Bila nola Hemasê neyê serê me jî!

03-06-2024
Hêmin Ebdullah
Nîşan Filistîn Hemas Îsraîl Kurdistan Komkujî
A+ A-

Heytehola Xezeyê bi navtêdana Îranê dest pê kir û vêga ewqasî kûr bûye ku wekî Kurd dibêjin: Mû di ber re naçe! Ewqasî kûr e ku wekî medyavanê Amerîkî Ferîd Zekeriya di quncikên xwe yên hefteyên borî de nivîsîbû: Mesele êdî ne siberoja Îsraîlê lê siberoja Netanyahu bi xwe ye.

Hemasa ku Îslamiyên Kurdistanê dixwazin wê xweşik bikin, 7ê Çiriya Pêşîn a par tawaneke terorîstî pêk anî lê berteka Îsraîlê ewqasî nemirovî bû ku tew damezrênerê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan – Human Rights Watch (Cihûyekî ji destê Naziyan rizgar bûye) Îsraîl û Netanyahu bi komkujiyê tawanbar kirin.

Ya ku em van rojan li dijî gelê bêguneh ê Xezeyê dibînin, bi rastî jî komkujî ye. Jenosîdeke ku Hemas bi qestî qewimîna wê han dide û Îsraîl jî bi bêrehmiyê li hemberî sivîlan dike.

Însiyatîfa Biden a ji bo agirbesteke mayînde baş e lê her kes dizane ku dê bi ser nekeve. Pêdiviya Biden pê heye ku berî hilbijartinên serokatiya Amerîkayê serketinekê di doza Xezeyê de bi dest bixe. Sedem jî ew e ku ev doz li zanîngehên Amerîkayê di navbera alîgir û dijberên Îsraîlê de bûye mijara nakokiyê.

Ji bo Bidenê ku hevrikê wî populîstekî wek Trump e û xwediyê projeya çareseriya sedsalê ya kêşeya Îsraîl û Filistînê ye, tiştê herî giring ew e ku şerê ku li Xezeyê heye li ser destê wî nemîne. Ev xeyal e û dê van nêzîkan pêk neyê.

Îran jî bi karta xwendekar û zanîngehên Amerîkayê dilîze. Ev lîstika ku Amerîkî, Brîtanî û Ewropiyên din berê bi xwendekarên zanîngehên Îranê re û li dijî rayedarên Îranê kirine. Armanca wê ew e ku kesên ku li dijî sîstemên rêvebirina welatên xwe ne yan jî dixwazin reforman bikin bilivînin. Îran jî di vê de bi ser nakeve. Ji ber ku Amerîkî çiqasî gazinan ji sîstema xwe bikin jî ji bo guhertina sîstema xwe hêviya alîkariyê ji derve nakin û her tim hewl didin ji hundir ve biguherînin.

Ji ber vê yekê ew di senaryoya herî xirab de serî li Trump didin ku em dizanin ku ji bo Îranê çiqasî xirab e Trump bibe serokê Amerîkayê.

Yek ji gazinên ku li welatên Ereb tên kirin ew e ku her çiqasî li dijî Hemasê bin jî ji bo avakirina hikûmeteke alternatîva Hemasê li Xezeyê alîkariya Îsraîlê nakin. Ev hinekî rast e lê hinekî jî ji ber ku ji bo rêvebirina Xezeyê piştî derxistina Hamasê tu stratejiyeke hikûmeta Netanyahu tune.

Ji ber vê yekê jî niha li gelek cihan neçar mane bi paş de vekişin û ji bo qewitandina Hemasê careke din şer bikin. Amerîkayê jî berê heman tişt li Îraqê kir û bi salan derbas bû heta fêm kir ku hikûmetên biyanî yan yên kolonyalîst êdî nikarin Rojhilata Navîn bi rê ve bibin.

Hemas ne xwediyê wî wêneyê spehî ye ku Îslamiyên Kurdistanê dixwazin bidin xuyakirin. Tevgereke Îxwanî ye lê baweriya wê bi nermbûnê nîne.

Hevrikên xwe bi hêza çekan û virvirandina wan ji avahiyên bilind ji Xezeyê derxistin. Sivîlan wekî mertalên mirovî bi kar tîne û tu carî gotineke xêrê li ser serxwebûn û mafê gelê Kurdistanê yê hebûna dewleta xwe ji devê wê derneketiye.

Min bihîst ku hin bangxwazên Îxwanî yên Kurdistanê digot em alîkariyan bi alaya Kurdistanê dişînin û Hemas pêşî lê nagire! Çi kesê ji rewşa Xeze, Refeh û herêmên din ên dorpêçkirî haydar be, baş dizane çawa xelk li wan navçeyan ne tenê pêşwaziya alavên Kurdistanê lê berhemên Îsraîlê jî dike qene ji kambaxiya ku Hemas û Netanyahu ew tê wer kirin, derkevin. Ji Refehê çalakvan vîdyoyan diweşînin û behs dikin çawa berhemên Îsraîlî ji her demê erzantir distînin!

Ez du caran çûme Îsraîlê. Cara yekem ji bo hilbijartinan bû û Netanyahu di wan de bi ser ket. Cara duyem ji bo amadekirina belgefîlmekê bû wekî beşekê ji bernameya Gerîde ya Rûdawê.

Cara duyem min dixwest bibînim ka projeya Trump a ji bo çareserkirina kêşeya Filistîn-Îsraîlê dê bi rastî bi ser bikeve. Di wê carê de min tê derxist ku pirsgirêk bi qasî ku pirsgirêkeke leşkerî û îdeolojîk e, ewqasî jî pirsgirêkeke îstîxbaratî ya tijî derew û xapandin e. Gelek vîdeoyên ku hûn van rojan dibînin û di wan de bi dehan kes têne kuştin û zarok diqîrin, dibe ku derew bin.

Propaganda û makîneya rahênana xelkê ji bo propagandayê ewqasî li wir xurt in ku qet nayê xeyala we.

Wekî mînak, Îsraîl vîdeoyekê diweşîne ku komek Filistînî termekî dibin goristanê. Di rê de dengê hişyariya bombebaranê dibihîzin û kesên ku darbest hilgirtine tev direvin. Piştî bîskeke din termê di darbestê de radibe ser xwe û direve. Dibe ku ev hemî dereweke Îsraîlî be û wekî dîmeneke ji dramaya Kaosê ya Îsraîlî hatibe tomarkirin.

Dema ku ez cara duyem li Îsraîlê bûm, ez çûm ser sînorên Xeze û Kenarê Rojavayê. Li ser sînor, min mêrikek nasî ku digot ew berê "fermandarekî Hemasê" bû.

Me dest bi hevpeyvînê kir û kamerayê sohbeta me tomar dikir. Mêrik derew li dûv derewê dikir.

Hatibû cihekî tijî leşkerên Îsraîlê jî. Cemedaniyeke Filistînî li stûyê xwe pêçabû û ji min re digot çawa "bi hovîtî" Hemas bi rê ve dibir. Pirtûkeke 30 rûpelî ya bênaverok jî danî ber min û got ku wî bi xwe ew nivîsandiye.

Min zanîbû kesê ku ez dibihîzim û li hemberî min rûniştiye û derewan li min dike, kirêgirtiyekî Îsraîlî ye ji bo şerekî kirêt ku bi Hemasa kirêt re dikin lê min ew yek jî seh kir ku Îsraîlî ji Filistîniyan çêtir dizanin çawa çîrokên xwe ji bo berjewendiyên xwe yên li herêmê bifiroşin cîhanê.

Lap wê demê rêya min û hevkarê min Şivan Berwarî bi bazara kevn a (Orşelîm-Qudsê) ket. Ew ji aliyê Ereban ve tê kontrolkirin û navdar in ku heke haya te ji te nemîne, dê te bişelînin. Min xwest ji bo xizmên xwe yên li Holendayê hin diyariyan bikirim. Firoşkar bihayekî pir bilind got. Dema min ji Îngilîzî kir Erebî û min jê re got ku ez bihayên wekî yên kiryarên Ereb dixwazim, wî çaryeka nirxê ji min re got. Min diyarî bi qasî ku ji destê min hat bi wî bihayê kêm kirîn. Di dawiyê de min jê re got:

- Tenê ji bo zanîna te, ez ne Ereb lê Kurd im lê çi ferq e, em hemî Misilman in!

Firoşkar geh sor û geh mor bû û biland:

- Xweda şahid e min zanîba tu Kurd î, min ê nefirota te. Berî demekê du Kurdên bi cilên Kurdî hatibûn sûkê. Me heytehol li wan rakir û ew qewitandin!

Cihê ku me ew sohbet lê kir, tenê pêncih metreyî dûrî kolaneke sûkê bû ku navê serkirdeyekî Kurd ê di bin fermandariya Selahedîn de lê hatibû kirin ku navê wî Îmadedîn bû û xelkê Bakurê Kurdistanê bû.

Ango li cihê ku Kurdan di bin fermandariya Eyûbiyan de Ereb rizgar kiribûn, dilê neviyên Ereb li hemberî Kurdan tijî rik û kîn bû!

Ev nayên wê wateyê ku Filistîniyên ku ji Kurdan hez dikin nînin. Hene, lê ne pir in lê dîsa jî tiştê ku Netanyahu vêga li hemberî wan dike, bi wateya herî rast komkujî ye. Me bi xwe jî derdê gelek komkujiyan kişandiye, em nikarin li ser bêaqiliya yên ku di salên 80yî de birayên wan ên Filistînî di Enfal û komkujiya gelê Kurdistanê de roleke bibandor lîst, ji bîr bikin ku tiştê niha tê serê wan nayê qebûlkirin.

Li dinyayê mafê ti desthilatdaran tune ku gelekî qir bikin. Bi qasî ku ez bi Îsraîlî û Cihûyan re axivîme, ew jî tiştên ku artêşa wan û Netanyahu dikin qebûl nakin.

Her kes dizane ku Xeze berdêla tiştê ku Hemasê bi kurtbîniya xwe kir dide. Ez ji Îranê yeqîn dikim dema got bi hûrgiliyên êrîşa Hemasê ya li ser Xezayê nizanîbû lê ez çê dizanim ku bêyî alîkariyên darayî û leşkerî yên Îranê, Hemasê nikarîbû vê çewtiya mezin bike.

Di dawiyê de jî yê ku ziyan kir gelê Xezeyê bû. Ji ber ku Îsraîl ne tenê ax ji dest eda lê deverên zêdetir jî girtin û eger dewleteke Filistînî jî ava bibe, divê li ser erdekî kêmtir ji erdê berî 7ê Çiriya Pêşîn be.

Yê ku qezenc jî kir Îran bû çimkî ji ber van mijûlbûnan, ew ji her demê bêtir nêzî çêkirina çekên atomî bû.

Di van bûyeran de ji bo Kurdan jî dersên girîng hene. Tundî me nagihîne tu derê. Divê li Kurdistanê alî û hêzên radîkal xurt nebin.

Tundrewî û îdeolojî divê ji bîra me nebin ku em li ku dijîn û divê em çawa bi derdora xwe re tevbigerin.

Li Kurdistanê divê gendelî, pozbilindî, otorîterî û sînordarkirina azadiyan cih negirin, ji ber ku encam dê wekî ya Hemasê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst