Piştî pêngava Muqteda Sedr, xeleka vekişînan ji hilbijartina pêşwext a çaverêkirî di 10ê cotmeha îsal de berfirehtir bû. Vê dawiyê jî Partiya Komunist û qewareyên Eyad Elawî, Salih Mutleg û bêhtirî 20 hêzên hûr ên din li xwe girt. Lê hêj paşxistina proseyê yan sazkirina wê di dema destnîşankirî de, cihê gengêşîn û galegalê ye û bi ti arasteyekê de, bi temamî yekalî nebûye.
Hêncetên vekişîna ji hilbijartinê cuda cuda ne. Sedr ku di ragihandina boykota proseyê de destpêşxer bû, sedemeke zelal nîşan neda. Lê baweriya serdest ew e ku ji bo parastina tevgera wî ji encama hin şikestin û herifînan di kerta saxlemî û elektrîkê de bû, ku sê mehan berî dema hilbijartinê, karbidestên Sedrî tûşî şermeke mezin kiribû.
Ev çend sal in wan ev her du wezaret kontrol kirine. Hênceta Elawî û hêzên din wek komunist, bizav û hêzên nû yên piştî cotmeh û mijdara 2019an, girêdayî bêhûdeyiya sazkirina hilbijartinê ye. Ev jî di rewşekê de ku çek serdest be û pere, milk û malên dewletê di xizmeta hêzên siyasî yên bandorker de bin. Xuya ye ku ev jî ne çareseriyeke lezgîn e û heya çend salên din jî nayê çarekirin, tew heke vîn û program jî jê re hebe.
Cuda ji boykota sibata 2014an, vê carê Sedr xwe bi tevahî ji karûbarên siyasî dûr negirtiye. Ji bilî berdewamiya tomarkirina alîgirên wî ji bo projeya wî ya siyasî-civakî (El Bunyan el Mersûs), di dema serdana Kazimî de jî ji bo Washingtonê di hefteya borî de, twiteke destxweşiyê weşand ji bo peymana guherandina erkê hêzên Amerîka ji şerker bo şêwirmend. Hin berbijêr û kesên diyar ên tevgera wî jî dûr nabînin ku rêberê wan di her çax û demekê de biryara vegera ji bo nav proseya hilbijartinê bide, çimkî bi gotina wan “pêwîstiya welat bi wî heye”. Ji hêleke din ve jî, daxwaz û ricayên zêde ji gelek aliyan ji Sedr hatine kirin ji bo ku poşman bibe.
Hilbijartina pêşwext a mijdara bê ku heke serî bigire pêşîneyeke nû ye di dîroka pêvajoya siyasî ya Iraqê de piştî 2003an; di esas de ji bo çareserkirina wê kirîza mezin biryar hat dayîn ku xwepêşandana dawiyên 2019an a serdema Adil Ebdilmehdî anî holê. Lê beşeke berçav ji hêzên çalak ên vê bizavê ji pêşî ve paşve kişiyan.
Pişka zêde ya indazeya yasa û dabeşkirina çemberên hilbijartinê jî ji hêla Tevgera Sedr hatiye kirin û wek berhem li bejna wan hatiye dirûtin. Lê belê niha jê paşve kişiyane. Ev jî du sedemên mezin in ji bo ku egera saznekirina wê bihêztir bikin xasma heke Sedr poşman nebe, ku ji bilî hêzeke cemawerî ya mezin ku ji çarêka şîeyan zêdetir e, baskekî leşkerî yê mezin jî di destê wî de ye (Seraya el Selam).
Ji bilî hikûmetê, yê ku bi awayekî eşkere pêkutiyê li ser sazkirina hilbijartinê dike Serokwezîrê Berê Nûrî Malikî ye. Di demekê de ku ew di demên borî de li dijî sazkirina wê bû, çimkî yasayê dengên wî tertûbelav dikirin.
Ev pêkutiya vêga ya Malikî du xwendinan hildigire. Ya yekem, hewla sûdwergirtina ji nebûna Sedr e ku rikeberê sereke û serhişk ê Malikî yan bêzarkirina wî ye, di demekê de ew hêj di rewşa boykotkirinê de ye. Ya duyem jî, tomarkirina helwest û xwe pesindana Malikî ye bi derbirîna amadehiya ji bo hilbijartinê di demekê de ku piştrast e nayê kirin, bi vê jî dû re dike helwest û wek bangeşe û propoganda bikar tîne.
Hikûmeta Kazimî ku serperiştiya pêvajoyê dike û çareyeke wê ya cuda ji bergirîkirina li hilbijartinê di wadeya wê de nîne, çimkî di esas de ev hikûmet ji bo du erkan hate hilbijartin ku ew jî sazkirina hilbijartinê û nehiştina korona û encamên wê bû.
Her sistî yan xemsariyek di van herdu waran de rewatiyê dixe metirsiyê û ji neyarên wê yên pir û zêde re dike nêçîr. Lê baweriya serdest ew e ku paşketina hilbijartinê di berjewendiya Kazimî de ye jî. Çimkî temenê kabîneya wî çend mehên din dirêj dike û derfeteke zêdetir dide wî ji bo fikirîna di siberojê de.
Sazkirina hilbijartinê ne tenê li ser helwestên siyasî û qanûnî rawestiyaye. Aliyekî giring ê vê pêvajoyê ewlekarî û aramî ye ku ew jî girêdayî helwesta komên mîlîsên çekdar ên şîe ye.
Hêj ev grûp derbarê çawaniya tevgera bi encamên civîna Kazimî û Biden re di gengêşiyê de ne. Hevalbendên siyasî yên van grûpan (Feth) pêşwaziyê lê dikin, lê hin komên mîlîs li dijî wê derdikevin, hinek jî hêj bêdeng in.
Agahiyên ku bi dizî derketine jî qala nakokî, dabeşbûn û gengêşiyê di navbera "Encûmena Hevahengiya Berxwedanê" de dikin. Heya yekalîbûna helwesta wan ji hikûmeta Kazimî û hilbijartinê jî aliyê aramiya pêvajoyê her di nav minj û moranê de dimîne.
Dibe ku piraniya aliyan li ser nebûna derfet û bingeha sazkirina hilbijartinê di mijdara 2021ê de hevnêrîn bin. Lê zelal e ku ti aliyek destpêşxeriya paşxistina wê nake li wê gorê ku wek nîşana şikestin û lawaziyê tê ravekirin. Divê hikûmeta Kazimî û komisyon jî heya çirkeya dawî li ser şer bikin.
Wisa xuya ye tişta ku bandorê li paşxistina wê jî dike, zêdebûna vekişînan û serdestiya rewşê li ser vê xwestek û wadeyê ye. Dibe ku demeke din jî bi ser vê de biqede heta digihe rewşa texmînê. Helbet heke poşmanbûna Sedr an motîvasyonên sazkirina hilbijartinê bi lezgînî bi arasteya berevaj de dest bi tevgerê nekin!
*Yasîn Teha, şarezayê karûbarên Iraqê ye û ev gotar taybet ji Navenda Lêkolînên Rûdawê re nivîsiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse