1903yan, Evdiselam Barzaniyê birayê mezin ê Mela Mistefa Barzanî, ket dewsa bavê xwe.
Evdiselam, ji Ubeydullah Nehriyê ku di sala 1880yî de behsa serxwebûna Kurdistanê dikir, ala wergirt, bi navê Dîwane teşkîlatek çêkir û doza Kurdistanê meşand.
Eşîrên herêmê civandin û konfederasyonek damezirand, reformên dînî û civakî kirin.
Bi serokên Kurdan ên serdemê yên mîna Seyid Evdilqadir, Evdirezak Bedirxan, M. Emîn Bedirxan, Simkoyê Şikakî, Şerîf Paşayê Baban û Şêx Mehmûd Berzencî re têkilî danî, sala 1907an pêşengiya civîna Badînanê kir û daxwazên Kurdan wekî deklerasyoneke ku ji pênc madeyan pêk dihat, ji Osmanîyan re şandin.
Desthilata Osmanî ev daxwaz wekî serhildan û dabeşkariyê pênase kir. Du caran yekîneyên mezin ji eskeran bi ser Barzanê de şandin. Piştî berxwedaneke hindik, Evdiselam Barzanî vekişiya. Şêrê Kurdan û Osmaniyan heta peymana 1910an domiya. Şer sala 1913an dîsa dest pê kir.
Di vê serdemê de Barzanî li gel serokên Nehrî, Şikakî û Bedirxaniyan, li Urmiyeyê bi konsolosê Rûsyayê re hevdîtin kir, li Tiflîsê çarê Rûs dît, bi nûnerên Brîtanyayê re têkîlî danî û di qada navneteweyî de dîplomasî meşand.
Ew sala 1914an bi kemîneke xayînî dîl ket û li Mûsilê bi hevalên xwe re hat daleqandin. Piştî wî Ehmed Barzanî, piştre jî Mistefa Barzanî alaya berxwedanê hilgirt.
Piştî mirina Mistefa Barzani ya 1979an, kurên wî Mesûd Barzanî û Idrîs Barzanî derketin pêş. Piştî sala 1987an, têkoşîna serxwebûna Kurdistanê bi tevahî bi pêşengiya Mesûd Barzanî gihîşt roja me.
Di vê serdemê de herêma Barzan û malbata Barzaniyan trajediyên mezin jiyan. Mela Mistefa Barzanî hê pitik bû di hepsa Mûsilê de ma, dema zarok bû daleqandina kekê xwe Evdiselam Barzanî dît û bi felsefeya “Mirin heye, teslîmbûn tune ye” têkoşîn domand. Di gel Komkujiya Enfalê ku 180 hezar mirov hatin kuştin û kîmyabarana Helebceyê, têkoşîna serxwebûna Kurdistanê domiya.
Sala1970yî rêvebiriya xweser hat damezirandin. Sedam, sala 1974an ev rêvebirî rakir, Kurdan 1991ê revebirî dîsa bi awayekî yekalî ragihand, 2005an jî gihîşt bingeha xwe ya makezagonî ya îro.
25ê Îlona 2017an bi pêşengiya serok Mesûd Barzanî referendûma serxwebûnê ya Kurdistanê pêk hat û ji ji sedî 92,73yê Kurdan ji bo dewleta serbixwe ya Kurdistanê deng da.
Ev serkeftina qurmên wê qewîn, fêkiyê ked û esaletê, xwedî rabirdûyeke 120 salî, li hemî parçeyên Kurdistanê di nav Kurdan de prestîjeke mezin û rêzdarî çêkir.
Lê belê ev prestîj li bakurê Kurdistanê bi helwesta PKKyê û di bîst salên dawî de bi şoreşa medyaya civakî pir ket. Nayê înkarkirin ku sedemên vê yên mafdar hene.
Barzaniyan û Rêvebiriya Federe ya Kurdistanê li gorî serdema dîjîtal, helc û pêngaveke enformasyonê pêk neanî. Xebata bi partnerên demode re domandin û li bakurê Kurdistanê pir bi paş ketin.
