Şerê Ukrayna dê çi biguhere, çi bibe û çi bide, çima şer, mirov çima û çawa heta roja îro ji dîrok fêr nebûne ku şer ne çareserî ye, yan naxwazin fêr bibin, yan jî tiştên divê bibe dibe?
Şertê jiyanê mirov neçar dike ku şer bike? Yan mirov di demeke nû, ya xenîmetên dunyê de ye. Mirov ji berê de li dinyayê li xenîmeta geriya ye. Çi di dema pêxembera de, çi berî wê, ji Îskenderê mezin bigire, heta bi Cengîz Xan, Tîmûrleng û Krîstof Kolombo, şerê cîhanî yê yekem û duyem, şerê sar, şerê Lîbya, Iraq, Efxanistanê û niha yê Ukrayna. Mirov bi sererd û binerdê dijîn. Herwiha her mal û alî hesabê wan ji wan ve xuya ye. Tevî roj bi roj, sal bi sal şêniyê cîhanê zêde dibe û gencîne, cewherê sotemeniyê û jiyanê kêm dibe. Kêmbûna kan û madê xam nîşana gijgijî û nakokiyên aliya ne.
Dinya bûye weke gundekî, çi li ku diqewime, bandorê li aliyê din dike, ji li ku kêm dibe mêzîna aliya diguhere. Ango meseleyên dinyayê her kesî, her miletî û dewletê eleqedar dike. Dinya ji Ewropayê bi babetekî tê birêvebirin. Meseleyên li Ewropa çareser nebin, li Îranê, Sûriyê, Efxanistanê, Kore, yan jî li Pakistanê û Hindistanê, yan li Şîle û Kuba çareser nabin. Wa diyar e şerê li Sûriyê dibe, divê li Ukraynayê çareser bibe. Belkî heta li Ewropayê û Amerîkayê çareser nebe, li wir jî çareser nabe.
Şerê Ukrayna dinya xiste serdemeke nû. Nakokiyên nîvê hêza Sovyeta berê, niha Rûsya û yên Amerîka û Ewropa, temenê hemû dîktatorên dinyayê dirêj kir, û îro jî sedema koçberiyê û şerên navxweyî û bikaranîna faşîzma olî, û neteweyî ye. Li dinyayê yê herî zêde pere dike olperestî û regezperestî ye. Mirov hemû hêzê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî bikar tînin. Aborî xaleke gelek girîng e. Ti şerê bê berjewendiyên aborî nîne. Ti aliyên siyasî ne bê berjewendiyên aborî ne. Raste kapîtalîzm bi xwe lingek ji yê hemû şeran û nakokiya ne. Lê dinya bazareke mezin e, hin bazara dirav, neft, zêr, hemû alavên jiyanê dikin, hin jî bê sermaye, û tiştekî bidin tîcaretê bi olê, îdeolojiya, yan netewperestiyê, ya kînê dikin. Bingeha dinya û hebûna wan derew e. Derewên bi navê Ola, yê bi navê Xwedê û yê bi navê pêxembera. Herwiha utopî û xewnên ji rastiyê dûr ku tenê di rêya şer û mirinê re diçin didin pêş.
Şerê Ukrayna dê bibe destpêkek nû. Ev destpêk dikare mirovan ber bi şerên germ li çar aliyê cîhanê be bibe. Çend ku serwerên cîhanê ne di wê astê de ne pirsgirêkên serdemê weke yê xwe bibînin, û li rêyên çareseriyê bigerin. Her alî dixwaze ji nakokî û pevçûnan sûd bigire û şer dûrî welatê xwe bigire. Lê jixwe ew şerên li welatên dûr diqewimîn, raste rast bandora xwe li van welatan jî dikir, ne germ sar. Şerê Elqaîde, yê DAÎŞê, yên li welatên Efrîka diqewimîn, bandora xwe li mêzîna navxweyî ya welatên Ewropayê û Amerîkayê dikir û dike. Mirovên ji dewlet û welatên xwe direvin weke lêmiştê li ber pêl û peravên Ewropa û Amerîkayê dikevin. Amerîka bend ava kirin, Ewropa îro deriya veke dê bi milyonan mirov di rojekê de li nav Ewropa belav bibin. Kuştin û şer bandorê li derûniya hemwelatiyên Ewropayê dike. Ew tirs dibe pêla têkbirina yasa û pêkve jiyana van welatan. Partî û aliyên antî demokratîk û heta radeyekê oldar û netewperest ji bo xwe tirs û xofê bikartînin. Her weha mirovên şer dîtine, yê derûniya wan nexweş û yên dunya wan li ser "dinya heq" saz bûye ne amade ne bi jiyana nûjen û cêwaz re bijîn û bibin lingek ji yê civak û dewleta lê dijîn.
Helbet dunya û jiyana nûjen, çerxa kapîtalîst ne bê arîşe û nakokî ye. Lê pirs ew e, mirov dixwazin ji arîşe û nakokiya bijîn yan çareser bike? Wa diyar e yên dixwazin ji arîşeya bijîn bêhtir in, ji yên dixwazin çareser bikin. Mirov heta di kontrolê de ye mirov e. Ji kontrol û etîkên gerdûnî derket dibe hov. Mirov kengê bûye "Xwedayê" li sererdê şerên nû destpê kiriye. Heta mirov û serwerên cîhanê ne amade bin, arîşeyên cîhanê weke yê xwe bibînin, dê şer ne dûr be. Li ku be jî, dîsa ne dûre. Dinya gelek biçûk e, û roj bi roj ji aliyê sirûştî ve rûdiçike. Welatên bi yasayên medenî neyên birêvebirin tenê dikare dîktatorên nû biafirîne. Lewra mirov bibe serok jî, divê nebe "Ruhanî, yan Xwedê û Xwedanê" dewletê. Dewlet û yasa mirovan çêkiriye mafê wan e biguherin jî. Putîn xwe kiriye Xwediyê dewletê û dewlet jî weke mala xwe, her tiştî dixwaze li gor dilê xwe û daxwazên xwe dîzayn bike. Ew jî ne bese, li hemû cîhanê dixwaze xewnên Çar û Sovyetê pêk bîne. Helbet yê dixwazin xewnên Siltanan û yê Hîtler jî pêkbînin jî ne hindik in. Ma ne ew xewn bûn, yên bûn sedema kuştina bi mîlyona mirovan û heta niha jî mirovatî di bin mejiyê xwe de wê êşê dikişînin?...
Dinya deme, tenê yên bi demê re dimeşin, dikarin bimînin û bijîn. Belkî jî efendiyên siberojê. Lê ev jî bê şer nabe xuya ye. Mirovên hêzdar, heta hêza wan heye bi wê hêzê dijîn û dikujin. Heta ew hêz kêm bû ya wê têk biçe, yan jî xwe li gorî demê biguhere.
Piştî şerê Ukrayna dê tu tişt ne weke xwe be. Em ketin serdemeke nû.
Têbînî: Naveroka nivîsên kesayetên ku li malpera Rûdawê tên belavkirin, bîr û hizra nivîskarên wan nivîsan e û Tora Medyayî ya Rûdawê ji naveroka wan neberpirsyar e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse