Keda 30 salî bi karekî seqet nayê jibîrkirin!

03-02-2024
Aryan Ferec
Nîşan Herêma Kurdistanê Vîdeo Desthilatdarî
A+ A-

Di germahiya hemû qeyran, şerxwazî û gefên cidî ku ji bo jinavbirina qewareya Herêma Kurdistanê û teslîmbûna gelê wê li holê ne, belavbûna rêzevîdeoyekê di van rojan de pir balkêş bû û ez xwe bêgav dibînim ku hinekî li ser rawestim.

Ev rêzevîdeo bi navnîşan û naveroka 'ger berê wekî van çar salan kar bihata kirin, dê hemû sektorên jiyanê li Herêma Kurdistanê pêşketîtir bûna' hatin weşandin. Balkêşiya van vîdeoyan ne tenê ji ber vê yekê ye ku rewşa Herêma Kurdistanê û hiş û fikir û xema gelê wê li newalekê ne û naveroka van vîdeoyan li newaleke din e lê bêhtir ji ber ku: Bi rastî deqerûtî û cesareteke kesnedîtî hewce dike ku ked û xebata 30 salî ya miletekî ji bo jinûve avakirina welatê xwe yê wêran, ewqasî bi sivikî û hêsanî û bi serê qelemekê, bi kil û kêmasî û nedîtî were hesibandin!

Navê berhemhênerê vîdeoyan li ser wan nîne. Ev bi serê xwe, li gor pîvanên medyaya pêbawer û profesyonel, nayê qebûlkirin. Min mesele şopand û dît ku çend ciwanên vîdeoçî yên ji dîrokê ne haydar û kêm ezmûn, li pişt vî karî ne û bi niyeta bazarkirina kar û projeyên hikûmeta me pê rabûne lê wer dixuye ku lez û bez kirine û ne hûrbîn bûne, loma tê de germ bûne û ji bo pesndana dema me ya niha tifinga xwe bera demboriya me dane.

Di vê kêliyê de ku dijmin û neyar ji her alî ve hewl didin ezmûna xwerêveberiya gelê me di 30 salên derbasbûyî de wek ezmûneke têkçûyî nîşan bidin û li ber çavê gelê me reş bikin û berhemên wê ji nav bibin, pêwîst e ku em çend rêzik û rastiyên pir xwerû û piştrastkirî bînin bîra wan ciwanan ji bo ku kar, vîdeo û tifingên wan ên ku berê wan li demboriya ezmûna me ne, dilê neyar û dijminan li me xweş nekin.

Berî ku hûn mafê nirxandina vê dîroka tijî ked, êş, destkeft û jan bidin xwe, diviyabû hûn bizanin û bipirsin berî 30 salî dema ku Herêma Kurdistanê hat azadkirin û ket destê gelê xwe, çiqasî wêran û kavil û xopan bû û kesên ku hûn ji wan re dibêjin we baş kar nekir! bi çi têkoşîn, ked û xebatekê sê hezar gund, bajarok û bajarên hilweşandî ji nû ve ava kirin! Çawa bi şiyan û karînên herî kêm bi milyonan Kurdên ji ber şer malwêran, cîhilkirî, çandçelexwarkirî, kampnişîn, bêçare, ji cotkarî û ked û çavkaniyên debara xwe dûrxistî, careke din tev li jiyan, hêvî û debarê kirin.

Qonaxa ku hûn dibêjin wek pêwîst kar tê de nehat kirin, qonaxa têkoşîn, ked û xwêdanrêtina bi hezaran endezyar, doktor, mamoste, pîşekar, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, karker, cotkar, rêveber, şêwirmend, siyasetmedar, wezîr û kadroyên jîr û zîrek ên gelê me bû di ezmûna dijwar a teqezkirina hêjabûnê de û ji bo ku piştrast bikin ku gelê Herêma Kurdistanê layiqî xwerêvebirinê ye û dikare welatê xwe ava bike û bi tiştekî xwe ji miletên din ne kêmtir e. Îcar xwezî me hemûyan hertim bi heman coş û ruhê welatperwer ê bi dilgermiyê dagirtî û xwebaweriya wê heyamê xebat bikirana!

Salên ku hûn dibêjin kar baş di wan de nehat kirin, ne tenê bi hezaran gund û bi dehan bajarên wêran ji nû ve hatin avakirin, li şûnê, salên geşbûn û berfirehbûna bajarên me yên mezin û pêşketî bûn ku berê paşketî û piştguhxistî bûn: Hewlêr ji Hewlêreke paşguhkirî û bê xizmet bû bajarekî şîrîn û cihê xwe di nav bajarên geşbûyî yên cîhanê de girt.