Rêvebiriya Federe, li gel rabirdûya 20 salî û hemî derfetên xwe, hemleyeke ziman û elfabeyê nekir ku sînorên navbera Kurdan nerm bikie û bi Kurdên bakurê Kurdistanê re pêwendiyê hêsan bike ku qismê esasî yên neteweya Kurd pêk tînin.
Weşandina hemî daxûyaniyên serok û revebiran bi elfabeya Aramî û zimanê Îngilîzî, di navbera wan û bakur de dîwarek lê kir, sînorên siyasî bi sînorên zimên hatin pihêtkirin.
Her çiqasî ji ber miwazeneyên hesas sedemên PDKyê tên fêmkirin ku li bakur xebatên siyasî nake jî ji bo îmaja Barzanî û PDKyê ji aliyê hinek kes û aliyan ve neyê îstîsmarkirin ti gav nehat avêtin. Ev enerjî û îmaja pêwîst bû ji bo bipêşdebirina doza Kurdistanê li bakur bê serifandin, ji aliyê kes û komên bi dewleta Tirk re têkildar ku dubendiyê dixin nav Kurdan, wek maske û mertal hat bikaranîn.
Li alîyê din, ev îmaj ji aliyê tacirên fêlbaz ve hat deformekirin da ku bo berjewendiyê ji dewleta Tirk û Hikûmeta Federe wergirin.
Di 10 salên dawî de jî îmaja Barzaniyan û PDKyê bû amûra maskekirina komên Îslamîzma tund. Welê çêbû, di gel ku Barzanî tevgereke sekuler in jî mîna terîqeteke dînî û piştgirê komên Îslamîst hatin zanîn. Ji yên dixwest dijminiya Îsraîlê di nav Kurdan de belav bikin heta derdorên cîhadîst, îmaja Barzaniyan li derdoreke fireh hat îstîsmarkirin.
Bi vê nema, di têkiliyên dîplomatîk ên bi dewleta Tirk re, hesasiyetên neteweyî yên Kurdan di radeyeke mezin de li ber çavan nehatin girtin. Piraniya serdanên serokên herêma Kurdistanê yên Tirkiyeyê, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi zanebûn di serdemên hilbijartinan de pêk hatin. Ku di wan serdeman de dijberî derdikeve asta herî bilind. Reaksiyonên di Kurdan de pêk hatin yên ji ber projeya nîjadperestiya mihafezekar ku bi taybet di 10 salên dawî de wek dînekî hat hilbijartin û kir ku Kurd xweziya xwe bi destpêka komarê bînin, hat piştguhkirin.
Li hember etnosît û kolonyalîzma ji aliyê Tirkiyeyê û dewletên din ve tê meşandin, di gel domandina têkiliyên dostane û dîplomatîk tê fêmkirin lê nîşandana alayeke gewre ya irkiyeyê li ser Kela Hewlêrê, xemilandina cadeyan bi wêne û alayan, ûjdanê Kurdan xwînî kir û di bîra Kurdan de cihê xwe girt.
Dîplomasiya bi kolonyalîstên Kurdistanê re, bi têkiliyên dewletên cîhanî yên dostên Kurdan re nayê berawirdkirin. Bersivdana bi vê şêweyê, diyar kir ku pirsgirêk rast nayê xwendin.
Di êrîşên leşkerî yên Tirkiye û Îranê de ne tenê çekdarên rêxistinên dikin hincet, gelê sivîl jî zirareke mezin dibîne. Jin û zarok û gundî dimirin. Heta îro bi sedan kesên bêguneh mirin. Li hemberî van êrîş û kuştinan bi awayekî xuyanî şermezariyek nayê kirin, gavên hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî nayên avêtin. Ji bo dawîlêhatina van êrîşan, di qada navneteweyî de teşebusek nayê kirin. Hebe jî raya giştî ji vê nayê agahdarkirin. Helwesta pasîf a Rêvebiriya Federe ya Kurdistanê ya li hemberî vê êrîşkariyê, di nav Kurdan de aciziyeke cidî pêk tîne.
Li herêma Kurdistanê, li aliyekî ve Tirkiye, li aliyê din Îran kolonyalîzma çandî dimeşîne. Kurd bi rêya sînema, mûzîk û tevgerên dînî li gorî polîtîkayên kolonyalîst yên van welatan têne dîzaynkirin. Rêvebiriya Federe ya Kurdistanê li hemberî vê rewşê tu polîtîkayan bi rê ve nabe, sektorên çalak pêk nayîne, di jiyana ticarî de nikare serdestiya Kurdî jî biparêze.
Li gel helwesta PKKyê ya nelihevker, Rêvebiriya Federe ya Kurdistanê kêşeyên li Şingal, Mexmûr û Sêmalka li gorî dilê populasyona Kurd a li wan herêman, çareser nekirin.
Divê Herêma Kurdistanê ji hemî Kurdên cîhanê re bibe girava şanaziyê. Dema Kurdekî seriyek da Herêma Kurdistanê, divê karmend û hêzên asayîşê yên kubar û rûken, li pêşberî xwe bibîne û dilxweş bibe. Di vî warî de gelek gilî û gazincên Kurdên bakurê Kurdistanê ji karmendên gumrikê hene. Nabe karmend û hêzên dewleta Kurdî, Tirkan û miletên din di ser Kurdan re bigirin û rûmeta Kurdan bişikînin.
Rêvebiriya Federe heta îro saziyên bibin navnîşan di warê ziman, dîrok, erdnîgarî, arkeolojî û antropolojiyê de pêk neanîn.
Kurdan têkoşîna efsaneyî ya li hemberî DAIŞê jî bi rêya dokument, fîlm û mûzîkên li cîhanê bêne pejirandin nîşan nedan. Di gel giringiya pirtûka serok Mesûd Barzanî ya bi navê “Bo Mêjû” ku pêvajoya referandûma serxwebûna Kurdistanê vedibêje, ev agahî û naverok nebûn berhemên dîtbarî.
Rêvebiriya Federe ya Kurdistanê 20 sal in nakokiya herêma Kesk û ya Zer çareser nekir, Pêşmerge di bin sîwanekê de necivandin, sîstema hiqûqê, parlamento û hilbijartinan bi awayekî baş neşuxulandin. Vê rewşê baweriya Kurdan şikand û kir ku bi endîşe li dahatuyê binêrin.
Di gel dewletên derdora Kurdistanê yên hêzdar nikarin xwe bi sînorên xwe sînordar bikin, ji bo Rêvebiriya Federe ya Kurdistanê xwe sînordarkirina bi parçeyekî Kurdistanê ne pêkan e. Nêrîneke welê wê paşeroja Kurdistanê bixe talûkeyê.
Rêvebiriya Federe ya Kurdistanê mecbûr e bi raya giştî ya Kurdên li hemî cîhanê û mêjiyên pêşketî yên Kurd re têkiliyê deyne û hevkarîyê bike. Ev, beriya her tiştî ji bo ewlehî û paşeroja Herêma Kurdistanê ferz e.
Milet û dewlet, bi yekbûn û yekgirtinê li piya dimînin û bi pêş de diçin. Dewleta hêza xwe neke yek û di qada navneteweyî de hevkarên xurt ji xwe re nebîne, di metirsiyê de ye. Dîyar e desthilata Kurdî di pêkanîna yekgirtina navxweyî de gelekî lawaz e.
Cîhan bi lez diguhere û vediguhere. Metodên kevnar ciyê xwe ji teknolojiyên bipêşketî re dihêlin. Divê Rêvebiriya Federe ya Kurdistanê di warê ewlehî, veguhêzî û xizmetê de bi awayekî lez û bez bigihe derfetên afirandin û bikaranîna teknolojiyên bipêşketî.
Qedera me Kurdan bi hev ve girêdayî ye. Têkçûna aliyekî têkçûna me hemiyan e. Em mecbûr in ji serpêhatiya mîrektiyên Kurd îbretê wergirin û li dû îdeala Xaniyê nemir biçin, da ku tac û textekî ku me li hemberî cîhanê biparêze pêk bînin û li banê gerdûnê alaya rûmeta neteweyî bilind bikin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)