Trump çi dixwaze û dikare çi bike?
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji aliyekî ve nûneriya lîberalîzma nû yan nûneriya mihefezekariya nû dike. Ev felsefe li ser çend bingehên fikrî tê. Yek ji wan ev e: Dewlet destwerdana bazirganiyê dike, bi taybetî, ji dewlemendan bacê hindik digire da ku zemîna guncaw ji bo bazirganiyê re amade be, piştgiriyê dide bazirganiya navdewletî, bi qutkirina sîgortayê, xerckirinên dewletê kêm dike û li dijî tevgerên civakî derdikeve û hwd.
Mihefezekarên nû li dijî kurtaj û zewaca hevzayendan disekinin û di wî warî de li dijî lîberalan in. Ew, giringî didin ewlehiya navxweyî û baweriya wan a bo nirxên exlaqî zêde ye.
Bingeha vê ramanê, di kampanyaya hilbijartinê ya Trump de bi awayekî aşkere xwe nîşan dabû. Trump dixwest ku wergirtina bacê bila kêm be. Ew îdia dikir ku ji ber bacê hin fersend ji destê gelê Amerîkayê dedikevin. Îdia dikir ku ji ber bacên zêde karsazên Amerîkayê, veberhênanên xwe dibin derveyî welatê xwe û ji ber vê yekê fersendên kar û xebatê ku diviyabû li nav Amerîkayê be, derdikeve derve.
Lewma armanca Trump ew e ku sîstema bacê wisa dîzayn bike ku sermayeya welatê wî li nav welêt bimîne û fersendên kar û xebatê derkeve holê.
Ramana Trump ew e ku beşeke mezin ji rêkevtinên aboriyê yên navdewletî li dijî berjewendiyên Amerîkayê ye. Bazirganiya serbest a bakurê Amerîkayê bi zimanekî tund rexne dike. Soz dabû ku pêdeçûna rêkeftinên welatê xwe careke din bike.
Trump wisa bawer dikir ku sîgortaya tendirustiyê ya ku di serdema Obama de hatibû pêkanîn, barê hikûmetê giran dike û çaxa hatibû ser peywir, sîgorta dabû sekinandin.
Trump rexneyên mezin li bûyerên cînayetê girtibû û wisa bawer dike ku asayîş û polîs pêwîstiyên karê xwe naynin cih . Yek ji projeyên Trump ên herî balkêş jî ew e ku dixwaze li ser sînora Meksîkê dîwar çêke. Trump gotibû “Ewê Amerîka çêke, Meksîk pereyê wî bide.” Bêguman sînordarkirina koçê bo Amerîkayê ji daxwazên wî yên ewil in. Trump piraniya dengên xwe ji ber vê ramanê wergirt.
Di mejiyê Trump de çi heye?
Analîzên ku hatine pêkanîn derdixe holê ku Trump ji aliyê siyasetê ve bê tecrube ye. Lewma mirov nikare pêşbînî bike ku Serokê Nû yê Amerîkayê dixwaze çi bike.
Bi baweriya min ev nêrîn ji du aliyan ve xelet e: A yekem, Trump ji mezintirînên karsazên Amerîkayê ye. Li welatên rojava pîşesazî pêş dikeve, pêwendiya bazirganiyê bi felsefeya siyasetê û qanûnên navdewletî ve heye. Bi gotineke din, Trump ne dikandarê asayî û firoşkarê şekir û benîştan e ku haya wî ji dinyayê tune be. Karsazekî di vê astê de ne mimkun e ku siyasetê û qanûnên ku pêwendiyên wan bi piyaseyên navdewletî hene, nizanibe.
Dibe ku tecrûbeya wî ya partî û namzedbûnê tune be, lê tiştên ku beriya hilbijartinan dikir, bi temamî siyaset bû.
A duyem: Trump siyasetên xwe yên naxweyî û derveyî, aşkere nake, ji aliyê îdeolojiyê ve jî, ji dibistana lîberalîzma nû ya ku bi “mihafazakarên nû” tê binavkirin, hatiye. Trump di pêvajoya kampanyaya hilbijartinê de jî çend car anîbû ziman ku ew girêdayî felsefeya navborî ye û ew felsese di siyaseta wî de ewê xwe nîşan bide.
Li ser siyaseta Trump tiştên ku nayê zanîn
Trump li berevajî serokên din, mekanîzmaya sepandina siyaseta xwe aşkere nekir. Wî gotibû ku ewê hin tiştan bike. Lê em nizanin dê çawa bike. Weke mînak, di sîstema bacê de guhertinek çawa dê bike? Li gor kîjan bingehan rêkevtinên navdewletî pêk bîne? Sîgortaya tendirustiyê dê çawa biguherîne?
Di merasîma sondxwarinê de gotibû ku “komên îslamî yên tundrew” ew dê ji holê rake. Lê ewê çawa bike ne diyar e? Gotibû, ji bo ku pêwendiyên wan bi Rûsyayê re baş bibe dê hewl bide. Lê dîsa ne diyar e ka ewê çawa bike. Yanî gelek hûrgilî hene ku pêşbîniya wan pir zehmet e.
Sozên ku Trump dane, gelek zor û zehmet in. Weke serokên din ên Amerîkayê Trump jî hin sozên xwe, dê bîne cih, di hin sozan de jî, ewê serkevtî nebe. Lewra him li nav welatê wî û him jî li derveyî wî, ewê rastî hin pirsgirêkan bê.
Ji niha ve li ser mijarên bac, sîgortaya tendirustiyê û koçberiyê, bi bertekan re rû bi rû maye. Di nav Partiya Komarî de jî dijbereyeke bihêz li ber Trump disekine.
Rast e, qada berpirsyariya serokê Amerîkayê fireh e, lê li hin deran berpirsyariya serok sînordar dibe. Weke nimûne, Kongreya Amerîkayê hin pêşnûmayên serok red kir. Lewma divê Trump bi saziyên ku weke wî nafikirin, têkeve nav lîstikeke siyasî.
Beriya ku dest bi peywira xwe bike, di navbera Trump û hin serokên welatên Ewrûpayê de rakêşan hate dîtin. Gelo Trump dikare şertên xwe li ser Ewrûpayê ferz bike? Bêyî ku piştgiriya hêzên mezin ên Ewrûpayê bigre cem xwe, dikare rojeva cîhanê diyar bike? Gelek zor e. Ji ber vê yekê Trump weke pêşiyên xwe, di gelek tiştan de lihevkirinek peyda bike û çi bikaribe bike, ewê bike.
(Ramanên nivîskar ayidî nivîskar in, Tora Medyaya Rûdawê ji ramanên nivîskar ne berpirsyar e.)