Kaşîn li Kurdistanê

Spora mirov zivistanan bi alîkarîya alavekê xwe li ser berfê dişemitîne kaşîn e.

Di dîrokê de şêweya pêşî ya kaşînê, ji bo berfê bi çêkirina alavên ji daran pêk hatîye. 20 hezar sal berê mirovan ji darên wek çamê alav çêkirine, hinek bi qetranê hinek bi çerm zexm kirine.

Li deverên wekî Sibîrya û Mongolyayê di şikeftan de resmên mirovên pîyê wan bi kaşîn hatine xêzkirin.

Bermayîyên herî kevn ên kaşînê li Rûsya, devera Vîsê hatine dîtin. 8 hezar sal berê hatine çêkirin.

Li Norwêcê li ser tehtan dîmenên mirovên kaşînê dikin ên 5 hezar salî hene. Li Swêdê kaşîna herî kevn (Hoting Ski) 4500 salî ye.

Kaşîn pêşî wek hêz û hunerekê, di sedsala 15an de ji alîyê artêşên Swêd, Norwêc, Polonya û Rûsyayê ve hat bikaranîn.

Di sala 1866an de li Osloyê yekem pêşbazîyên kaşînê hatin lidarxistin.

Di sala 1924an de li Bernê Federasyona Navneteweyî ya Kaşînê (FIS – Federation International de Ski) hat damezrandin û kaşîn tevlî olîmpîyatan bû.

Ji du salan carekê pêşbazîyên “Dîsîplîna bakur” û “Dîsîplîna Alpê” (Alpine skiing, downhill skiing) tê lidarxistin.

Kurdistan, çiqas welatê rojê be ewqas jî welatê çîyayan û berfê ye. Bi taybet li Serheda welêt, her sal berfeke zêde dibare.

Lê gelo Kurdan ji bo kaşînê (Ski) û alavên wê çi peyv bi kar anîne?

Peyva sereke “kaşîn” e. Yan jî kaşûn. Li derdora Rihayê “kaşîn”, li nava hinek Kurdên Zaza û deverên wekî Farqînê “kaşûn” tê bikaranîn. Li hinek deveran jî “kaşan” heye. Ev her 3 peyv heman in lê li gelek deverên Kurdistanê peyvên pir cuda hene.

Li Botan, Badînan û Colemêrgê peyva “serkoş” tê bikaranîn.

Li gelek deverên wekî Îdir û Bazîdê “şiqîn” tê gotin. Wek mînak: “Wisa dişiqitî mîna bayê Elegezê”.

Li Depa Xarpêtê, Tatos, Erzirom û Gimgimê peyva “xijkirin”ê (Xuşkirin) tê bikaranîn. Mirov dibêjin “were em xwe xij bikin. Zarok xwe rind xij dikin”. Ev peyv li derdora Şemzînanê “xoşk e” li hinek deverên Colemêrgê “xişokdadan” û “xişikandin” e. Her wiha li hinek deveran dibe “xişîn”, li hinekan “xwîşkirin” (Xwe li ser berfê xwîş dike), carinan “xişîn”, carinan “xwêjik” e.

Peyvên mîna “xîdor”, “xîzo”, “xwedad”, “xijîjank”, “kêşkêşk” “zulkirin”ê jî hene. Kurdên Soran peyva “Xilîskêne” bi kar tînin.

Ji van peyvan pêkan e peyva “şiqîn” û “ski”yê ji yek bingehê bin. Ski di Îngilîzî, Frensî û Almanî de tê bikaranîn. Di zimanê Spanyolî de dibe “esqui”.

Ji bo alavên kaşînê jî li gor herêm û deveran gelek navên cuda hene. Kaşok, Kaşkaşok (Licê), Tawik (Meraş), Taxok (Mûş, Norşên), darkaş, darkaşok (Miks), xijûnek (Sêrt) û qole (Goyî) hinek ji van navan in. Ev alav bi giştî ji hinek daran tên çêkirin.

Li gor vegotina Gewran Goyî “Kurdên Goyî her sal diçin “kaşê”. “Qole”yên wan ji dara gûzê çêkirî hene û ew li ser “dirb”ê bi wan qoleyên gûzîn “xwe kaş dikin”. Carna dirb nerm dibe, lê carna jî diqerise û wekî hesin hişk dibe û dibe “dirba cemedanî”. Eger dirb berbijor bilind be,  qole li ser vê dirba cemedanî wekî balefirê tûj diçe. Carna qeza çêdibin û “qolevan” birîndar dibin. Hinek qolevan hosta û kêrhatî ne, ew “werîs”ê xwe bi “îşk”ê dişidînin, û “çok”ê xwe baş bikartînin. Çok, wek dîreksiyona kaşê ye. Eger kesek nezane darê çokê bikarbîne, ew dê teqez xwe seqet bike…”

Ji bilî alavên kaşînê, li nava Kurdan pêlava berfê ya taybet jî heye. Navê wê “lekan” e. Yanî “lingpan”. Li Geverê wek “liyan” û “luwan” jî tê binavkirin. Li cem Semsûrîyan navê wê “hedik” e. Li herêma Goyan “kile” ye. Her wiha li hinek deveran “keleka berfê” heye.

Li gor vegotina Şerefnameyê, di zivistaneke sedsala 9an de li deşta Mûşê şer di navbera Kurd û Ereban de qewimîye. Kurdan bi xêra wê pêlavê Ereb têk birine û ji herêmê derxistine.

Dîyar e Kurdan ji bo xwe şemitandina li ser qeşa û bûzê jî peyvên cuda bi kar anîne. Li nav Celalîyên Bazîdê peyva “tîl”ê tê bikaranîn û tê gotin “xwe li tîlê xistin”, “em ê xwe tîlê xin”. Mirov dikare vê jî wekî hokeya ser qeşayê binirxîne.

Ji dewlemendîya ferhenga Kurdî ya vê babetê, dîyar e Kurd di hezar salên dîrokê de zivistan himbêz kirine û ji bilindayîyên çîyayên Zagrosê bi işq û hezkirin herikîne deşt û newalan.

Îro gelek welatên mîna Swîsreyê bi kaşînê tên naskirin. Kî dizane, belkî rojekê, di şert û mercên azadî û serxwebûnê de, Kurdistan jî bibe yek ji navendên kaşînê.