Ne Artêşa Azad, lê artêşa Tirk

03-02-2018
Selahedîn Çelîk
A+ A-

Ji destpêkê ve Artêşa Azad ferxikê artêşa Tirk e. Gava artêş welatan dagir dikin, nokeran bi kar tînin. Ji DAIŞê û El Nusrayîyan heya Tirkên nîjadperest, kîjan nijde û gendel bixwazî, di Artêşa Azad de ne.

 

CHP ya pîrozbahiyê dide operasyona Efrînê, dixwaze artêşê ji têkiliya Artêşa Azad bişo. Berevajiyê, Erdogan Artêşa Azad weke beşeke artêşa xwe dibîne.

 

Artêşa Tirk, êrîşî welatekî din, neteweke bêderfet dike. Xwediyê operasyona Efrînê, ne Artêşa Azad e, artêş û dewleta Tirk e.

 

Operasyona Efrînê, tawanê mirovahiyê ye. Bi navnetewî sûc e. Artêşek bi çekên giran êrîşî sivîlên bêderfet dike. Cudahî di navbera operasyona Efrînê û êrîşa artêşa Hitler li ser Polonya û Çekoslovakyayê de tineye. Bîrdozî û polîtîkaya dewleta Tirk, bingeha wê tawanbariyê ye.

 

Ev artêşa kê ye?

 

Komkujiyên Koçgirî (1921), 1925, Agirî-Zîlan (1928-1930) û Dêrsimê (1937-1938), kê kirin?

1980-1990an kê, çar hezar gund û mezrik rûxandin? Yekîneyên komandoyên Bolu û Kayseriyê yên 1994-1995ê li gundên Amedê komkujî kirî, yên kîjan artêşê bûn?

 

1990an artêşa kê, 20 bajarên Kurdan dan ber top û berikan? 2015ê yên bi dehan bajar rûxandî, artêşa kê bû? 26-27.03.1994ê balafirên kê, gundên Şirnexê bombe kirin û 50 Kurd kuştin? 28.12.2011ê balafirên kê, li Robozikê 34 Kurd kuştin?

 

Hêzên taybet ên bi komkujî û tirbên komkî navdar, ên kîjan artêşê bûn? “Nijdeya Biunîforma ya Geverê”, ya bi kuştin, serestandin û bazirganiya eroînê navdar a kîjan artêşê bû? JITEM, a kîjan artêşê bû?

 

Kê termên şervanên kurd avêtin sergoyê Nevala Qesaban/Sêrt? Leşkerên tirbên Kurdan dirûxînin, ên kîjan artêşê ne? Li ser tixûban kê, ref ref koçber gulebaran kirin û ew avêtin gorên komî?

 

Holdînga bazirganiyê

 

Ji pîşesaziya çêkan û avahîsaziyê heya xwarin, turîzm û bankavaniyê çi were bîra we, artêşa Tirk têde ye (OYAK). Artêş ne tenê bi yên Tirk re, bi şîrketên navnetewî re jî bûye yek. General, weke nûnerên şîrketanin.

 

Ev artêş, neyarê demokrasiyê ye. 1960, 1971 û 1980ê jiyana demokratîk da sekinandin. Bûyera 15 Tirmeha 2016ê, weke lîstik û derbeya AKPê kete dîrokê.

 

Rêvebiriya artêşê, dest guheriye. Erdogan artêş, bi OHD, OYAK û hemû hêzên taybet ve bi dest xistiye. Zavayê biçûk, nûnerê pîşesaziya çekan e. Malbat-general-çek-pere, wisa ketine nav hev ku kurê Erdogan ji navende fermandeyê operasyona Efrînê dişopîne (dibe fermanan dide, jixwe mêro tîrbaz e!).

 

Mûriya perdayî

 

Xewna împaratoriyê ya dewleta Tirk, me Kurdan bi taybetî eleqedar dike. Ji ber ku nivê gelhe û erdê Kurdan, di destê dewleta Tirk de ye. Netewên din, di bin parastina siyasî de ne. Dewleta Tirk nikare wan gez bike. Lê çi dixwaze, li Kurdan dike, ji ber ku Kurd bêxwedî ne. Operasyona Efrînê, di vê çarçovê de ye.

 

Ez naxwazim navê wî bi dev bikim, bi gotinên Wezîrê navxweyê Tirkiyê, (li Carablusê) parêzgar û midûrê polîsan, Tirk in. Li Efrînê jî dixwazin wê bikin.

 

Navê “SADAT”, ji rojevê kêm nabe. Serokê wê, kevnegeneral Adnan Tanrıverdi ye. Ew, şêwirmendê Erdogan e jî. Şîrketa bi rûyê şêwirmendiya leşkerî, rêxistineke MIT û artêşê ye. Ji koçberên Sûrî niqandina kujeran jî, erka wê ye.

 

Ji bo Kurdistana Başûr hişyarî. Ji ber ku bi navê şêwirmendê leşkerî, pisporên Tirk li her derê ne. Ew ji bo dewleta xwe dixebitin. Serpêhatiya bi Îlnur Çevik re, divê têrê bike. Mêro vêga serşêwirmendê Erdogan e û di serdema referandumê de heqaret nema ku wî li Kurdan nekir.

 

Divê navekî wê hebe

 

Min ji 1921ê ji Koçgîrîyê heya Efrîna îro tenê bi nav bûyerên dîrokê rez kirin, 98 sal. Erê 98 sal in, artêşa Tirk li Kurdan dide. Ka navê wê bidin. Ma ne nîjadkujî ye? Weke ku artêş tenê ji bo kuştina Kurdan heye.

 

Ji bêgaviyê be jî, Kurd jî diçin leşkeriyê. Êşeke mezin! Di 30 salên dawî de li leşkeriyê çend Kurd “bi xeletî” hatine kuştin? Heke we hejmar bizanibûya, gotina zêde pêwîst nedikir. Di artêşê de hebûna Kurdan û xîzanên Tirk, taybetmendiya wê naguherîne.

 

Tirk keysê ji dest didin

 

Dîktator bi hilbijartinê naçin. Mînakên Portugal, Arjantîn û Şîlîyê hene, lê ew berhema fişara ji derve û zexmbûna dijberiya navxweyî bûn.

 

Ji dijberiya Rûsan: “Divê mirov di dema xwe de li himberî otokratan rabe”, nexwe ya din beredayî ye. Li welatê mamoste ji zanîngehan tên avêtin û bijareyên civakê welêt diterikînin, pêşeroj nabe.

Efrîn/Kurdan bi xwîna xwe, keys dan dijberên Tirk. Lê ew nîjadperestiya naletî!

 

Efrîn dengê wijdanê ye. Yê dijîtiya operasyona artêşa Tirk neke, divê qet qala wijdanê, qala mirovahiyê neke.

 

Ji Artêşa Azad û artêşa Tirk a ya din herimandî, artêşa Tirk e. Wê, dijberiya sûrî ji rê deranî. Artêş, hevyekê hişmendî û polîtîkaya nîjadperest û dagirker a dewleta Tirk e. CHP, bi wê jehrê ketiye. Heyfa wan rewşenbîran! Heyfa wî welatî!

 

CHP, heke hûn ji nîjadperestiya xwe neyên xwarê, qet ji bîr nekin, ev desthilat her carê dikarê Efrînekê biafirîne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst