Ew Mamostê Tirkî Bû, Bi Gorî Ji Kurdî Bû

 

Em çiqas bi zanistî dikolin mixabin dîsa jî di navbera Kurdî û Tirkî de dikulin…

Ev çi sews e dost û cîranên xoşewîst?

Hal ev e ku ji bo Kurda ji xêzên sor yek jî zimanê Kurdiye.

Gelo hûn çima li hember Zimanê Kurdî di nav fobiyan de winda bûne? Baş bifikirin dahatûya Zimanê Kurdî herwiha dahatûya Zimanê we ye jî hey mal nexirabno. Werin em bi gotina kek Michel Foucault bikin hûn me û zimanê me bi hêztir bikin, em jî we û zimanê we. Herwiha em bi hevra azad û şareza bin. Ez gilîdarim ku îro sedsala 21’ emîn de li hember fêrbûna ziman û çanda Kurdî nefî kirin û seza kirin çêdibin.

Ew bûyeran li du bajarên Kurdî yên cuda û li hev dûr qewimîne. Ya yekemîn li Amedê ku bajarekî bi Kurdayetiye û a duyemîn jî li Erzîromê ku bajarekî cûrbicûre. Fermo em serî de Amed û seza kirinê pey re jî Erzîrom û nefî kirine vebêjin.

Ya yekemîn ewe ku sedema bikaranîna zimanê Kurdî û seza kirina ew kesên ku bikaranîne. Gelo em ê van tiştan çawa binirxînin? Çend roj bere 21’ ê Sibatê roj a Zimanê Zikmakî li Cîhanê bû û mamosteyan bi zimanê Kurdî wane dabûn. Bi sedema çima wan mamosta bi Kurdî ders dane dewletê ew mamoste ji xwe re kirin qurbanî. Yê ku ev tiştên zanistî, çandî û hêjayi kirin pisgirêk dîsa rêveberiya perwerdehiye bû. Lê belê yê ku zanistî, çandî û hêjayi xebat kirin dîsa mamostê Kurd bûn. Tenê wan mamostan du demjimêran wane kiribûn. Wekî Îsal sala par wan rojan de jî dîsa gelşeyek wiha çêbibû. Lê bele her du salan jî komarê tu sedemên dadmendî nedîtibû ku wan mamostan bi seza bike.

Hûn çiqas ser kevirin dost û cîrano, mixabin Kurdê dîsa 21’ ê Adarê ji bo çand û zimanê xwe yê bersivekî bidine we.

Ya duyemîn û hem ji bo me hem jî ji bo dost û cîranên me giringtîrin jî ewe ku sedema bikaranîna zimanê Kurdî û nefî kirina ew kesên bikaranîne. Wekî min sernavê de jî qal kiriye û ew hevok bi wate jî parastina cîranekiye. Ew mamostê Tirkî bû, lê mixabin bi qurbana Kurdî bû.

Ewî cîranê dixwest ku bi xwendekarên xwe ê Kurd re li hevbike, ew ji wan fehmbike û ewan jî ji wî fehmbikin. Ji Kurdekî zêdetir jî dixwest bi Kurdî hîn bibe. Gava Kurdî fêrbû tişt a nebûyî hate serê wî. Ew mamostê Tirk bi sedema li dibistanê bi xwendekarên xwe re Kurdî dipeyivî hate sirgûnkirin an jî nefîkirin. Mamoste bi eslê xwe Tirk bû, Kurdî jî bi say a serê xwedekarên xwe de hîn bibû, Bi wan re Kurdî diaxifî û dixwast ku xwedekarên wî pirs û pirsgirêkên xwe bi Kurdî bipirsin. Rêveberên dibistanê bi dehan caran hişyarî dabûne wî ku wan tiştan neke. Wî jî bersiv dabû rêveberan ku zarok Tirkî jî dielimin, lê belê zimanê xwe ê zikmakî jî bi serbestî diaxafin.

Mamoste her wiha anîye ziman ku hinek mamosteyên dinên li dibistanê jî tenê çima ku zarok bi Kurdî diaxafin û car carna jî stranan distrin wan dixin di bin zordestiye. Carna jî ew xwendekaran ji wan sedeman tên cezakirin li aliye mamosteyan ve.