Herwisa Dihok wekî bajarekî lap destçêkiriyê gelê Herêma Kurdistanê û berhema xwerêveberiya Kurdî hat avakirin. Diyanaya veder û nenas bû bajarê fireh û geşbûyî yê Soranê. Destê hevkariyê gihîşt Germiyanê. Helebçeya xeniqî vegeriya jiyanê û bi sedan bajarok û gundên wêrankirî ji nû ve zindî bûn.

Di vê pêvajoya mezin û dorfireh a avakirina welêt de, hemû pergal û beşên jiyanê ji bo bidestxistina vê berfirehbûna şaristanî ya mezin gavên herî mezin avêtin.

Eşkere ye ku nehatiye û nayê înkarkirin ku di wê qonaxa mişt kar, proje û geşbûn de, kêm zêde kil û kêmasî û xemsarî hebûn û hin çewtî jî qewimîn. Her kesê ku vê dîrokê dûrî şabaş, medh û pesndanê binirxîne, nikare wan kil û kêmasî û xeletiyan înkar bike û divê înkar neke jî. Lê kar, berhem û destkeftên mezin ên kesên ku hûn dibêjin baş kar nekirin, bûn sedem ku cîhan Herêma Kurdistanê bi navê “Îraqa din” bi nav bike. Helbet ew dizanin ku Îraqa din tê wateya avakirin, aramî, pêşketin, demokratxwazî û rêzgirtina mafên mirovan, azadî, pirrengî û jiyana hevbeş.

Xelkê ji bîr kiriye ku vejîna aborî ya piştî sala 2005an xweşjiyanî û geşbûneke çawa derxist holê? Çi bereketek ket sûkê û çawa ciwan bi koman ber bi meydana kar û sermayeguzariyên berfireh ve diçûn ku bi radeyekê geş bû ku tenê sermayeya biyanî ya di vê proseyê de beşdar bi hewldan, jîrî, hêsankarî û handana hikûmetê gihîşt 30 milyar dolaran. Nayê bîra we, berî ku DAIŞ û qeyran pêsîra me bigirin, çawa Kurdên derve bi koman ji xerîbiyê dihatin û bi koçeke berovajî ya balkêş vedigeriyan Herêma Kurdistanê?!

Tew dema ku kesada aborî cîhan vegirt jî, dîsa rewşa Herêma Kurdistanê têk neçû, ji ber ku sûka wê ya serbest dûrî guvaş û destwerdanan hatibû geşkirin û şirketên ku hikûmet hêsankar û piştevana wan bû, xurt û bihêz mabûn.

Xwezî we bizaniya, qonaxa avakirina welêt û vejandina Herêma Kurdistanê ku hûn niçan lêdidin, çi qonaxeke kêmpeyda ya hevgirtina îrade, rêveberî û yekîtiya rêzên gel û partiyan bû. Çawa mîrateyên şerê navxweyî û dubendiyê hatin tunekirin û sazî û demokrasî bi pêş ketin. Çawa peymana stratejî, hevkarî û xebata hevpişk a Serok Barzanî û Mam Celalê biheştî û yekrêziya niştimanî ya bêmînak ku hebû, bûne pişt û penaya hikûmetê seba avakirin, vejandina aborî û pêşxistina Herêma Kurdistanê.

Xwezî gava we bi wan vîdeoyên xwe berê tifingên xwe da wê qonaxa ezmûna desthilatdariya Herêma Kurdistanê, we di heman demê de ji bîr nekira ku bi şanazî partiya me (PDK) bi rêberiya Serok Barzanî pişka şêr a serkirdayetîkirin, birêvebirin û serkeftina wê qonaxa avakirina welêt û avadankirin û serokatîkirina kabîneyên hikûmeta hevgirtî wergirt. Vê partiya (PDK) ku xwe ji bo avakirina Kurdistanê feda kir û ji serok û rêberê xwe heta kadroyê xwe yê herî dawî xizmetkarên vê pêvajoyê bûn. Loma neheqîkirina li wê qonaxê û niçlêdana ku xwedêgiravî kar baş lê nehatiye kirin, berî her aliyekî din neheqîkirina li PDKyê ye.

Xwezî we zanîba yên ku hûn dibêjin wek pêwîst kar nekirin, di proseya dabînkirina ewlehiyê de ku bi saya wê sermayeguzarî, ked, kar û avakirin çerx bibin û hikûmet erkên xwe cîbicî bike, ji şêwirmendên encûmena asayîşê heta karmendên asayî yeko yeko di wan salan de çi fidakarî û qurbanîdan kirin.

Diviyabû li bîra we bûya dîsa di wê qonaxa ku hûn niçan lêdidin de, miletê me xwe li ber şerê DAIŞê girt, bi milyonan koçber hewand û li hember dorpêçkirina Bexdayê û destpêka şerê birîna nên neçemiya.

We ev hemû ji bîra xwe birin lê ev tişt hemû pir baş li bîra şêniyên Herêma Kurdistanê ne û qet bi karekî wisa seqet ji bîra wan naçin!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst