Giştpirsî û Xamineyî

03-07-2017
HÊMİN EBDULLAH
Nîşan Îran Erebîstana Siûdî Giştpirsî
A+ A-

Di hevdîtina hefteya derbasbûyî ya li gel Ebdaî de, bi rastî yan jî bi henekî, Xamineyî giştpirsiya Kurdistanê weke “galegal” binav kiriye û gotiye “nayê qebûlkirin”. Rojên derbasbûyî jî kurdên feylî li Bexdayê rastê helwesteke nexweş hatin.

 

Hevmezhebên wan ên erebên çavreş, otomobîlên bombekirî şandine taxên kurdên feylî û ji wan re gotin, piştî giştpirsiyê êdî em hevmezhebîniya we jî nas nakin û kurd li ku derê be kurd e. ev yek jî berovajiyê helwesta Siûdiyê ye, ku ji bilî siyasiyan, hemwelatiyên vî welatî bi haştagan piştgiriyê didin giştpirsiyê û heta ji bo serxwebûna Kurdistanê lezê dikin.

 

Rol pir bi ecêbî hatine guhertin. Di salên 1980êyan de ew artêşa erebên sunne bû, ku bi piştgiriya Siûdî û welatên din ên Kendavê, beşdarî enfalkirina kurdan dibûn, ku piraniya wan kurdan hevmezhebê sunne ne. Heman Xamineyî û komara wî ya îslamî jî piştgirî dida Şoreşa Başûrê Kurdistanê ku di nav de çepgêr û sunneyên tundrew jî hebûn. Lê niha giştpirsî ji bo Xamineyî “galegal” e û ji bo Şah Selman jî plan e û divê bicîh were.

 

Gelek kes pêşbirka Erebîstana Siûdî û Îranê ya li ser giştpirsiya Kurdistanê, dişibînin Şerê Çaldiranê. Ev şaşitiyeke mezin e. Encama Şerê Çaldiranê parçekirina Kurdistanê bû û di navbera du împaratoriyên hevsînor û mezhebên cuda de derket, ku hêzên wan ên serbazî û morala wan heta astekî weke hev bû.

 

Dibe Komara Îslamî ya Îranê bişibînin Împaratoriya Sefewî û rastiya pelavêtin anku belavbûna wan a li herêmê ji Sefewiyan jî derbas kiriye. Lê Erebîstana Siûdî ne Împaratoriya Osmaniyan e û nikare bibe mîna Osmaniyan. Erebîstan xwedan pareyê petrolê, Mekke û Medîneyê ye. li Amerîka û navendên cîhanî de xwediyê lobiyeke bi hêz e. Eger em bi pragmatîkî hizir bikin, li hember Îranê ev çekên herî giring in di destê Erebîstanê de. Lê weke mîna, Erebîstan nikare artêşa xwe bibe ser sînorê Îranê û Kurdistanê jî parçe bike.

    

Ew qeyrana ku bi Yemenê destpê kir, paşî qeyrana Qeterê bi xwe re anî û sibê jî dê piştî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê berdewam be, tev de nîşana wê yekê ne, ku Erebîstan û hevpeymanên berjewendiyên wî, ligel konservatînên amerîkî di xalekê de hevgirtî ne. Ew jî ev e, ku piştî DAIŞê dê Rojhilata Navîneke nû were sererastkirin, di nav de ji bo hejmûna serwerî û firehîxwaziya Îranê sînorek were danîn û berjwendiyên wizayî yên vê bereyê jî parastî bin. Yek ji wan rêyên bisînorkirina Îranê, çêkirina dîwarekê di navbera Îran û Siûdiye û herwiha dewletên din ên Kendavê de ye. Ev jî bi rêya xakekî çêdibe ku navê wê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Ez wesa fêmdikim, qeyrana Qeterê dê bidawî bibe û ev welat jî dikare ji bo bisînorkirina hejmûna Îranê bibe dîwareke din. Ev nayê wê wateyê, ku Qeter dê xwe bide aliyê Erebîstanê. Berovajî, tişta ku Erebîstan dike ew e, ku nahêle plana qeteriyan a ji bo guhertina sîstema hikûmraniya welatên Kendavê serbikeve. Lê Qeter dê di navbera Tehran û Riyazê de weke hêla navîn bimîne û neçar be ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî, bêalîbûnê hilbijêre. Dibe ev yek jî ji bo çespandina giştpirsiyê, ji Kurdistanê re bibe delîveyeke baş.

 

Wate Îranê têbigihîne, ku Kurdistaneke aram û bi îstîqrar, di vê naverastê de, him di berjewendiya Tehranê û him jî ya Riyazê de ye. Ev Kurdistan nahêle çirûska agir bigihe Îranê û ne jî rê dide Erebîstanê ku hest pêbike şîeyan bingeha vê rêyê zîft kirine.

 

Eger ez li cihê cenabê Xamineyî bim, dê wiha hizir bikim. Çimkî dizanim Hewlêr nikare dijitiya Tehranê bibe û naxwaze bike jî. Lewma ya baş ew e, galegala xwe bike kirdar û herêm jî ji şerekî mezin ê bê encam rizgar bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst